Hena bi armanca zindîkirina çandê berhemên destan çêdike

Hena Ehmed a ji dayika xwe hînî destkariyê bûye bi dildariyek mezin 26 sal in dewam dike û hînî zarokên xwe jî dike.

 
ROJDA SEYIDXAN
QAMIŞLO – Hunera destan keda herî bi qîmet û çanda herî dewlemend e. Huner mêjiyek zelal û estetîk dixwaze, ev yek jî bi tiliyên zêrîn ên jinan de hatiye bidestxistin û bi neqşên xwe çanda dayik û dapîrên xwe diparêzin. Bi sedsalan e ji bo ku çanda dayikê were parastin, ji aliyê jinan ve hewldanek bêhempa hatiye dayîn û heta roja îro jî di pir neteweyan de zindî maye. Ew çanda berhemên destan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî ye û hunera destan ji bo jinan qada piştevanî û debarê ye. Bi awayekê zirav, bi baldarî karê xwe dikin û berhemên xwe yên ku ji dapîr û dayikên xwe hîn bûne bi pêş dixin. Jin bi xemilandina cil û bergên Kurdî, çêkirina cilên zarokan çanda xwe berdewam dikin. Her sal bi hatina 8'ê Adarê û Newrozê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çêkirina cil û bergan dikin. Bi keda destên xwe xemlê didin şahiyan. 
Jina bi navê Hena Ehmed 36 salî ye û ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev 26 sal in karên destan dike. Pîşeya li ser destan ji dayika xwe girtiye û heta roja îro jî çanda dayika xwe bi dildariyek mezin didomîne. Bi destên xwe yên kedkar mîna hirî, çêkirina cilên zarokan, xemilandina cil û bergên Kurdî bi morikan çêdike. Her wiha zarokên xwe jî hînî çanda dayika xwe dike da ku çanda wan her zindî bimîne.
Hena Ehmed têkildarî kar û xebatên xwe nêrîna xwe bi me re parve kir.
Hena hezkirin û hînbûna xwe ya ji karên destan re wiha tînê ziman: "Di zaroktiya min de meraqa min ji kar û hunera destan re hebû loma min her li destên dayika xwe mêze dikir. Temenê min 10 salî bû êdî min xwe hînî çanda dayika xwe kir. Di cara ewil de min sîx û ta girt û bi mêzekirina destên dayika xwe ez hêdî bi hêdî hîn dibûm. Hewldana dayika min ew bû ku em hîn bibin da ku çanda dayikan her zindî bimîne. Sal bi sal ez di karên destan pispor dibûm û her sal hînî tiştên cuda dibûm. Niha jî ez karê mîna hirî, çêkirina cilên zarokan, cil û bergên Kurdî bi morikan dixemilînim. Di heman demê de li gorî daxwaza jinan cilan çêdikim."
Çanda dayikê diparêze
Li gorî her demsalê cil û berg tên çêkirin, Hena jî wiha behsa berhemên xwe dike: "Li gorî her demsalê ez berhemên xwe yên destan çêdikim. Di demsala zivistanê de ez lepik, kum, cilên hirî çêdikim. Her wiha di biharê de ez cil û bergên gelerî, yêlek û kemer çêdikim. Her wiha niha dema şahiyan e loma ez li gorî daxwaza jinan cil, berg, yêlek û kemerên bi neqiş çêdikim. Amûrên ku ez bi kar tînim piranî li vir nîn in loma ez ji başûrê Kurdistanê daxwaz dikim. Dirûtina cil û bergan zehmet e lê dema xwesteka mirovan hebe tu zehmetî li pêşiya mirovan nabe bend. Ez niha bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dikim, berhemên xwe derdixînim û çanda dayika xwe jî diparêzim."
Çand bi destên jinan hatiye avakirin
Hena diyar kir ku ew hewl dide nifşên nû jî hînî çanda dayik û dapîrên xwe bike da ku çanda wan her zindî bimîne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez jineke Kurd im û ev kar jî çandek kevnar ên dayikan e. Bi armanca çanda me neyê windakirin dayika min me hîn kir. Niha bi wê armancê ez jî zarokên xwe hîn dikim da ku çanda me neyê hilandin. Niha ez karên destan, hînî komek nifşên nû dikim û dema ez xwesteka wan ji çandê re dibînim gelek dilşad dibim. Ger her jinek xwedî berhem, çand û hunera xwe derkeve tu êrîş çanda me nikare qir bike. Çand bi destên jinan hatiye avakirin loma heta roja îro hatiye parastin û ji nifşek derbasî nifşek din dibe."