Fatima Şewtî: Nivîs ji bo jinan zimanê hevgirtina cîhanî ye
Nivîskara Mexribî Fatima Şewtî, diyar kir ku nivîsandin ji bo jinan tenê berhemdariya wêjeyî nîn e, di heman demê de li dijî şîdet û cudakariyê rêbaza berxwedanê ye.
HENAN HARÊT
Mexrib – Pirsgirêkên jinan sînorên erdnîgarî û nasnameyên teng derbas dikin, beşek ji şerê mirovî yê cîhanî li dijî tundî, cudakarî û dûrxistinê ne. Ji vî alî ve, nivîskara Mexrîbî Fatima Şewtî nivîsa ku jin li her derê lê bin, diparêze û edebiyatê wekî ne tenê pratîkek estetîk a ji rastiyê veqetandî, wekî rêbaza belgekirin, eşkerekirin û berxwedanê dihesibîne.
Ji bo naskirina berpirsyariya nivîsandinê li hemberî binpêkirinên ku li herêmên şer û pevçûnan bandorê li jinan dikin û kêşeyên ku hê jî nivîskarên jin di qada çandê de bi wan rûbirû dimînin, ajansa me bi nivîskara Mexribî Fatima Şewtî re hevpeyvînek kir.
*Çima te serî li riya nivîsandinê da ji bo rûbirûbûna bi çanda nêçîrvanî û serdestiya meran re? Her wiha tu çawa li ser pirsgirêkên ku îro jinên wêrek di qada çandî de pê re rûbirû dimînin dinêrî?
Hilbijartina min a nivîsandinê qet xweber nebû lê belê bi zanebûn û bi mebest bû. Dema ku ez dinivîsînim, ji gelek çavkaniyan sûdê digrim ku ew çavkanî riya min a rewşenbîrî û afrîner şekil dane, di nav de çavkaniyên felsefî, wêjeyî û hiqûqî, nemaze mafên jinan hene.
Ez li dijî kedîkirin û bindestiyê, li dijî hişmendiya baviksalar ku bandorê li temsîlkirina jinan û rolên wan di nava civakê de dike dinivîsînim. Ez bawer dikim ku piraniya nivîsandinê ne ji hişmendiya rastîn a xwezaya bêhempa ya ezmûna jinan, ne jî ji têgihîştina formên dûrxistinê yên ku jin pê re rûbirû dimînin derdikeve holê. Ji ber vê yekê, nivîsandin dibe qadeke pirsyarî û berxwedanê, ne tenê pratîkeke estetîk.
Lê nivîsandina ferzkirî nayê qebûlkirin, nemaze di nava civakên kevneşop de. Ji ber vê yekê, nivîskarên jin carna ji bo îfadekirina helwestên xwe serî li sembolîzm û dûrketina hunerî didin, li hemberî rastiyên ku hê jî carna jinan wekî tiştên xerckirinê dibînin ne wekî mijarên ramanê.
Bi awayekî ecêb, ev hişmendiya baviksalar ne tenê ji bo mêran e; dibe ku hinek jin jî wê di hundir de bigrin. Ji ber vê yekê, têkoşîna rizgariyê carna ji hundir dest pê dike, bi pirsa wan têgihîştinên ku jin bi xwe hilberînin.
Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku têkoşîna çandî ji têkoşîna mafan ne kêmtir girîng e, ji ber ku serdestiya mêran pir caran di qada çandî de xwe vedişêre, tevî hinek gotinên ku îdia dikin jinan diparêzin.
*Gelek nivîsên jinan bi zêdegaviyê yan jî bi îtxalkirina têgehan ji derveyî çarçoveya herêmî tên tawanbarkirin. Hûn çawa bersiva vê yekê didin?
Rast e Rojava bi riya çandkirin û danûstandina çandî roleke ronakbîrî dilîze lê ev nayê wê wateyê ku nivîsandina jinan li Mexribê yan jî li herêmê bi tevahî tenê şewqek Rojava yan jî celebek rojavayîbûnê ye.
Jinên Mexribê perspektîfên xwe ji rastiya xwe ya civakî û çandî û ji çarçoveya berfirehtir a ku ew tê de dijîn digrin. Îdiakirina ku ew tenê dikarin bi dubarekirina ramanên din xwe îfade bikin, hewldanek e ji bo ji nû ve hilberandina wêneyê jinên bindest, wêneyek ku ez bi tevahî red dikim.
Berovajî vê, girîngiya danûstandin û têkiliya çandî nayê înkarkirin, nemaze di cîhaneke vekirî de ji ber şoreşa dîjîtal ku tê de ne mumkin e mirov behsa çandên îzolekirî bike. Ji ber vê yekê, em ji ezmûnên gerdûnî sûdê digrin lê em wan li gorî çarçoveya xwe ya herêmî diguherînin, nasnameyeke bêhempa didin wan li şûna ku bihêlin ew tenê ramanên hawirdekirî bimînin.
