Di roja sêyemîn ya festîvalê de şanoya "Çinîna dujehê"

Yekemîn festîvala Şano ya Bakurê Sûriyê didome. Di roja sêyemîn ya festîvalê de bajarê Tebqa yê bi riya şanoya bi navê "Çinîna dujehê" beşdar bû.

 
Kobanê - Festîvala Şano ya bi navê "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" ku ji aliyê Desteya Çandê ya herêma Firatê û bi alîkariya Tevgera Mezebotamya ya Çand û Hûnera Demokratîk ve hatiye rêxstin kirin, di roja sêyemîn de didome.  
Di festîvala ku li navneda Çand û Hûnera Baqî Xido ya kantona Kobanê tê li darxistin, koma şano ya navenda çand û hûnera bajarê Tebqa yê derket ser dikê. Koma Tebqa şanoya bi navê "Çinîna dujehê" ku behsa aloziya Sûriyê, qetilkirin û wêraniyê dike pêşkêşî şanohezan kir. 
"Festîval derfeta pêkêşkirina hunera veşartî ye"
Endama navenda çand û hûnera bajarê Tebqa Fatma El-Hesen behsa festîval û beşdarbûna xwe ya festîfalê kir û got: "Beşdarbûna me di roja sêyemîn de ye ku me şanoya "çinîna dujehê" pêkêş kir. Em dixwezin bi riya vê şanoyê rastî, azar û êşên ku di nava van salên aloziya Sûriyê de hat jiyîn, nîşan bidin. Li darketina festîvaleke bi vî rengî cihê kêfxweşiyê ye, her wisa ji bo me derfete ku em bi karbin hunera xwe ya şanoyê ji tevahî gelê herêmê re raghînin."
"Gaveke girîng e"
Rojgiriya Mihemed a beşdarî festîvalê bû jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em di destpêkê de vê festîvalê pîroz dikin û gelek girîng dibînin. Ev çend rojin destpê kiriye, heta niha jî bi rengekî serkeftî berdewam dike. Bi riya vê festîvalê her pêkhateyek êş û zordariya ku jiyan kiriye dighîne pêkhateyên din. Ev yek jî di şanoya ku ji aliyê bajarê Tebqa yê ve hat nîşan dan, diyar bû."