Festîvala "Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 7'emîn de didome

Festîvala şanoyê ya bi navê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 7`an de didome. koma şano ya Çand û Hûnera herêma Efrîn şanoya bi navê "Pîne" pêşkêş kirin.

Kobanê- Yekemîn festîvala şano ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava"Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 7`an de berdewam dike. Festîvala ku bi beşdarbûna bajarê Reqqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Heleb û Efrîn tê li darxistin. festîval bi şanoya "Pîne" ji aliyê koma şano ya Efrînê ve naveroka şano de Koçberî, hêvî, talankirin û girêdana bi axê re, hat pêkêş kirin. Festîval li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido tê li darxistin, di şano de şêniyên Kobanê, derhîner û mêvan amedebûn.
Têkildarî şanoya ku hatiye pêşkêşkirin, ajansa me nêrîna Meryem Mihemede yek ji şêniyên Efrînê ye nêrîna xwe di derbarê şano de anî ziman.
"Jiyan li Efrînê hatiye guhertin"
Meryem da zanîn ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê Efrîn ji buhiştê veguherandin dojehê û wiha pêde çû: "Li Efrînê jiyana hevpar û wekhevî hebû, jin di Efrînê afrîner bû, herêma Efrîn bi çandina an jî girêdana wan bi axê re tê naskirin. Şanoya "Pîne"  ku hatiye pêşkêşkirin ji rastiya meye heyî ne dûre. Jiyana meye beriya dagirkirina Efrîn û niha di hundirê Efrînê de çi dibe û çi nabe. Ji milê dîrok de bigre heye çanda wê. Di naveroka şano de jî hat xuya kirin ku çiqas gel bi axa Efrînê ve girêdayiye an jî çiqas berxwedanî û têkoşîn li beramberî hemû cureyên şer an go kiryarên hovane îroj bi serê şêniyên Efrînê ve tên bi taybet jin, li Efrînê di çi rewşê dane. Lê hêvî ji serkeftinê mezintirin, heya dawiyê jî hêviyên me qut nabin û heye ku sed sal jî derbas bibin em ê hêviyên xwe ji vegera li Efrîn li dîroka wê qut nakin. Di xeyalên zarokên Efrînê de jî heye ku bizivîrin Efrînê. Her wiha di şano de ku çawa di demên civaka xwazayî de rola bingehîn ya jin bû, lê îroj ew jin di rewşeke ne baş de derbas dibe û mafê jin tê binpêkirin, ew afrînerî ji jinê hatiya dizîn. Lê em cardin têkoşîna wê yekê dikin ku mafê jin bi dest bixin."
Hêjayî bi bîrxistinê ye dê sibe an go roja dawiyê şahî bê li darxistin.