Helbestvanên jin ên Başûrê Tûnisê digel sînordarkirinê jî avakar in
Helbestvanên jin ên Başûrê Tûnisê, diyar dikin ku destpêkê rastî astengkirin û biçûkxistinên civakî hatine, lê niha di helwesta civakê ya li hember jinan de hinek guhertinên erênî çêbûne û bi taybetî teknolojî ji bo jinan derfet afirandine.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis- Jin li başûrê Tûnisê, çi helbestvan bin û çi jî nivîskarên çîrokan bin, bi dijwariyên du alî re rû bi rû ne. Ji bo îfadekirina xwe û nivîsandinê têdikoşin û di heman demê de di aliyê weşandin û danasîna berhemên xwe de jî bi astengiyan re rû bi rû dimînin.
Helbestvanên jin, di navbera sînorkirina qebûlkirina civakî û derfetên ne têrkêr a ji bo danasîna berhemên xwe yên wêjeyî de ne. Helbestvanên jin, bi biryardariyê qadên afirîneriyê ava dikin. Şahidiyên gelek helbestvanan, rastiya tecrûbeyên nivîsandinê yên jinan nîşan didin û têkoşîna rojane, datîne holê.
Azadbûna di nava astengiyên paşverû de
Helbestvan û nivîskara çîrokan Zubeyde Arfaouî ya ji parêzgeha Tozeur e, destnîşan kir ku paşverûtiyên civakî bi gelemperî bandorê li jinan dikin û bi taybetî ji bo helbestvanan diyarker in. Zubeyde Arfaouî diyar kir azadî û nivîsandin, du xetên paralel ên ji hev nayên veqetandin in û wiha got: “Ji ber ku afirînerî bêyî azadiyê ne pêkan e. Di civaka me de jinek, beriya ku xeyal û azadiya xwe binivîse hezar caran difikire.”
Zubeyde Arfaouî, diyar kir ku xwendevan bi gelmeperî nivîs û helbestvan ji hev cuda nakin û her nivîsek mîna çîrokek kesane tê dîtin. Zubeyde destnîşan kir ku helbestvanên jin bi zehmetiyên civakî re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Dema ku mêrek li ser laş dinvîse, ev yek asayî tê dîtin, lê dema ku jinek dinvîse, nivîsa wê tê redkirin, rexnekirin û guncaw nayê dîtin. Tevî ku van zextan di destpêkê de bandor li min kir jî, mîn bi demê re ev yek derbas kir û ez êdî van nêrînan paşguh dikim.”
‘Ez rastî tinaz û biçûkxistinê hatim’
Zubeyde Arfaouî, di destpêkê de di aliyê weşan û belavkirinê de jî gelek pirsgirêkan jiyaye. Zubeyde ragihand ku dijwariya ewil weşandin e û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku çapkirin û weşandina pirtûkek helbestan ne hêsan e û weşanxane bi gelemperî weşandinên romanên bipere tercîh dikin. Pirtûka xwe ya ewil min bi xwe belav kir. Ez çûm navendên çandî, dibistan û enstîtuyan û ez rastî tinaz û biçûkxistinê hatim.”
Zubeyde Arfaouî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir tevî ku piştgiriya çandî ya civakî û herêmî hebe jî, divê tevgera wêjeyî ya jinên li herêmên navxweyî hêj zêdetir bê destekkirin û danasîn û wiha got: “Helbesta jinan dikare îmaja stereotîpîk a jinan a di civakê de biguherîne û rolek serbixwe û çalak bide qezenckirin.”
‘Îqnakirin, rêya derbaskirina astengiyan e’
Helbestvan Nezva Ennouî ya ji parêzgeha Kebilî jî, destnîşan kir ku ji ber gelek sedeman jin di aliyê eşkerekirina berhemên xwe yên wêjeyî an jî hunerî de pir tengasî dikşînin û wiha axivî: “Berî her tiştî, jin rastî rexneyên civakî û zextên nava malê tên û hinek jin ji ber tiştên ku dinvîsin, tên redkirin. Hinek civak nivîsandina jinê qebûl dikin, weşandinê qebûl nakin.”
