“Ez dixwazim gotinên stranên ku dibêjim bi xwe binivîsim”

Tanya Salih dibêje ku di stranên xwe de bal dikşîne ser hestên her kesê û tiştên ku ew di jiyanê de jê hez nakin, wekî bêhna amûrên paqijkirinê û gemara li kolanan an jî diyarkirina rengê şîn ji bo zarokên kur û rengê pempe ji bo zarokên keç.

KAROLÎN BIZΠ
Beyrûd- Tanya Salih bi albuma xwe ya stranan ku li cîhana Ereban kêm tê dîtin hunermendeke jin a, peyvên stranên xwe bi xwe dinivîse ye. Ji ber ku mêr pir ditirsin jin di vî warî de li şûna wan cih bigrin. Tanya dide nîşandan ku jin her rastgo ye, mirov dikare hestên wê veguherîne. Bi çîrokên ku ji jiyana xwe ya şexsî veguherandiye û ji jinên li derdora xwe girtiye Album" 10 M" deh sal a hunermenda Lubnanê Tanya Salih derket.
M 10 têkeleke di navbera girî û ken, evîn û lêgerîna wî de ya heta ku bigihîje ewlehiyê lê êşa ku jin di vî beşî de bergirî dibe ji kar tune nabe.
“Ez jineke serbixwe me ne bextewar ne jî xemgîn im”
Bi zelaliya dengê xwe yê ku di medyaya civakî de derket Tanya ji ajansa me re dibêje "Demeke dirêj e ku ez dixwazim li ser mijara berdanê biaxivim lê vê yekê demeke dirêj xwest heta ku ez ji şoka wê derkevim. Zorî di her du salên berdanê yên pêşîn de bûn, min di wê demê de ji bo zarokên xwe xwest vê yekê bi hêsanî derbas bikim. Piştî ku ez ji wê rewşê derketim min hewl da ez careke din hêza xwe vegerînim lê ez qet nefikirîbûm ku ez ê stranan çêbikim.
Piştî ku zarokên min mezin bûn ez bi westandinê hesiyam û min hîs kir ku ew ê dûrî min bikevin û ez ê tenê bimînim. Piştre ez li xwe vegeriyam û min ji xwe pirsî ku dê çi were serê wan jinên ku wek rewşa min derbas kirine. Min karibû bi dehan çîrokên ku nêrîna min der barê jiyanê de digrin nav xwe kom bikira. Ew jî nêrîna jineke serbixwe bû lê ne kêfxweş ne jî xemgîn e û pêşerojeke nediyar dijiya. Bi taybetî li bajarekî wek Lubnanê ku di aliyê misogeriya civakî û pirbûyînê de kêm maye. Ji bo wê min dît ku pêwîst e ez li ser vê mijarê biaxivim .
Tanya di strana xwe de bal kişand ser hestên her kesî û tiştên ku ew di jiyanê de jê hez nakin, wekî bêhna amûrên paqijkirinê û gemara li kolanan an jî diyarkirina rengê şîn ji bo xortan û rengê pempe jî ji bo keçan. Tanya muzîka ku li ser radyoyan tê weşandin jî ji bîr nekir ew dibêje ku hin radyo hene tenê stranên kevn û hin jî stranên nû diweşînin. Di dawî de em ên guhdervan in û tu radyo tune ye ku stranên em dixwazin guhdar bikin biweşîne.
Tanya di axaftina xwe de balê dikşîne ser mijarên din ku wê tengezar dikin wek rêbazên kesên dewlemend di van demên dawî de ku hezkirinê nadin mirovên belengaz. Ji bilî van jî pir mijarên berbelav li Lubnanê hene.
"El-Merweha" çîroka jinên pêncî salî ye
Strana “El-Merwerha” ji stranên herî bi êş a albumê ye ku tê de çîroka jinên temenê wan pêncî salî ye heye. Pêwîst e di vî temenî de qedr û qîmet ji jinan re were dayîn lê jin wê demê ji jiyana mêr tê dûrxistin ji ber ku ew ji xwe re li keçeke bîst salî digerin.