Bi ya min, têkiliya bi yên din re ne xerîbbûn e, diyalogeke çandî ya hevbeş e û her kesê ku vê têkiliyê înkar bike, ji çandê agahdar nîn e.
*Bi ya te, gelo ferqek di navbera nivîsandina li ser jinan û nivîsandina ji hişmendiyeke femînîst a rastîn de heye?
Ez nivîsandina li ser jinan wekî mijarek û nivîsandina di nav hişmendiyeke femînîst de ku tevliheviya ezmûnên jinan û çarçoveyên wan ên civakî, çandî û qanûnî fêm dike, ji hev cuda dikim. Ji bo ku jin bibe mijara nivîsek, ne bes e ku ew wekî nivîsandina femînîst di wateya rexneyî de were hesibandin; her nivîskarek dikare pirsgirêkên jinan çareser bike bêyî ku ji perspektîfeke li ser bingeha mafan an jî ji têgihîştineke rastîn a avahiyên cudakariyê yên ku bandorê li jiyan û riyên wan dikin dest pê bike.
Di gelek rewşan de, jin di nava nivîsên edebî yan wêjeyî, yan jî hunerî de wekî wêneyên amade yan modelên stereotîpîk tên pêşkêşkirin, bêyî ku referansên van wêneyan çêdikin werin pirskirin. Jinek dikare li ser jinan binivîsîne bêyî ku hişmendiyeke femînîst a rexnegir nîşan bide, mîna ku hinek gotarên “sempatîk” dikarin heman têgihîştinên mêran hilberînin. Her çendî bawer bikin ku ew edaletê li jinan dikin. Ji ber vê yekê, pirsgirêk ne li ser zayenda biyolojîkî ya nivîskar e, li ser perspektîfa ku temsîl jê tê avakirin e.
*Hûn rewşa jinan di nava şer, pevçûn û guhertinên civakî û siyasî yên li çar aliyên cîhanê de çawa dibînin?
Bi ya min, pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêkek herêmî yan neteweyî ye, pirsgirêkeke mirovî ya gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, min li ser jinên li gelek welatan û binpêkirinên ku ew li deverên cuda yên cîhanê pê re rûbirû dimînin nivîsandiye, çi li Îran, Efganistan, Pakistan, Iraq, Filistîn, an welatên din ên ku jin bi pirsgirêkên dijwar re rû bi rû dimînin.
Wek mînak jinên Filistînî ji ber şer û dagirkeriyê di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Jinên li deverên pevçûnên çekdarî bi gelemperî bi şêweyên tevlihev ên tundiyê re rûbirû dimînin ku ne tenê bi tundiya civakî yan çandî ve sînordar in lê di heman demê de bandorên şer û pevçûnan û koçberî û windakirina ewlehî û aramiyê jî di nav xwe de digirin.
Çi li Lubnan, Iraqê, Sûriye, Yemen, Mexrib, an deverên din ên cîhanê be, jin bi gelek awayên tundiyê re rûbirû dimînin, heta li welatên ku rasterast şer nakin jî ji ber ku bandorên krîz, pevçûn û bêîstîqrariya civakî li ser her kesê hene. Her wiha em nikarin êşa gelek jinên li Efrîkayê ji ber tundiya şerên navxweyî, birçîbûn, îstîsmara aborî, bazirganiya mirovan û awayên din ên îstîsmarê paşguh bikin.
Hinek herêm şahidên bilindbûna komên tundrew in ku rasterast jinan hedef digrin, wekî mînak Boko Haram û rêxistinên din ên ku tundiya sîstematîk li dijî jinan pêk anîne, dikin. Heta wê astê ku jinan wekî sedema pirsgirêkan dibînin û dixwazin wan bindest bikin an jî hebûna wan di qada giştî de ji holê rakin. Di rewşên wiha de, tecawiz û tundiya zayendî dibin amûrên şer ên xeternak ku li dijî jin, zarokên keç û zarokan tên bikaranîn.
Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku rewşa jinên li Mexribê nikare ji rewşa jinan li cîhanê were veqetandin. Di navbera şêweyên tundiyê yên ku jin pê re rûbirû dimînin de gelek xalên hevpar hene, her çendî şert û merc ji hev cuda bin jî. Lê belê, êşa jinan bi taybetî li deverên şer û pevçûnan ku gelek şêweyên tundiya siyasî, civakî, çandî û aborî li hev dicivin, zêdetir dibe.
Ne tenê jinên li deverên şer cefayê dikşînin; di heman demê de rewşa girtî, ragirtî, koçber û penaberên jin jî heye, komên ku ew jî bi gelek awayên tundî û cudakariyê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, wêje berpirsiyar e ku helwesteke zelal li dijî nijadperestî, cudakarî, tundî, tecawiz û hemû awayên îstîsmarê li dijî jinan bigire.
*Tu çawa nivîsandinê wekî amûrek ji bo belgekirin, eşkerekirin û parastina pirsgirêkên jinan li seranserê cîhanê bikar tînî?
