Giringiya berhemên keda dest ji bo tendirustiya mirovan

Helîm Bulut ya ku ji destê dayika xwe fêrî gure çêkirinê bûye, her ku çuye rengên cuda li destkariya xwe zêdekiriye.

DÎLAN KORHAN 
Musil - Li gundan jin her tim bi karên gund û malê re mijûl dibûn. Ji ber ku jinên gundan wisa jîr bûn ku bê kar nedikarîn bijîn. Dema ku firsendek didîtin jin hemû bi hev re kom dibûn û ji ta gore, lûf, lepik û hwd. bi hev re çêdikirin. Dema yekê gulek an jî davek tayê xwe xelet bikira ji hev dipirsiyan. Ji van jinan yek jî Helîm Buluta ji gundê Hîlala girêdayî Qilabana Şirnexê ye. Wê jî weke gundiyên xwe di salên 90’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk berê xwe daye Wargeha Penaberan a Mexmûr a ser bi bajarê Musilê ye. Dema dayika wê bi ta gore çêdikir her tim wê jî li dayika xwe temaşe dikir û li ber destê wê fêrî çêkirina gore, lûf, lepik û hwd bûye.
Helîm Buluta ku nişteciha taxa sê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye û bi xwe jî di nava komîna taxa xwe de cih digre der barê keda destan de axivî.
“Ji roja fêr bûme heta niha ez çêdikim”
Helîma ku li ber destên dayika xwe fêrî çêkirina hunera dest bûye wiha behsa fêrbûna xwe dike: “Ferbûna min a hunera dest bi saya dayika min bû. Dema em li gund bûn dayika min parzon, çente, gore, dezbiring û hwd. çedikir û min jî her tim li ber destên dayika xwe kar dikir bi vî awayî ez li ber destê dayika xwe fêr bûm. Min hêdî hêdî xwe fêrî hemû tiştan kir ji gore bigre heya doxîn, lûf, destik, paspasên malan min xwe fêrî hemû tîştan kir û heta niha jî ez çêdikim. Ew berhemên ku ez çedikim wekî diyarî didim nas û dostên xwe.” 
“Dayika min rîs reng dikir”
Helîmê bal kişand ser çêkirina rîs ji hiriyê û rengdayîna wê, feydeyên wê yên ji bo tendirustiye û wiha pêde çû: “Her karek zorî û zehmetiyên xwe hene, ji ber ku berê li gundan pezên me hebûn, me hiriya wan dibir dişûştin. Hemû rengên boyaxan hebûn bi taybetî rengên weke kesk, sor û zer zêde hebûn. Dayika min tayê hiriyê reng dikirin û bi vî awayî dikir têr, parzûn, çente, dezbiring, gorê lûfik û poşî. Lê mixabin niha hemû tiştên ku berê dihatin çêkirin nemane. Hemû tişt bi makîneyan tên çêkirin, niha bi tayên amade hemû tiştan çedikin yan jî dikirin. Tiştên ku bi keda  dest û hiriyê dihatin çêkirin, ji bo tenduristiya mirovan gelek baş in.”
“Me têr çêdikir”
 Helîmê da diyarkirin ku ka çawa ji ta tiştên bûkan çêdikir û wiha got: “Li gundan dema dawet çêdibû jinan cilên kurdî li xwe dikirin, ser kiras kurtekan de şivak didan pişta xwe û kesrewan didan serê xwe. Jinên bi cil û bergên herêmî, kofî û kesrewan gêriya govendê digerandin. Li gundan xazne hebû, bi etemiyan neqîş çedikirin û bi vî awayî me li ser balîfkên neqiş çêdikirin û di heman demê de me ji bo xemilandina balîf û perdeyan tentene çêdikir. Bi hemû rengan patik, gore, destik û goreyên nimêjê me çêdikirin. Di heman demê de me lûf û paçên ser maseyan ên reng û reng çêdikirin. Berê me hemû bi rîs çêdikir lê niha ji ber tayê rîs bi xwe nemaye ez bi deziyên dikanan çêdikim. Li gund me teşî dirist û ba dida û me dikir destbiringên zarokan ji bo destbiring qayîm bibe me hepik bi kar dianî. Ji ber tayê wê ziravê da qayim bibe niha talaş lê didin. Li gund ji bo taziyên malên xwe me têr çêdikir û di heman demê de ew têrên ku me çêdikirin ji bo xemilandina dîwaran jî bi kar dianîn.”
“Parzûnên koçerî”
 Helîmê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku her berhemek ku bi destan çêdikir navek wê hebû wiha lê zêde kir: “Dema me parzûn çêdikir, bi gulên rengên cuda dixemilind û me ji ew parzûnên ku piranî bi rengê reş dihatin çêkirin jê re digotin parzûnên koçerî. Parzûnên goyanî, gulêngenvî hebûn mezin û bi rengê sor û bi gelek rengên cuda dihatin çêkirin. Dema ku zarok nû ji dayik dibûn, ji bo xweşiktiyê û parastina zarokan di dergûşan de me bi dezbirîngan girê didan. Li gundan me gore çêdikirin. Navê wan goreyan ên hinekan çavçiçîk, gulmêxinîk, gopalok û nexşîn bûn. Lê mixabin niha tiştên wisa zedê nemane, hemû tişt amade li dikanan tên firotin. Lê dema mirov li mal bi keda destên xwe çebike her tim feydeya wê zêdetir e.”