Festîvala Şehîd Ronahî Bawer: Çîrokên çandî bi govendê zindî dibin

7’emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer ya Govenda Gelêrî bi dirûşmeya “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” dest pê kir. Bi beşdariya 23 komên govendê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, çandên cihêreng bi govendan tên zindîkirin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê, govendên gelêrî yên rengîn çîrokên çandî yên kûr bi xwe re tînin. Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), bi hevkariya Komîna Govendê, 7’emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer li dar dixe. Festîval di bin dirûşmeya “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” de sê rojan dewam dike. Ev festîval, bi beşdariya 23 komên govendê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, platformeke yekta ye ji bo parvekirina çand û mîrateya pêkhateyên cihêreng, ku bi govendan dîrok û hestên gelan zindî dike.

Endama Komîteya Amadekar Meryem Hesen ji ajansa me re behsa armanc û organîzasyona festîvalê kir.

Yekemcar di Sala 2015’an de li Rimêlanê dest pê kir

Meryem Hesen diyar kir ku festîval yekemcar di sala 2015’an de li Rimêlanê hatiye lidarxistin û wiha got: “Festîvala Şehîd Ronahî Bawer ya govenda gelêrî berê her du salan carekê dihate organîzekirin. Îsal, em 7’emîn festîvalê li Qamişlo, di bin dirûşmeya ‘Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke’ de li dar dixin. Me xwest îsal festîval bi rengekî cuda be, ji ber vê yekê me ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê komên cihêreng dawet kirin, da ku her pêkhate çanda xwe bi govendan bi gel re parve bike.”

‘23 kom çandên xwe bi govendan pêşkêş dikin’

Meryem Hesen behsa bernameya festîvalê kir û got: “Festîval sê rojan dewam dike. Di roja yekem de, 7 komên ji bajar û pêkhateyên cihêreng, di nav de koma Ermenî û komên ji Reqayê, Dihokê, Kobanê, Amûdê û Efrîniyên li Helebê, govendên xwe pêşkêş dikin. Di roja duyem de 11 kom, û di roja sêyem de jî 5 kom ji bajar û pêkhateyên cuda beşdar dibin. Bi giştî 23 kom di festîvalê de cih digirin. Di dawiyê de xelat tên belavkirin. Ji bo amadekirina festîvalê, me 3 mehan perwerdeyên govendê dane da ku em bi gelê xwe re festîvaleke rengîn û serkeftî derbas bikin.”

‘Em dixwazin çandên xwe bi hev re nas bikin’

Meryem Hesen zehmetiyên amadekariyê anî ziman û wiha dewam kir: “Amadekirina festîvalê ne hêsan bû. Hin caran kom bi temamî li hev nedikomiyan an jî hejmara endaman kêm bû, lê tevî van zehmetiyan, me perwerdeyên serkeftî bi rê ve birin. Armanca me ew e ku di pêşerojê de Festîvala Şehîd Ronahî Bawer li her çar parçeyên Kurdistanê were lidarxistin û ji hemû bajarên cihêreng kom beşdar bibin. Em dixwazin hemû pêkhate bi yek rihê çandên xwe nas bikin.”

Meryem Hesen di dawiyê de bang li ciwanan kir: “Ez bang li ciwanan dikim ku tevlî xebatên çandî bibin, da ku em bi hev re çandên xwe biparêzin û nas bikin.”