Di nivîsandina xwe de, min bal kişandiye ser çareserkirina êşên jinên li çar aliyên cîhanê, çi Ereb bin, çi Ewropî bin, çi ji paşxaneyên din bin. Ji ber ku ez bawer dikim hevgirtina bi jinan re divê bi sînorên erdnîgarî yan nasnameyên neteweyî yan olî ve neyê sînordarkirin.
Vîzyona min ne nêrîneke teng û herêmî ye, nêrîneke mirovî ye ku her jinek rastî tundiyê tê, çi şêweyê vê tundiyê be yan jî li ku derê bibe, bandorê li hemû jinan dike. Şîdeta devkî, exlaqî, fîzîkî yan zayendî, yan jî kuştina jinan, ne bûyerên îzole ne, îfadeya pergalên kûrtir ên cudakarî û dûrxistinê ye ku divê werin eşkerekirin.
Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku karê nivîsandinê ne tenê bi empatî yan piştgiriya sembolîk ve sînordar e, di heman demê de eşkerekirin, dijberîkirin, belgekirin û şermezarkirina binpêkirinan jî dihewîne.
Divê girêdana çandî nebe pîvana temaşekirina êşa jinan. Ya girîng ew e mirov rastî tundiyê tê ye, li ku derê be ne girîng e. Ji ber vê sedemê, bi nivîsandinê tê xwestin ku bibe şahid û berxwedêr, tiştên ku li pişt deriyên girtî diqewimin vebêje û deng bide bêdengan.
Mixabin, hê jî nêrîneke serdest heye ku her nivîskarek jin a azadbûyî wekî gumanbar an jî binpêkirinek potansiyel a nirxên serdest dibîne. Ev celebek bêhêvîbûn û zexteke sembolîk e ku li ser jinên afirîner tê kirin. Lê belê, tevî berdewamiya van têgihîştinan, ez bawer dikim ku jin divê dev ji rola xwe ya pêşeng bernedin. Ne tenê wekî jinên ku rolên kevneşopî dilîzin, wekî rewşenbîr û kesên afirîner ên ku dikarin bi awayên ramanê yên dixwazin azadiya wan a afirîner û çandî sînordar bikin û rê li ber wan bigirin ku daxwaza destkeftî û mafên din bikin, rûbirû bibin.
Ji bo jinan ne hêsan e ku di rastiyeke ku hê jî gelek xuyangên cudakariyê dihewîne, xwe bigihîjînin pozîsyonek çandî ya girîng.
Wekî din, qada çandî tijî têkiliyên girêdayîbûnê, torên berjewendiyên kesane û girêdanên sembolîk ên xizmtiyê ye ku gihîştina qada çandî ji bo jinan hîn dijwartir dike. Ev rewş gelek ji wan ber bi xwe-îzolekirin û vekişînê ve dibe, li şûna beşdariya çalak ku ne ji hebûna jinan û ne jî ji bo armancên wan xizmetê dike.
Ji ber vê yekê, ez bawer dikim girîng e mirov bi vê şêweya tundiya çandî re rûbirû bimîne hewl dide qada çandî monopol bike û jinan ji wê derxe bi muamelekirina bi wan re wekî ku ew nikarin zanînê hilberînin an jî beşdarî tevgera çandî ya di nava civakên xwe de bibin. Di rastiyê de, jin xwedî heman hişmendî, şiyan û jêhatîbûnê ne ku wan dike lîstikvanên bingehîn di şekildana çandî de.
*Hûn îro dixwazin çi peyamê bidin nifşê nû yê jinan ku nivîsandinê ji bo xweîfadekirin, protestokirin û xweparastinê hildibijêre?
Berpirsiyariya nifşên nûbûyî hilgirtina vê peyamê û berdewamkirina vê riyê ye lê di çarçoveyeke azadîxwaz, demokratîk, mirovî, mafên mirovan û gerdûnî de, dûrî her cure cudakariyê di navbera nivîskarên jin û nivîskarên mêr de.
Nivîsandin bangek ji bo rizgariyê ye û nivîsandina ku di çarçoveyek mafên femînîst de kok digre, gavek bingehîn li ser riya rizgariyek berfirehtir temsîl dike. Ji ber vê yekê, ez hêvî dikim ku jin dê ji bo ronahiyê binivîsînin, ne ji bo tarîtiyê; nivîsandinek ku li dijî marjînalîzasyonê li ber xwe dide û li dijî derxistinê derdikeve û nirxên ronakbîrî, edalet û wekheviyê diparêze.
Ev ne li ser hewldana bidestxistina statuya ku mêr bi riya berhevkirinên dîrokî û şert û mercên objektîf ên taybetî gihîştine ye lê belê li ser wê yekê ye ku jin di nava civak, çand û afirîneriyê de cihê xwe yê xwezayî û mafdar bi dest bixin. Ev tenê dê bi hewldanên hevbeş ên jinan, xurtkirina hevkariyê û hevgirtinê di navbera nivîskar û afirînerên jin de û xebata ji bo xêzkirina nexşeriyek zelal ku şert û mercên jinan bi riya nivîsandinê diyar dike, were bidestxistin.