Endama Koma Govendê ya Çiyayê Kurmênc Sûad Mihemed

Endama Koma Govendê ya Çiyayê Kurmênc Sûad Mihemed bi temen 56 salî girêdana jinan a bi hunerê re pênase dike û diyar dike ku ew bê huner nikarin bijîn, ji ber civaka hunera xwe winda bike ew nikare ser piya bimîne.

Heleb - Di dema serweriya rejîma Beasê de, siyaseta pişaftina çandê li ser gelên herêmê dihat meşandin. Pir zehmet bû ku mirov bikaribin bi çanda xwe bijîn ango pênase bikin. Gelek mirovên Kurd ji ber gotina stranên Kurdî hatin binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Jina bi navê  Sûad Mihemed bi temenê 56 salî ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye û Endama Koma Govendê ya Çiyayê Kurmênc li Herêma Efrînê ye. Heya niha Sûad bi gerandina govenda Kurdî hunerê diparêze û girêdana xwe bi çanda folklora Kurdî re pêşkêş dike. 
Bi rûniştandina pergala Xweseriya Demokratîk li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî hemû neteweyên di herêmê de dijîn bi çanda xwe dijîn û bi hev re parve dikin. Niha jî hemû navendên çand û hunerê di herêmê de çanda pêkhateyan digihîne hev û hemû reng tê de cihê xwe digirin. Têkildarî vê mijarê Endama Koma Govendê ya Çiyayê Kurmênc Sûad Mihemed girêdana jinan bi hunerê ve pênase kir.
Bingeha pêşxistina hunerê
Saûd Mihemed xebatên xwe yên hunerî di dema serweriya Rejîma Sûriyeyê de anî ziman û wiha dibêjê: "Di dema serweriya rejîma Sûriyeyê de me bi rengekî veşartî xebatên xwe dida meşandin. Li gor pêwîstiyan me xwe amade dikir û perwerde didîtin. Ji ber wê dema qedexe bû em navendekê vekin, me perwerdeyên xwe di malan de dibirin. Piraniya caran em diçûn gundê Korzêlê yê dikeve navçeya Şêrewaya li Efrînê, rewşa gundan ji ya bajaran baştir bû. Gelek hevalên me dihatin girtin û gelek caran jî şahî û munasebatên me ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve dihatin astengkirin. Tevî wê jî me xebatekî baş dida meşandin û ji bo vê pêşerojê me bingeh ava kir."
‘Em nikarin bê huner bijîn’ 
Sûad Mihemed destnîşan kir ku li ser belavbûna xebatên wan bi rewşa koçberiyê re û wiha pêde çû: "Piştî koçkirina ji Şehbayê re, heya demekê me zehmetî bi xebatên xwe re kişand. Me hinekî belavbûn jiya lê dîsa jî me endamên xwe komî hev kirin û me koma xwe ya folklorî zindî kir. Em bê huner nikarin bijîn, civaka ku hunera xwe winda bike ew civak nikare ser piya bimîne. Ji bo wê bi şert û mercên zehmet re jî em çand û hunera xwe diparêzin. Rast e em bi temen mezin bûne lê ew hezkirin û girêdana jinan bi çandê re hîn di dil û canê me de zindî ye. Niha min zarokên xwe jî tevli navenda çand û hunerê kirine. Ez dixwazim di mala min de jî hunermend û parezvanên çandê hebin."