Di pêşangeha hunerî ya Germiyanê de berhemê 24 jinan hat nasîn

Di pêşangeha hunerî ya Derbendîxanê de 24 jinên ciwan ên wênesaz tabloyên xwe pêşkêş kirin. Di pêşangehê de werzîşvanên bejdarî pêşbaziyên werzîşê bûne hatin xelatkirin û muzikên folklorî rengek cuda da hunera pêşangehê.

Di pêşangeha hunerî ya Derbendîxanê de 24 jinên ciwan ên wênesaz  tabloyên xwe pêşkêş kirin. Di pêşangehê de werzîşvanên bejdarî pêşbaziyên werzîşê bûne hatin xelatkirin û muzikên folklorî rengek cuda da hunera pêşangehê.

HEWAR MEHEMED

Germiyan - Pêşanga hunerî ji aliyê rêxistina ciwanan a girêdayî parastina zarokên Kurdistanê li baxçeyê Navendî yê bajaroka Derbendîxan a herêma Germiyanê hat li darxistin. Di pêşangehê de wêneyên 24 jinên ciwan ên wênesaz hat nîşandan û wênesazan bi awayek zindî tabloyên xwe xêz dikirin û didan nîşandan. Di heman demê de koma muzîkê ya Wefa Derbendîxan çend parçeyên muzîki yê folklora Kurdî pêşkêş kirin û bi muzikên xwe pêşangeh rengîn kirin. Mêhvanên ku bejdarî pêşangehê bûne demek xweş derbaz kirin.

Her wiha di pêşangehê de werzîşvanê bajaroka Derbendîxan ku bejdarî pêşbaziyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê bûne û di pêşbaziyan de pileyên baş bi dest xistine ji aliyê Navenda Ciwanan ve hatin xelatkirin. Navê hinek werzîşvanên hatin xelatkirin wiha ne; Beyan Heme Elî Hisên, Buşra Namiq, Bahar Hesên, Rajan Omer û Selam bûn.

“Xêzkirina gula nêrgizê hestek kêfxweşiyê bi min re çê dike”

Yek ji jinên ciwan ên berhemê xwe beşdarî pêşangehê bûye Fîrdevs Ebdul Bastî ya 19 salî, bi xwe ji Xaneqiyê ye nêzî 9 salane li bajarokê Derbendîxan dijî. Fîrdevs a di pêşangehê de hem wêneyên xwe dide nasîn hem jî di ber de gula nêrgizê xêz dike di derbarê pêşangehê û xebatên xwe yên hunerî de wiha dibêje: “Di pêşangehê de hemwelatî gelek keyfxweş bûn û destxweşî li tablo û hunera me kirin. Niha ez gula Nêrgîzê xîz dikim, ji ber Nêrgîz gulek gelek xweşike û ez gelek jê hez dikim, xwedî rengek sade û taybete. Bi xêzkirina wê ez gelek keyfxweş dibim. Bi rêya xêzkirina wêneyan min mamosta û hevalên baş nasî. Di vê pêşangehê de hestek gelek xweş û taybet bi min re çêbû.”

Di pêşangehê de hunerê du xwişkan

Du xwişkên cêwî yên bi navê Murdan Zahir û Şenge Zahir ên temenê wan 16 salîne bi hunera xwe ya cûda û xweşik reng dan pêşangehê. Murdan Zahira wiha behsa xebata xwe ya hunerî kir: “Ev sê sale ez xwe fêrî xêzkirina wêneyan dikim. Di vê demê de min karî astek baş bi dest bixim û bu xêzkirina wêneyan gelek keyfxweşim. Di vê pêşangehê de çend tabloyên min hene û hinek ji tabloyên min ji aliyê hemwelatiyan ve hatin kirin. Herî zêde jinên wênesaz bejdarî pêşangehê bûne, ev jî baldarî û girêdana jinan a bi hunerê re dide nîşandan.”

“Bi rêya muzikê peyama xwe didim”

Şenge Zahir jî sê sale di koma Muzîka Wefa Navenda Ciwanan de dixebite û ji wê bejdarî pêşangehê bûye, li gel koma xwe çend parçeyên muzîkên folklorî pêşkêş kir. Şenge wiha behsa hunera xwe ya di pêşangehê de kir: “Bejdarbûna jinan ji bo Muzikê kême, piştgirî ji bo bejdarbûna jinan a xebatên muzîkê nayê kirin. Kesê piştgirî neda min, min bi xwe bi xwestek muzik hilbijart, ji ber muzîk hestekî ruhiye divê mirov jê hez bike û bikare hestên mirovan bandor bike. Tiştên ku ez nikarim bi gotin bêjim, bi rêya muzikê tinîm ziman û bi rêya muzikê peyama xwe didim.”

Di pêşangehê de hemwelatiyên Derbendîxanê bi germî pêşwaziya hunera jinên ciwan kir û jinan bi cil û bergên resen yên Kurdî tabloyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.