Sitiya Nexşa klîba helbesta Rêber Abdullah Ocalan kişand
Sitiya Nexşa helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û klîbek ji bo helbestê amade kir.
Şengal – Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa di çarçoveya xebatên xwe yên hunerî de deng da helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di manîfestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratik de nivisîbû û klîbek jê re amade kir. Klîb, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat weşandin.
Helbesta bi navê “Asîmanê Azada ji aliyê endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Sosin Seydo ve hat xwendin. Klîb li gundê Barê yê li Şengalê hat kişandin. Zarokên ku di klîbê de cih digrin endamên koma zarokan a Hêviyên Şengalê ne.
“Tiştekı̂ ku her dem tînim bı̂ra xwe heye;
Ez biçim gundê xwe,
Bi azad ez ê li ewran binêrim
Li hemû riyên ku di zarokatiyê de tê de meşiyame
Bi meşeke azadiyê ya xweşik bersiv bidim.
Li hemû çemên ku dadiketimê
Li wan zeviyên ku min bêhna wean digirt hêj bi azad binêrim bêhn bikim
Û kelecana dinyayê bidimê
Ewqas em têdikoşin ya!
Di dawı̂ de nêrı̂neke azad
Ruhekı̂ azad, wateyeke hûr û kûr
Gerdûnê û ası̂man fêm dikim
Ma ji vê hêjatir çi heye?
Bêhna axê digrim,
Ma ji vê hêjatir çi ye?
Û pêwendiyên bi ı̂nsanan re
Ma ji vê bi kelecantir çi heye?
Û lı̂stokên min dilı̂stin
Li wan çeman, li wan giran
Jinûve dı̂dariya bi zarokan re
Çiqas kelecanê dide?
Û dı̂dariyên azad ên bi jinan re
Vaye tam ji wê dı̂rokê ve
Tişta xwedawend aniye ziman
Bedela vê têkoşı̂nê nêrîna bi azad a li cîhanê ye.”
Rêber Abdullah Ocala