Nezva Ennouî, diyar kir ku di helwesta civakê ya li hember jinan de hinek guhertinên erênî çêbûne û bi taybetî teknolojî ji bo jinan derfet afirandine. Nezva Ennouî, li ser vê mijarê wiha got: “Weşandin, derketin pêş û danasîna tecrûbeyên wan hêsantir bûye. Lê belê, aliyên neyînî yên teknolojiyê jî hene. Jin rastî tacîz û rexneyên neyînî tên û rexnegir bi gelemperî nasnameya afirîner a jinê fam nakin. Lê helbestvana jin bi hişmendî bi vê rewşê re têdikoşe, ji tacîzê dûr dikeve û hewl dide xebatên xwe bi awayekî erênî pêşkêş bike. Her wiha divê jin berhemên nêzî civaka xwe pêşkêş bikin û îqnakirin, rêya derbaskirina astengiyan e.”
‘Rêya serkeftinê ji fedakariyê derbas dibe’
Nezva Ennouî, da zanîn rêya serkeftinê ji fedakariyê derbas dibe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku serkeftin rastî dijwariyên çandî, afirîner û jiyanê tê. Zehmetiyên weşanê pirî caran bi astengiyên darayî destpê dikin. Destek dayîna malbatê gelek girîng e. Dema ku min pirtûka xwe ya helbestan a sêyemîn, 'Şikestina Eynikan’ amade dikir, hevjînê min piştgirî da min.”
Afirîneriya ku tevî sînordarkirinan jî didome
Helbestvan û nivîskar Fatma Barkawî ya ji parêzgeha Kaserîn jî, diyar kir ku ew li ser bingeha tecrûbeyên xwe ya kesane di qada helbest û çîrokan de berheman diafirîne. Pirtûka wê ya helbestan a binavê "Çi hewce ye ji min re wisa bêjin” di sala 2023’yan de, pirtûka wê ya ewil a çîrokan a bi navê “Jibîrnekirina baweriyê” di sala 2015’an de û pirtûka wê ya duyem a çîrokan a bi navê “Para Roja Dikeve Ser Siyan” jî di sala 2020’an de hate weşandin.
‘Rewşa helbestvan li gorî hawirdora civakî diguhere’
Fatma Barkawî, destnîşan kir ku rewşa helbestvan li gorî hawirdora civakî diguhere û wiha axivî: “Dema hinek herêm ji bo jinan hêsanî mîsoger dikin, yên din zehmettir dikin. Hê jî feraseta feyda nivîsandinê ji civakê re tune, heye. Helbest, li gorî çîrokan zehmetir e. Dema çîrok dikarin hinekî veşartî bin jî, helbest axaftinek rasterast ji xwe ya afirîner e û pirî caran rastî tecrûbeya kesane tê.”
Fatma Barkawî, diyar kir weşandin û xwe danasîn jî rastî astengiyan tê û got: “Belavbûna medyaya civakî di ragihandinê de jêhatîbûn û sebir dixwaze. Bûyerên çandî yên herêmî hene, lê pêdivî hêj zêdetir bi teşwîq û piştgiriyê heye. Helbest dikare îmaja stereotîpîk a jinê biguherîne. Li dijî civakê serhildanek e û êş, hêvî û hêviyên jinan tîne ziman.”
Her sê helbestvan jî destnîşan dikin ku li hemû herêman dijwariyên civakî, çandî û madî hene, lê dîsa jî ew ji bo afirînerî û berxwedanê qadan diafirînin. Digel astengiyên civakî, zehmetiyên çapkirin û belavkirin û rexneyan jî, nivîsandin ji bo jinan rêbazek serhildan, rizgarî û ji nû ve pênasekirina rola xwe ya di civakê de ye.