Dîroka ku nehatiye nivîsandin bi dengbêjiyê tê vegotin

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çanda dengbêjiyê zindî dihêlin û ji bo pêşxistina vê çanda qedîm keda giran biha didin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Dengbêjî, stranên kevneşopiya çanda Kurdî ne ku bûyerên evînî, lehengî û hwd. bi stranên bê enstruman ji aliyê hunermendên dengbêj ve hatine gotin û heta roja îro mane. Dengbejên Kurd li ser gelek bûyerên dîrokî helbestên xwe nivîsîne û gelek bûyerên ku di dîroka dawiyê de qewimîne hatine qeydkirin. Çand û zimanê Kurdî di hêla dengbêjiyê da ango di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan da gelek dewlemend e. Zimanê Kurdî bi gotinên dengbêjan heta roja îro hatiye û winda nebûye. Bi saya wan kilamên dengbêjiyê hê jî weke dîrokek zindî cihê xwe digre û ji bo nifşên nû dibe çavkaniya berdewamkirina çanda dengbêjiyê.

Besê Budak ku yek ji jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî ji bo pêşxistin û mezinkirina çanda dengbêjiyê bi salan e kedê dide. Besê Budak a çanda dengbêjiyê zindî dihêle ji ajansa me re axivî û bang li jin û ciwanên gelê Kurd lir ku bi dengbêjiyê çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin.

Besê Budak di destpêka axaftinên xwe de qala xwezaya gundê xwe kir û got: “Besta herêmeke fireh û bi daristan e. Cihê çandinî û xwedîkirina sewalan e. Jiyana wê derê gelek xweş e lê wê demê me zêde qedrê wê nizanibû, piştî ku em ketin riya penaberiyê, em nû bi nirxê wê hesiyan. Di daristana li gundê me de darên gelek kevnar xwezayî hebûn ango ne çêkirî bûn, weke darên kezwanan, rêlî hebûn, dara gûhîjan û karçik hebûn. Biharan dema darên rêlî kulîlkên xwe vedikirin spî dibûn, wek berfê xuya dikirin û darên din xuya nedikirin. Ji hêla xwezaya xwe ve gelek xweş bû.”

‘Hemû stranên ku di şahiyên me de dihatin gotin bi devkî bûn’

Besê Budak diyar kir ku dema zarok bûn li gundê wan şahiyek çêdibû ew jî diçûn wê derê û bi guhdarîkirina stranên mezinan ew jî hînî dengbêjiyê bûn û got: “Li gundê me piranî stranên dengbêjiyê di şahiyan de dihatin gotin. Mînak dema yekê bûkek di biharê de bixwesta heta payîzê li ber deriyê wan şahî hebû. Hemû ciwan kom dibûn û govendê digirtin. Hemû stranên ku di şahiyên me de dihatin gotin bi devkî bûn û hemu stranên çanda berê bûn. Dema jinan digotin mêran çi wan dizivirand, dema mêran digotin jinan li wan dizivirand. Du yan jî sê saetan li pey hev digotin û govenda xwe bernedidan. Hemû bi stranên dengbêjiyê bûn. Weke zarok û ciwanan em li pişt govendê yan jî li nav govendê bûn, me destên hev digirt û ji xwe re dubare dikir, ji bo ku em fêr bibin.”

‘Ji bo dengbêjiyê dayikên me keda mezin dane’

Besê Budak destnîşan kir ku ji bo pêşxistina çanda dengbêjiyê keda giranbiha hatine dayîn û got: “Ev çand ne bi rehetî û hêsanî hatiye bidestxistin. Dayik û bavên me kedên mezin û giran dane ku heta roja îro li ser lingan maye. Gelê Kurd bi çanda dengbêjiyê xwe nas kiriye. Bi vê çandê ziman, bêrîkirin, heyranok û payîzokên xwe vegotine û her cure stran di nava vê çanda dengbêjiyê de cihê xwe girtiye. Divê em nehêlin ev çand were windakirin ji ber ku ger çanda dengbêjiyê winda bibe zimanê me, nasname û hebûna me jî wê winda bibin û asîmîle bibin.”

‘Bi kerpîçên ji axê me cihê çandê çêkir’

Besê Budak di berdewama axaftina xwe de da diyarkirin ku piştî hatine wargeha Mexmûrê dest bi çanda dengbêjiyê kiriye û got: “Piştî ku hinek jiyan li vir hat rûniştandin, gotin em ê çandê ava bikin. Li wargehên din jî ev çand hebû lê ez nediçûm ji ber ku zarokên min biçûk bûn. Piştî ku em li wargehê bi cih bûn ji bo avê tankên mezin dihatin. Li ber wan tankan erd kolan û ava ji ber diçû tê de kom dibû. Bi wê avê jî kerpîçên ji axê çêdikirin û bi vî awayî cihê çandê çêkirin. Wê demê me tenê odeyek çêkir, odeya dengbêjan. Wê demê di destpêkê de ez neçûm ji ber ku min kar dikir lê hevalek min li wê derê hebû gelek dixwest ez biçim. Ji bo wê ez jî çûm û heta niha jî vî karî didomînim. Ez diçûm min karê xwe jî dikir û piştre diçûm çandê. Me ji xwe re stranan digot, me klîban amade kirin, bernameyan çêdikir, me şevek ji xwe re diyar dikir û em dihatin provayan.”

‘Çanda dengbêjiyê ya dayikan e û bi saya wan heta îro maye’

Besê Budak di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir û got: “Em gelek kêfxweş dibin dema dibînin ciwanek an jî zarokek çanda me ya dengbêjiyê zindî dihêle. Ji ber ku hêdî hêdî ber bi tunebunê ve diçe. Ger em çanda xwe ji dest bidin em ê bi xwe jî winda bibin. Ji ber ku çanda me nasnameya me, ziman û hebûna me ye. Berê mejiyê mirovan vekirî bû tiştên weke televîzyon, înternet û telefon tunebûn, ji bo wê bi hest û mejiyek vekirî mirovan ji xwe re dengbêjiyê digirt. Niha zêdetir dayikên me xwedî li çanda dengbêjiyê derdikevin. Dema zarokên xwe di landikan de di xew de dikirin dilorandin, li ser zarok, ciwan û êşên xwe xerîbiyan digotin. Ango çanda dengbêjiyê ya dayikê ye û dayikan vê çandê parastiye. Ez bang li hemû ciwan, dayik û bavên me yên dengbêj dikim ku çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin, fêrî zarokên xwe bikin û bidin pêş.”