Di navbera dika şanoyê û rastiya kolanê de

Hunermend Leyla El-Şabî bawer dike ku huner peyameke berxwedanê ya rastîn e. Ew bêdengiya hin hunermendan a li hemberî dozên welat û azadiyê rexne dike û bang li wan dike ku rola xwe ya civakî bi cih bînin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis Kokên berxwedana Tûnisê ya bi rêya hunerê, di kûrahiya dîrokê de ne. Li wir afirandin tu carî çalakiyeke veqetandî ji çarçoveya azadiya neteweyî û civakî nebûye. Hunermendên Tûnisî ji destpêka sedsala 20’an ve fêm kirin ku şano, gotin û awaz çekên wiha ne ku desthilatdarî nikare wan desteser bike.

Ji ber vê yekê, şanogerên pêşîn dika şanoyê wek trîbunekê bi kar anîn da ku serdestiya mêtingeriyê sînor bikin û nasnameyeke neteweyî ya hevpar ava bikin. Piştre ev rol di qonaxa piştî serxwebûnê de bipêş ket û veguherî ‘hunereke şoreşger’ ku rexneya siyasî û civakî bi zîrekiyeke mezin dikir.

Huner ji fonksiyona xwe ya şahiyê derbas dibe

Hunermendên Tûnisî bi dehsalan zimanekî şîfrekirî bipêş xistin ku pişta xwe dispart sembol, mecaz û têketina dîrokî. Ji bo ku peyamên hesreta azadî û dadweriya civakî di nav tora sansurê de derbas bikin. Wan êş û azarên rojane yên welatiyan veguherandin dramayeke mirovî ya ku teslîmbûnê red dike û bi biryardarî di dilê çalakiya giştî de dimîne. Di vê çarçovê de, huner ji fonksiyona xwe ya şahiyê derbas dibe û dibe ‘cîhê têkiliyê’ ya rojane bi rastiyê re. Li vir, berxwedan ne tenê bi naveroka hunerî ve sînordar e, di heman demê de helwesta exlaqî ya ku hunermend di qada giştî de nîşan dide jî vedihewîne.

Ev cureyê hunerê ku red dike bibe ‘kedîkirî’

Dîroka çandî ya Tûnisê, tijî navên wisa ye ku bawer dikirin bêdengiya afirîner têkçûnek e û ji bo civakê ye. Ji ber vê yekê, strana şoreşgerî û şanoya siyasî, bûn ew dengên ku dîroka mirovên marjînal û bindest belge kirin. Di demekê ku pirtûkên fermî ji kirina vê yekê bêzar û bêhêz bûn de wiha kirin. Ev cureyê hunerê ku red dike bibe ‘kedîkirî’ an jî tenê paşbendekî/ pêvekeke desthilatdariyê, hişt ku hunermendên Tûnisî her dem bibin armanceke daîmî ya astengiyan. Ew astengiyên ku afirîner rû bi rû dibin, ne tiştek e ji bilî belgeyek li ser zindîbûna rola wan û tekezî li ser wê yekê ye ku gotina azad û helwesta rastîn hîn jî wekî gefekê ne ji bo her kesê ku hewl dide rastiyê desteser bike an mantiqa yekfikriyê bisepîne.

Leyla El-Şabî: Rewşenbîrek çalakger

Ev pêvajoya têkoşînê bi zelalî di meşa heyî ya hunermend Leyla El-Şabî de xwe nîşan dide. Meşa ku tenê bi rola xwe ya wekî hunermendeke hêja têrker û bes nedît, lê belê hilbijart ku bibe “rewşenbîreke çalakger” ku xeman û pirsgirêkên kolanê tîne pêş û sînorên lîstikvaniya şanoyî ber bi çalakiya hemwelatîbûnê ya wêrek ve derbas dike. Leyla El-Şabî, bi rêya daxuyaniyên xwe û helwestên xwe yên eşkere, îro wekî berdewamiya wê dîroka hunermendê berxwedêr tê dîtin, yê ku red dike prensîbên xwe bi jêhatiyên derewîn biguherîne. Ev yek bû sedem ku ew rû bi rûyî pêlên astengkirina sîstematîk bê, ji dûrxistina pîşeyî dest pê dike û heya hewldanên reşkirina dîjîtal diçe.

