"Femînîzma Wekhevîxwaz" dest bi weşanê kir

"Femînîzma Wekhevîxwaz", ku ji hêla jinên femînîst ve hate amadekirin, li ser înternetê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.

Navenda Nûçeyan - "Femînîzma wekhevîxwaz ", a ji hêla jinên ku piştgirî didin femînîzma wekhev ve hat vekirin, li ser înternetê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir. Jinên amadekarên sîtê di daxuyaniya ji bo danasîna sîtê de, diyar kir ku femînîzma wekhevîxwaz dê bibe dengê bilindbûna tekoşîna azadiyê li cîhanê û wiha dom kir: "Ew ê bibe dengê bilind ê wekhevî û azadiyê ku ji wargeh, kargeh, xanî û hemî warên jiyanê bilind dibe. Em ê nûçeyan hilberînin, gotaran binivîsin, nîqaşan bikin. Sernav dê ji wêne û dirûşmên ku hûn ê ji qadên têkoşînê ragihînin pêk werin. Dê ev weşan xwe bi tevkariyên jinên femînîst ên ji her nifşan dewlemend bike.”
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku ew ê hewl bidin ku rê û rêbazên jinên ku di tekoşîna azadiya jin de bênavber têdikoşin nîqaş bikin û got, "Femînîzma wekhevparêz a tevkar armanc dike ku îro di tevgera jinan de rê li ber hêzbûna fikrî û rêxistinî veke. Bila rê ji her kesê ku bi raman û hewldanên xwe piştgirî didin vê têkoşînê re vekirî be… ”