Di sînemayê de têkoşîna jinên Rojhilat û Îranê

Berê jin di sînemayê de bi rolên kevneşopî û qalibperest derdiketin. Bi têkoşîna jinan a di salên borî de bi bi cesareta ku jin ji serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ wergirtin, jinên Roljihatê Kurdistanê û Îranê di sînemayê de serkeftinên berçav bi dest xistin.

EFSUN EFŞARÎ

Yekem xuyabûna jinan di sînemaya Îranê de vedigere sala 1894 ’an, di fîlma “Keça Lor” de ku Rohangiz Samîncad dileyize çêdibe. Piştî şoreşa Îranê ya sala 1957’an, rol û hebûna jinê di sînemayê de ji polîtîkayên zayendperest ên dewletê bandor bû. Mînak di fîlma “Keça Lor” de behsa hebûna jinan weke karakterên sereke nayê kirin. Fîlma “Keça Lor” ji aliyê Şahê Îranê Pehlewî ve hatiye çêkirin. Pehlewî bi reya we filmê têkoşîn û berxwedana jina jir Qedem Xêr Loristanî hedef digre û modela jin û civakê ya li gorî civaka kapîtalîst pêşkêş dikê. Herî zede jî bi reya sinema erişê jinên Lor dikê.

Ji ber nîşandana fîlmên ku li gorî pîvanên nû yên Komara Îslamî ne, gelek sînema hatin girtin. Her wiha di fîlm û sînemayan de hebûna jinan di cil û bergên eşkere de hate rexnekirin û gelek qedexe hatin danîn.

Qedexeya li ser sînemayê

Di vê serdemê de gelek sînema hatin şewitandin û fîlmên beriya şoreşê wek sembolên fesadî û fuhûşê hatin dîtin. Xumeynî di axaftinên xwe de sînemaya ‘beriya şoreşê’ weke ‘navenda fuhûşê’ bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku divê sînema ji roja yekem ve xizmeta Îslamê bike û ji aliyê dewletê ve bê yekdestdarkirin. Ev siyaseta ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li hember sînemayê hatiye sepandin, bû sedema tasfiye kirine ke berfereh ya sînemayê û gelek lîstikvan û derhênerên navdar ên wê serdemê hatin qedexekirin an jî neçar bûn ji welêt derkevin.

Van guhertinan bû sedem ku sînemaya Îranê berê xwe bide fîlmên bi temaya şoreşa îslamî û gelek fîlmên kevn hatin qedexekirin.

Li cîhanê jin di sînemayê de ne tenê weke lîstikvan, weke derhêner, nivîskar, çêker û gelek qadên din jî cih digirin. Lê jin di cîhanê de hîn jî di qada sînemayê de zehmetiyên nêzîkatiyên zayendperest dijîn.

Rola jinê di sînemaya Îranê de ji destpêka xwe ve heta niha rastî gelek guhertinan hatiye. Li jêr ez ê behsa hinek ji van geşedanan û rolên girîng ên jinan di sînemaya Îranê de bikim:

Serdema berî şoreşa Îslamî (1957)

* Roohangiz Saminejad: Yekem lîstikvanê Îranî yê ku di fîlma "Keça Lêr" (1894) de lîstiye. Ev fîlm wek yekem filmê dengbêjî yê Îranê tê naskirin.

* Forugh Ferroxzad: Helbestvan û fîlmçêkerê bi navûdeng ku bi belgefîlma "Mala Reş" (1923) navdar bû. Ev fîlm yek ji berhemên girîng ên sînemaya belgeyî ya Îranê ye.

1979: Destkeftên jinan di warê sînemayê de di dema şoreşa Îslamî û piştî wê de

* Roxşan Benî Etemad: Yek ji navdartirîn derhênerên jin ên îranî, ku bi fîlmên wekî "Narges" (1950) û "Xatûna Erdîbeheşt" (1956) navdar bû. Di fîlmên xwe de bi pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên jinan re mijûl dibe.

* Tehmîne Mîlanî: Derhêner û nivîskara ku bi fîlmên "Du Jin" (1957) û "Nîve Veşartî" (1960) behsa mafên jinan û pirsgirêkên civakî kiriye.