Hilbijartina pîşeyî mîna peyamek e, ne mîna armancek e

Hunermend Leyla El-Şabî dibêje ku tevlîbûna wê ya ji beriya bi gelek salan a li cîhana lîstikvaniyê, ji valahiyê nehatiye û armanc ne tenê avakirina “kariyereke” hunerî bi xwe an bidestxistina qezancên madî bûye. Ji destpêka rêwîtiya xwe ve, şano ji bo wê “hilgira peyamekê” û amûreke stratejîk bû ji bo avakirina pira pêwendiyê ya bi hemû çîn û beşên civaka Tûnisê re. Ew tîne ziman ku çawa wê ev rêya dijwar tercîh kiriye û dibêje “ji ber ku min tê de derfetek rastîn didît. Ji bo çêkirina bandorek berbiçav, dûrî şewqa derewîn a pîşeyên din ên ku di wê demê de ji bo min wek vebijark hebûn.”

Ev berhem ne tenê pêşandaneke şahiyê bû

Ew rawestgehên girîng di dîroka şanoya Tûnisê de bi bîr tîne. Bi taybetî tecrûbeya xwe ya di şanoya “Leyla û Gur” a di sala 1997’an de. Leyla, wê wek yekem şanoya “One Woman Show” a jinan a li Tûnisê bi nav dike. Ev berhem ne tenê pêşandaneke şahiyê bû. Her wiha ew “destwerdanek” bû li nav tiştê ku li hember wan bêdeng dima, li ser tiştên ku qedexe bûn û li ser wan bêdengî hebû. Tê de wê karî gelek “tabûyan” bişkîne. Leyla El-Şabî lê mikur hat ku cewherê rola ku wê hilbijartibû dilê her kesî xweş nedikir. Leyla dibêje “Li gorî nêrîna min, ev yek pêwîst bû ji bo rûbirûbûna ‘girtîbûna’ fikrî ya ku di wê demê de derdora rastiya siyasî û civakî girtibû.”

Piştî 2011’an rêwîtiya lêgerîna li ‘Rûmetê’

Leyla El-Şabî di axaftina xwe de derbasî qonaxa piştî sala 2011’an dibe, ku tê de rewşa giştî bi tonek tije xem û analîzeke kûr pênase dike. Ew dibîne ku şert û merc bi berdewamî ber bi “xirabtirbûn û biçûkxistinê” ve çûne. Ji bo wê, ev kêmasî ne ji ber aliyekî diyar tenê bû. Her wiha, encama nekarîbûneke giştî bû ji bo dabînkirina daxwazên bingehîn ên gel ên ku Tûnisiyan bang dikirin: azadî, azadiya derbirînê, kar, rûmet û serweriya neteweyî. Ew dihesibîne ku “xewna pêşveçûnê” rûbirûyî rewşeke “paşveçûn û hilweşînê” bûye, ya ku daxwazên wiha pir dijwar kiriye.

Ji 18 saliya xwe ve tevlî xwepêşandanan bû

Leyla El-Şabî xeteke zelal di navbera “piştgiriya ramanan” û “dildariya ji bo partiyan” de datîne. Ew tekez dike ku ji temenê 18 saliyê ve bi hişmendiyeke tam derketiye xwepêşandanên siyasî, dûrî her girêdaneke partiyî sekiniye. Ew destnîşan dike ku tu carî nebûye parçeyek ji “liv u tevgera siyasî ya partiyan”, lê her dem ji nêrîneke serbixwe dest pê kiriye. Ew bi zelalî lê zêde dike ku dema li cem kesayetiyek giştî wekî “Mamoste Ebîr Mûsî” radiweste, ew vê yekê “wekî piştgiriya ramanên wê dike, ne wekî alîgiriya partiyekê” rave dike ku ew ne endama tu rêxistineke partiyî ye û tu carî nebûye perçeyek ji “sîstema partiyan” ya kevneşopî. Ew destnîşan dike ku ew ê li ser prensîba xwe ya berxwedanê dilsoz bimîne û hêza xwe ji wê baweriyê digre ku divê hunermend ne tenê lîstikvanê rolan be û tîne ziman ku “her wiha bibe şahidê serdemê xwe û dengê kesên bêdeng, heta di bin şert û mercên herî dijwar de jî.”

