Fîlma ‘Jin 18’ balê dikşîne ser zewaca zarokan

Li Mexrîbê Derhêner Atîqa El-Agl, bi kurtefîlma xwe ya bi navê “Jin 18” balê dikşîne ser zewaca zarokan.

HANAN HARITE

Mexrîb – Her sal di navbera 25’ê Mijdarê û 10’ê Kanûnê de, li seranserê cîhanê kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser bingeha zayendî tê lidarxistin. Kampanya bi armanca bilindkirina hişyariyê û seferberkirina çalakiyan ji bo bidawîkirina her cure tundiya li ser jin û zarokên keçan e. Bi vê armancê bi hevkariya derhênerê Mexrîbê Atîqa El-Aql, Komeleya Jinên Demokratîk a Mexrîbê û Komeleya Pêşxistina Naamayê kurtefîlma "Jin 18" hat pêşandan. Fîlm di civaka Mexrîbê de balê dikişîne ser zewaca zarokan

Sahneya yekem ên fîlmê zarokek keç bi kalek re dizewice destpêdike. Di berdewamiya fîlmê behs dike ku zarok ji mafê xwe yê perwerde, pêşeroja xwe bêpar tê hiştin, ducanî dibe êşa zayînê dikşîne. Derhêner Atîqa El-Agl diyar kir ku ew balkişandiye zewaca zarokan û wiha qal kir: “Ez baldikşînim xeteriyên civakê ya bi zewaca temen biçûk û bi vê re armanca min hişyarî avakirin e. Divê li dijî rastiya zewaca zarokan têkoşîn bê kirin û perspektîfa civakî bê guhertin." Atîqa El-Aql banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û keçan kir.

Fîlm peyam dide

Der barê rola sînemayê di xizmetkirina pirsgirêkên jinan de Atîqa El-Eql da zanîn ku îmaja sînemayî di warê dengî-dîtbarî de girîng e û da zanîn ku gelek peyam dikarin bi rihetî werin ragihandin. Atîqa El-Al diyar kir ku bi rêya hûnerê tiştê jinan dijîn tînin ser ziman û wiha got: “Fîlma 'Jin 18' di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Festîvalê li bajarê Fezê de hêjayî xelatê hat dîtin. Xebata li ser mijarên mafên mirovan û  ên jinan jî parçeyek ji têkoşînê ye."

'Sînema di parastina mafan de bi bandor e'

Çalakvana mafên mirovan û Seroka Komeleya Pêşketinê ya Naama Hafîda Ben Saleh diyar kir ku fîlma "Jin 18" behsa zewaca zarokan dike ku her çiqas di civaka Mexrîbê de sûc e jî berdewam dikin û wiha got: "Divê pêşî li zewaca zarokan bê girtin. Cihê zarokên keç ne zewac e, li dibistan û qadên lîstikê ye. Zewaca zarokên keç  bandorê li pêşketina civakê dike. Fîlmçêkerên Mexrîbê bi biryarin ku mijarên sereke yên jin û zarokên keç, wek zewaca temenê biçûk, dev ji dibistanê berdan û tundiya li ser bingeha zayendî bi pêş bixin. Sînema îro bûye mekanîzmaya parastina mafên jinan. Ew bûye amûreke bi bandor di şerê li dijî tundî û cudakariyê de, di guhertina reftarê de, di şerê li dijî zihniyeta desthilatdariyê de û di pêkanîna guhertinan de li ser asta siyasî, civakî û çandî."