Di navbera astengiyan û guhertinê de huner deriyê rastiyê ji jinan re vedike
Hunermenda Sûriyeyî Raxad Şucaa piştrast kir ku şanoya înteraktîf û xebata kolektîf a jinan qadeke pêwist ji bo derbirîna ezmûnên mirovan pêk tîne, bi taybetî di nav veguherînên civakî ku li herêmê diqewimin de.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Hunermendên jin li Sûriyeyê hewl didin rola hunerê ji nû ve pênase bikin, ne tenê weke amûreke estetîkî, weke amûrek bi bandor ji bo afirandina diyalogê û ragihandina deng, tevî sînordarkirinên ku çareserkirina pirsgirêkên hesas ên têkildarî jin û azadiyê li welat sînordar dikin.
Di ronahiya veguherînên civakî û çandî yên bilez ku di civakên Rojhilata Navîn de diqewimin, huner weke qadeke girîng ji bo derbirîna pirsgirêkên mirovan, bi taybetî yên jinan û ezmûnên wan ên rojane ve girêdayî, derdikeve pêş.
Hunermenda Sûriyeyî Raxad Şucaa vîzyona xwe li ser girîngiya şanoya înteraktîf û xebata kolektîf a jinan û rola wan di afirandina qadên ewle ji bo derbirînê û belgekirina kêliya dîrokî dûrî gotarên fermî pêşkêş dike.
Raxad Şucaa, mezûna Beşa Xwendinên Şanoyê li Enstîtuya Bilind a Hunerên Dramatîk, dibêje ku danasîna şanoya înteraktîf bo Sûriyeyê xaleke werçerxê bûye di kariyera wê de. Ew bi hevkariya saziyên çandî û perwerdeyî beşdarî atolyeyên perwerdeyê bû ku vê yekê rê da wê der barê teknîkên vê cureya şanoyê de, hem di performansê de hem jî di nivîsandina nivîsên înteraktîf de, fêr bibe.
Ji bo wê huner ne tenê ezmûneke demkî bû
Raxad Şucaa ku kariyera xwe di salên dibistanê de dest pê kir, di nivîsandina rojnamegerî û rexneya şanoyê de bi beşdarbûna pêşandan û nivîsandina nirxandinan li ser wan di rojnameyan de xebitî, berî ku paşê derbasî platformên medyaya dîjîtal bibe. Raxad Şucaa da zanîn ku ev huner ne tenê ezmûneke demkî bûye, hilbijartina wê ya sereke ya pîşeyî bû wê ew weke projeya xwe ya mezûnbûnê pejirand, li ser bingeha baweriya wê bi şiyana wê ya ku guhertineke rastîn di civakê de çêbike.
Jin dikarin bi riya nivîs û sehneyê derbibirin
Raxad Şucaa tekez kir ku şanoya înteraktîf ji beşdaran re cihekî bi ewle çêdike da ku hest û ezmûnên xwe derbibirin, ji sekna li pêşberî temaşevanan netirsin. Raxad got: "Ew dikarin bibin beşek ji ezmûnê ku bikaribin xwe bi riya nivîs û sehneyê derbirin. Hebûna jinan di warê hunerî de her diçe bêhtir xuya dike û girîng dibe. Ji ber ku ew weke bertekek li hemberî demên dirêj ên paşguhkirinê tê."
Divê rojên jinan tenê weke pîrozbahiyên sembolîk nemînin
Raxad Şucaa rexne li hinek bûyeran kir, wek Roja Jinan a Cîhanî ku vediguherin sloganên li ser medyaya dîjîtal bêyî bandorek rastîn û tekez kir ku armanca rastîn a van rojan ew e pirsgirêkên jinan, bi taybetî yên jinên rastî îstîsmar û paşguhkirinê hatine, werin ronîkirin, ne ku bi pîrozbahiyên sembolîk razî bibin.
Dramaya di navbera pêşveçûn û astengiyan de
Raxad Şucaa destnîşan kir ku sînorkirinên li ser hunerê hê jî hene, çi li ser televîzyonê be çi li ser platformên medyaya dîjîtal be. Ji ber ku hinek hunermend ji bertekên neyînî ditirsin, ev yek jî wan dihêle ku ji nîqaşkirina mijarên hesas dûr bisekinin, tevî girîngiya wan û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de qadên din ên hunerî yên wek wênesazî, muzîk û şano dibe ku wêrektir bin.
Bandora şer a li ser qada hunerê
Weke ku Raxad Şucaa şîrove kir, şerê li Sûriyeyê astengiyeke mezin li pêşiya kariyera wê çêkir, ji ber ku ew neçar ma, Şamê biterikîne û di navbera herêmên cuda de bigere. Vê yekê bandorê li aramiya wê ya pîşeyî kir û nehişt ku beşdarî atolyeyên girîng ên li hundir û derveyî welat bibe, tevî ku gelek pêşniyar jê re hatin kirin jî. Her wiha tekez kir ku şopandina pêşketinên di hunerê de hewceyê ezmûnên nû ye, ji ber ku huner berhema serdema xwe ye û mirov nikare bi rêbazên kevneşopî razî bibe.
Xebata kolektîf a jinan di hunerê de girîng e
Raxad Şucaa bal kişand ser girîngiya xebata kolektîf û wiha got: ”Xebata kolektîf a jinan pêwîst e lê ger civakê bi tevahî negire nava xwe têrê nake. Divê pirsgirêkên jinan bi awayekî berfireh û mirovî werin pêşkêşkirin ku ezmûnê rave bikin, sedemên êşê şîrove bike û çareseriyan pêşniyar bike, piştrast bike ku peyam digihîje tevahiya civakê û valahiya di têgihîştina van pirsgirêkan de kêm bike. Girîngiya hebûna atolyeyên hunerî yên ji bo jinan ew e ku cihekî ewle peyda dikin ji bo îfadekirina hest û serpêhatiyan û di encamê de çîrok û dîmenên rasteqîn çêdibin ku dikarin serdema vegotinên siyasî yan dîrokî kûrtir belge bikin.”
Huner qada îfadeyê ye
Raxad Şucaa gotinên xwe bi balkişandina ser sansura piralî ku êdî bi aliyê siyasî ve sînordar nîn e wiha bi dawî kir: ”Ev yek ber bi aliyên civakî, olî û çandî ve dirêj bûye, hê jî pirsgirêk hene hem di asta hunerî de hem jî di asta civakî de. Li gorî min sansur çareserkirina mijarên hesas ên weke desthilatdarî, tundî yan azadiya takekesî dijwartir dike lê di heman demê de girîngiya hunerê weke qadeke ji bo îfade û berxwedanê zêde dike.”