‘Tirs ne rêya azadkirina welatan e’

Ew tekez dike ku destpêşxeriya wê ne ji nêrîneke partiyan a teng tê, bangeke giştî ya ji bo pabendbûna bi azadiyê û sepandina qanûnê ye. Ew, wek yekane stûna ku aramiya dewletê garantî dike ye. Ew di pey re derbasî axaftina li ser Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dibe û wê ji aliyê prosedur û rewabûnê ve wekî “pûçbûneke qanûnî” dihesibîne. Ew nêrîna xwe bi vî rengî diparêze ku vê desteyê nîvê xwe yê qanûnî temam nekiriye û ne encama hilbijartinên demokratîk ên navxweyî bûye. Her wiha qanûna hilbijartinê ya ku berê hatibû pejirandin binpê kiriye. Ev yek dihêle her tiştê ji wê derdikeve, rewabûna xwe winda bike.

Tu cureyê reşkirin an astengkirina li ser karê xwe qebûl nake

Ew her wiha nerazîbûna xwe li hember “pêpeskirina” desthilatdariyê li ser qanûna Dadgeha Îdarî tîne ziman. Hin kiryarên di hundirê meclîsê de rexne dike ku derbê li cewherê rewabûna hilbijartinan didin. Ew diyar dike ku wê li gel Mamoste Hisên El-Hamî li pêşberî desteyê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistiye, da ku redkirina xwe ya tund li hember van binpêkirinan nîşan bidin. Ew dibêje ku wekî hemwelatiyeke Tûnisî ya azad, ew tu cureyê reşkirin an astengkirina li ser karê xwe qebûl nake. Her wiha dihesibîne ku hewldanên wiha wê ji parastina mafên welatiyan di hilbijartina nûnerên xwe û derbirîna ramanên xwe de sar nakin. Ew sînordarkirina qadên ji bo civaka sivîl û astengkirina festîvalên çandî yên ku di zengînkirina qada çandî û ronakbîriyê de li Tûnisê beşdar bûn, şermezar dike.

Soza parastina hêza xwe daye xwe

 Ew rewşa heyî wekî rewşeke ku ji têgeha dîktatoriyê derbas dibe û dighîje tiştê ku wê wekî ‘Teokrasî’ bi nav kiriye pênase dike. Dihesibîne ku ev kiryar li gora destkeftiyên gelê Tûnisê nînin û beşdariyê di avakirina tu serkeftinên rastîn de li welat nakin. Di çarçoveya tekezkiya li ser aramiya helwestên xwe de, ew destnîşan dike ku her gazîkirineke ewlehiyê an şopandineke qanûnî, wê baweriyên wê yên kûr ên li ser pêwîstiya vegerandina meşa demokratîk neguhere. Ew hişyariyê dide ji encamên berdewambûna marjînalkirina rola civaka sivîl, ku wekî lûleya ewlehiyê ye li dijî xwarbûnên desthilatdariyê. Ew tekez dike ku xebata mafên mirovan her çend rûbirûyî zextên zede jî bê, ewê bi hêz bimîne.

Ya girîng ew e ku em doza welatekî hildigirin

Ew “şerma” xwe ya îro li Tûnisê ji ber girêdana xwe ya bi qada çandê re tîne ziman. Ji ber ku hinek hene ku bi bêdengî û radestbûna xwe gelê Tûnisê bi tenê hiştin û xapandin. Ew dihesibîne ku ev yek cihê şermezariyê ye ku hunermend îro tevî astengiyan û karkirina di qadekê de. Di qadeke ku tê de sansor heye û azadî lê winda bûne hilbijêre bêdeng bimîne. Ew tekez dike ku çi dibe bila bibe, ew ê ji bilindkirina dengê xwe paşve gav neavêje, her çend ew di qadan de bi tenê bimîne jî û dibêje: “Ferq nake eger em birçî bibin an ji kar werin qedexekirin. Ya girîng ew e ku em doza welatekî hildigirin û ez bawer im ku welatê me û gelê me hêjayî jiyaneke piştî şoreşeke ku mîna ronahiyekê bû di cîhana erebî û li Efrîkayê de.”

Peyamek ji bo hunermendan

Di dawiya axaftina xwe de, hunermend Leyla El-Şabî peyamek ji hunermendan re şand û got: “Pêwîst e em dengên we yên ku bêdeng mane vegerînin. Tirs ne rêya azadkirina welatan e, em di dawiyê de bi rengekî aştiyane têdikoşin û daxwaza diyalogê dikin, ku welatê me azad vegere. Û bila girtîgeh nebe amûreke hesabpirsînê ji bo mirovan da ku wan teslîm bikin, bitirsînin û xofê bixin dilê wan.”