* Manîje Hîkmet: Derhêner û berhemhêner ku bi fîlma xwe ya bi navê “Zindana Jinan” (1959) behsa mijarên mafên mirovan û rewşa jinan di girtîgehên Îranê de kiriye.

Di sînemayê de jin bi gelek astengiyan re rû bi rû tên

Beriya şoreşa 1938’an, jin di sînemayê de bi wêneyên kevneşopî û klîşeyê derdiketin. Tevî gelek astengiyên ku jinên Îranê di nava bîst salên dawî de di warê sînemayê de bi dest xistine, rêjeya derhênerên jin di sînemaya Îranê de ji welatên rojava zêdetir zêde bûye.

Her wiha jin di sînemaya Îranê de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin, di serî de sansur. Van qedexeyan çarçoveya fîliman, lîstikvan û tewra mijarên wan jî dihewîne.

Di sînemayê de karakterên kevneşopî yên wekî dê, jin û keç li ser jinan tên ferzkirin.

Daxuyaniya sînemageran

Di sala 1981’an de zêdetirî 800 jinên sînemager ên Îranî daxwaznameyek îmze kirin û daxwaz kirin ku tundî, tacîz û şantajên zayendî li sînema û şanoya Îranê bi dawî bibe. Ev daxuyanî bû sedema bertekên berfireh û hin jinên îmzekar rastî gef û zextan hatin.

Li hember vê daxuyaniyê de, Mihemed Husên Ferahbax, yek ji berhemhênerên sînemaya Îranê, daxwaza cezakirina van jinan û qamçiyan kir û ew bi xiyanetê li sînemayê tawanbar kirin. Ev daxuyanî berxwedana hin koman li hember guhertin û reformên sînemaya Îranê nîşan dide.

Her weha li Îranê, fîlmçêker û aktorên jin rastî gelek kêşeyên civakî û çandî tên ku dikarin bandorê li kar û jiyana wan bike.  Jin ji bo vê di qadên sînemayê de, bi mijarên fîlmên ku hildibijêrin têdikoşin. Di vê wateyê de giranî li ser jin û berhemên sînemayê yên bi temaya civakê tê girtin. Li ser mijarên wekî mafên jinan, zehmetiyên civakî, rola jinê di civakê de cih digire û hewl dide têkoşîna jinê bigihîne temaşevanan.

Lê jinên îranî bi hewl û sekna xwe, di warê lîstina rolên aloztir û realîst di warên curbicur ên sînemayê de, ji wan derhênerî, nivîskarî û lîstikvaniyê, serkeftineke berçav bi dest xistine. Jinan di sînemaya Îranê de rolên curbecur û girîng lîstine û bi demê re di vî warî de ji bo xwe cih girtine.

Li jêr em behsa çend aliyên girîng ên rola jinan di fîlmên Îranê de dikin:

Rolên lîstikvaniyê

Jinên Îranî di fîlmên cuda de, ji rolên kevneşopî heta rolên malbatî û karakterên tevlihev û nûjen, rolên curbecur lîstine. Lîstikvanên wek Nîkî Kerîmî, Hadîh Tehranî, Taraneh Elîdostî û Leyla Hatemî bi lîstikên xwe yên bi heybet ve bala cîhanê kişandin ser xwe.

Derhênerî û nivîsandin

Di salên dawî de hejmara derhêner û nivîskarên jin di sînemaya Îranê de zêde bûye. Derhênerên wek Roxşan Benî-Etmad, Tehmîne Mîlanî û Nergês Abiyar bi çêkirina fîlmên bi bandor û serkeftî di guhertina helwest û nûnertiya jinan di sînemayê de roleke girîng lîstin.

‘Jin Jiyan Azadî’ cesaret da sinema Îranê

Di van salên dawî de sînemagerên jin ên Îranî di xwepêşandanên li dijî newekhevî û neheqiyê de roleke girîng lîstin.

Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, jinan dest bi serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” kirin. Gelek jinên di qada sînemayê de piştgiriya xwe ya ji bo vê şoreşê anîn ziman û kefenê xwe rakirin.

Şoreşa çandê ya ku li Îranê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li Îranê pêk hat û hê jî didome, bû sedem ku li dijî baviksalarî û kapîtalîzmê li ber xwe bidin û li ber xwe bidin.

Vê berxwedanê di qada sînemayê de cesaret da jinan.