Enas Al-Tamimi: Ji ber meraqa xwe ya şikildana modayê ez bûm profesyonel

Enas Al-Tamimi ji me re qala şikildana modayê û behremendiya zaroktiyê dike. Ew bi xêzkirina ramanên sade û xerîb tê naskirin û dibêje: "Min berê bi rengekî hêsan ramanên xwe xêz dikirin ku li gorî min ne girîng bû lê bi domandina demê re min ji xwe zêde fam kir û êdî bala xwe da ser pêşketina behremendiya xwe.”

Enas Al-Tamimi ji me re qala şikildana modayê û behremendiya zaroktiyê dike. Ew bi xêzkirina ramanên sade û xerîb tê naskirin û dibêje: "Min berê bi rengekî hêsan ramanên xwe xêz dikirin ku li gorî min ne girîng bû lê bi domandina  demê re min ji xwe zêde fam kir û êdî bala xwe da ser pêşketina behremendiya xwe.” 
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Hunera hilbijartina cilan tamek e lê ew veguheriye hunera hilbijartina trend û berbelav û ev e ya ku em di cîhana kincên amade yên îthalkirî de di nav markeyên ku bûne sponsorên fermî yên qeşengiyê de dibînin. Di nav markeyên pêşbaz û kincên amade de, cîhana şikildanê li Iraqê, di veqetandinê de, bi hemû rengên xwe xwedî hebûn, xwestek û ciyawaziyê ne. 
Ajansa me der barê hewesa şikldanê û asta pêşbaziya hilberînên herêmî li bazara kincan, bi Enas Al-Tamimi re hevdîtin kir. Enas Al-Tamimi di sala 1980 an de ji dayik bûye û bawernameya şikildana modeyê wergiritye.
“Min berê bi rengekî hêsan ramanên xwe xêz dikir”
Enas Al-Tamimi ji me re qala şikildana modayê û behremendiya zaroktiyê dike ku bi xêzkirina ramanên sade û xerîb ve tê naskirin û dibêje: "Min berê bi rengekî hêsan ramanên xwe xêz dikir ku li gorî min ne girîng bû lê bi domandina  demê re min ji xwe zêde fam kir û êdî bala xwe da ser pêşketina behremendiya xwe.” 
Mijar ji bo Enas Al-Tamimi girîngtir bû dema ku wê dest bi xêzkirina modelên taybet kir û dayika wê jî ev model dirûtin. Li ser wê demê dibêje; "Dayika min gelekî girîngî dide tiştên ku min xêz dikirin, wê bi plan û bi dilşadî didirût. Ev yek jî ji bo min piştgiriyeke mezin bû.” 
“Şikildan û afirandin pîşeyeke bi rengan re lihevhatî ye”
Piştî dûrbûna gelek salan ji ber xwendina akademîk, zewac, zarok û mezinkirina wan, Enas Al-Tamimi vedigere cîhana modayê ku navenda jiyana wê ya yekem e. Li vê yekê dibêje: "Şikildan û afirandin, pîşeyeke bi rengan re lihevhatî ye û balkişandina wê êdî ji bo min pêdivî ye, tevî cudahiya beşa min lê ez hewesa xwe ya di şikildanê de ji bîr nakim.” 
Bi piştgiriya xizm û hevalan, wê di Mala Moda ya li Iraqê de derfetek dît ku bi profesyonelî bixwîne da ku di şikildanê de afrîneriyê bike û bibe yek ji şikildanên Mala Moda Iraqê ya girêdayî Wezareta Çandê. Pêşandana yekem a şikildanên wê, veguheztinek mezin bû ji Enas Al-Tamimi re û wiha dibêje; "Pêşandana pêşîn ku min pêşkêş kir guheztina di xebata min de bû û şikildanên min ji ramanên ku li ser kaxezê hatine xêzkirin ber bi cilên cîbicikirî ve çûn. Wê demê min hîs kir ku qumaş xwedî giyan in û xemla xwe daye wan.” 
Enas Al-Tamimi dibîne ku warê şikildanê mafê xwe li Iraqê negirtiye û dibêje; "Hunera şikildanê bingeha xwe li Iraqê negirtiye ji ber ku pir kes berhema îthalkirî dixwazin ji ber ku erzantir e. Kêm kes hene ku dixwazin şikildana xwe ya xwerû li xwe bikin, piraniya wan heta niha bi hewceyî çanda modayê û awayê lixwekirina wê ne.”
“Kel û pelên bê kalîte yên Tirkiyeyê bazara Iraqê dagir dikin”
Ew teqez dike ku pêkanîna projeyek taybet ji bo modayê xeternak e û wiha didomîne: "Sazkirina projeyek taybet hewceyê wêrekiyê yê ye ji ber ku em ne xwedan bazareke aram in, ew jî ji ber bêîstîqrariya rewşa aborî ye. Kelûpelên Tirkiyeyê yên qels bazara Iraqê dagir dikin.” Ji ber vê yekê, Enas Al-Tamimi dibîne ku xwelêgirtina folklora Iraqê, navdariyek mezin dide hilberandin û dibêje; "Cil û bergên folklorî girîngiyeke wan a mezin heye û meylek mezin ji hêla şikildanan ve heye ku wan bi cih bînin ji ber ku ev kinc zû tên çêkirin û bi sûd in.”
Enas Al-Tamimi di warê şikildanê de afirîneriya xwe didomîne û wiha ji me re qala awayê afirandina raman û rengan dike; "Dibe ku ramanek nenas ji dîmenek naskirî were, ev bi asta ramana mirov ve girêdayî ye.” 
Di van demên dawî de, meyl heye ku jin û mêr di şikildanê de bibin profesyonel lê belê, Enas Al-Tamimi bi serkeftina jinan di vî warî de bawer dike û wiha bi dawî dike: "Di astek mezin de, jin dikarin di warê şikildanê de afrîner bin ji ber ku jin ji kesayetiya xwe û danûstandinên xwe yên bi jîngehê re ji hûrguliyan hez dikin. Zilam nikarin li hemberî wan bi ser bikevin.”
https://www.youtube.com/watch?v=wYjn9_BegP0