Stran "Rewşa me rewş e" rastiya aborî ya zor ku em li Lubnanê dijîn vedihuhezîne. Tanya Salih dibêje "Dema ku ez zewicîm min parçeyê sereke ji "Rewşa me rewş e" nîvîsand. Ji ber ku me aloziyeke madî jiya ku tê de danûstandinên me bi hev re xirab bûn, jixwe me her du yan jî karekî sabît nedikir, rewş gelekî zor bû lê piştî belavbûna nexweşiya coronayê min stranên xwe berdewam kir û min dît ku dem guncew e ez wê derbixim ji ber ku ew stran rastiya em li Lubnanê dijîn derdixin holê.
“Jin girîngî didin şans û bextan ji bo wê jî hewce ye em vegerin xwezayê”
Lubnanî fêr bûne ku zanyarên biyanî bişopînin lê di strana Tanya Salih "Besare Berace" nêrîneke din heye ku em jin bêtir li ser şans û bextê kesê ku em pê re pêwendî dikin baldar in. Ez bawer dikim ku gelek jin dema li hev dicivin behsa mijara şans û bextan dikin. Ez bi xwe dema ku rastî kesê têm yekser bûrca wî dipirsim û dinêrim ka ew li gorî taybetmendiyên bûrca xwe ye yan na.
“Mêr nêrîna jinan rast be jî napejirînin”
Albûma çêkirî deh stranan digre nava xwe, straneke tenê bi zimanê Misrê ye û stranên din jî hemû bi zimanê Lubnanê ne. "Ente Rayih Fên" straneke Misrê ye ku li ser neqebûlkirina mêr ji nêrîna jinê re ye. Stran çîroka ahengerekî muzîkê vedibêje ku talîmatên hunermendek bi xwe strana xwe nivîsandî û awaz kirî red kiriye. Ji ber ku ew nêrîna wê napejirîne, li aliyê din stran dibe wêneyê kesê bi nêrîna xwe ve girêdayî derxe ber çav.
“A girîng ew e ku jin hestên xwe bi stranê bînin ziman”
Jin ji wan kesên ku pir kêm stranên xwe dinivîsin in. Ji ber wê ez bi israr im ku stranên xwe binivîsim ji ber ku ev yek kesayeta min bi hêz dike û naşibîne tu kesî. Di heman demê de axaftin hîn zêde rast dibe dema ku jin hestên xwe bi xwe binivîse. Pir kêm ji mêran li ser jinan nivîsî ne.
Tanya Salih dibêje ku civak qebûl nake jin stranan bi xwe çêbikin, ji ber ku mêr ji hebûna jinan ditirsin.
Tanya Salih albuma xwe ya nû ji wêneyên ku xêz kiriye veqetand da ku tê de hemû stranên xwe wergerîne û rûyê albumê jixwe daye xêzkirin û li kêleka wê jî deh find danîn û pênexist tenê wan dijmêre û dibêje ku ev find ji bo bidawîkirina jiyana min a hevjînî re delîl in, ne kêfxweşî, ne jî xemgînî. Ez naxwazim ku kes min lawaz an bi hêz bihesibîne, ez miroveke normal im, kêliyên lawazbûnê hene û kêliyên bi hêzbûnê jî hene.
“Ez bi modayê îtîmad nakim”
Dema ku em li ser muzîka li ser muzîka dîjîtal diaxivin yekser muzîka bilind tê hişê me lê bi albuma 10 M em bi zelalbûnê hîs dikin. Tanya Salih dibêje ku cureyên muzîka dîjîtal hene û divê hunermend zanibe ka çi dixwaze, ji ber piranî ciwanên hunermend berê xwe didin muzîka bilind, ji ber vê ez gelek li hunermendekî ku ez pê re muzîkî çêbikim geriyam. Muzîka dîjîtal li vir bi amûrên rojhilatî re dijî.
Tanya Salih, hunermenda serbixwe ku ji her hunera pêşkêş dike bawer e, difikire ku moda di dema niha de, çi di warê muzîkê de be, çi jî ji hêla kincên modayê de be, ji bedewiyê ber bi xirabiyê ve diçe, û ew piştrast dike ku ew her dem tiştê ji bo xwe guncew dibîne hildibijêre.