Di pêşengeha hunera şêwekariyê de her tabloyek çîrokek cuda ye
Şêwekarên jin ên ku beşdarî pêşengeha hunera şêwekariyê bûne diyar kirin ku xêzkirina tabloyan îfadeya hêstan e.
Şêwekarên jin ên ku beşdarî pêşengeha hunera şêwekariyê bûne diyar kirin ku xêzkirina tabloyan îfadeya hêstan e.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Piştî Komxebata Rojava ya Hunera şêwekariyê ku bi dirûşmeya"Pirrengiya me çavkaniya bedewbûn û hêza me ye.. bi hev re em hunerê bikin buhara dilan" di 6'ê gulanê li Tebqa hatibû li dar xistin. Di 18’ê Gulanê de 5’emîn Pêşengeha Hunera şêwekariyê bi dirûşmeya “Hemerengiya me jêdera bedawî û hêza me ye, bi hev re em ê hunerê bikin buhara dilan” li navenda Çand û Huner a Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate vekirin. Di nava pêşengehê de 128 şêwekar bi tablo û mijarên xwe yên cuda beşdarî pêşengehê bûn, ji wan jî hejmareke baş jin in. Girêdayî mijarê şêwekarên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşengehê bûn ji me re li ser tablo û mjarên xwe axivîn.
"Tabloya xwedawenda xweşikbûna jinê Vînos"
Jina ciwan a bi navê Solîn Osê ku ev 6 salin hunera şêwekariyê û ya bedew dixwîne û 23 salî ye bi tabloya xwe ya xwedawend Vînos, xwedawenda xweşikbûnê beşdarî pêşengehê bûye, wiha behsa tabloya xwe dike: "Ji 14 saliya xwe de ez wêneyan xêz dikim û hezkirinek min jê re heye. Dema ku ez zarok bûm, weke her zarokekî min tenê resim ji xwe re xêzdikir, êdî bi demê re pêşketin bi min re çêbû. Kesên ku piştgirtiya min kir, malbat û hevalên min bû. Desteya çandê ya herêma Cizîrê min vexwendin ku ez beşdarî komxebata Rojava ya 3’e mîn li Tebqa bibim, derdora heftiyekê em li Tebqa man û me li ser wêneyan, xwe perwerde dikir û tablo xêz kir. Ez tabloyên xwe bi rengekî akademîk û bi rengê zeytî û di nava hefteyekê de xêz dikim. Mijarên ku ez xêz dikim pirrengiya huner û civakê ye. Niha jî ez bi peykera xwedawend Vînosê beşdarî pêşengehê bûme. Xwedawend Vînos li yûnanê ye û xwedevandek gelek bedewe, loma min xwest wê xêz bikim. Bi vê tabloyê min di şexsê Xwedawend Vînosê de bedewiya hemû jinan xêz kir. Derveyî vê tabloyê, ez ser êş û zilma ku li ser jinê ji aliyê civakê ve hatiye meşandin xêz dikim. Xêzkirin îfadeya hêstane û ez bi van tabloyan reng, xweşî û netewiya jinê nîşanî tevahî kesan dikim."
"Êş, zehmetî û hêvî di tabloyê de nîşand dide"
Her wiha şêwekara bi navê Hêva Ismaîl a ji bajarê Kobanê ye ku ev 3'ê salin karê şêwekariyê dike û bi tabloya xwe ya êş û hêvî ku di 4 saetan de xêz kir beşdarî pêşengehê bûye wiha qal dike: "Ez wek şêwekarek jin, gelek caran bi tabloyên xwe beşdarî pêşengehan bûme. Di vê pêşengehê de min tabloyek ji êş û hêviyan xêz kir, ji ber ku em kurd ji zaroktiya xwe de û heta ku em mezin bûn jî, em gelekî bi êş, zehmetî û koçberî re rû bi rû man. Li hemberî van êş û zehmetiyên ku me kişandin jî, me tucarî hêviyên xwe qut nekirin, hertim em bi hêvî bûn, loma jî min xwest ez vê rastiyê di tabloya xwe de nîşan bidim ku em kurd tucarî hêviyên me qut nebûn û nabin. Min di tabloyê de mirovek bi temen mezin xêz kiriye ku di çavên wî de êş heye û di rûyê wî de jî diyar dibe ku çiqasî bi temenê xwe mezin bûye û her qermîçokek di ruyî wî de wateyek wê heye. Her wiha li kêleka wî pencereyek ronahiyê heye, ew pencere jî hêviye. Min di tabloya xwe de bêhtir girîngî da rengan, ji ber rengên herî zêde wateyê dide tabloya min. Ji ber ku êş û kêfxweşiya me kurdan yeke, min xwest ez bi vê tabloyê beşdarî pêşengehê bibim. Ez spasiya her kesên ku piştgirtiya min kir, dikim. Banga min ji her kesên xwedî berhemin ewe ku li ser berhemên xwe kar bikin û xwe li pêş bixin."