Di festîvalê de şanoyên mijarê jinan hatin pêşandan
Di roja sêyemîn a Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê de, şanoyên bi mijara jinan hatin pêşandan.
Navenda Nûçeyan – 11’emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amed, ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi mijara “Ji bo aşitiyê diyalog" ve hatî organîzekirin, di roja sêyemîn de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed berdewam kir. Pêşî, lîstika "Mutige Frauen – Erinnern Ins Jetzt" a ku ji hêla derhêner Anina Jendreyk ve hatiye amade kirin, hate pêşandan. Lîstika ku li ser hevgirtina ji pirrengiya civakê derdikeve holê, ji hêla temaşevanan ve gelek hate ecibandin.
Piştî vê yekê, lîstika "Lêkolîna Xala Biharê” a ku derhênertiya wê Aysel Yildirim, Cuneyt Yalaz, Dîlan Kurhan, Îlker Yasîn Keskîn û Metîn Goksel ve hatiye amade kirin, hate pêşandan. Rêveçûyîna lîstikê li ser pirsgirêkên civakî yên jin dijîn û kêliyên şikestinê bû. Ev leystok ne tenê çîrokek vedibêje, heman demê de temaşevanan jî dike perçeyek ji vê pêvajoyê û dawetê fikrandinê dike.
Her du şano jî bo zimanê Îngilîzî, Kurdî û Tirkî hatin wergerandin. Şano, ku bi eleqeyek mezin hatin temaşekirin û bi çepikan dawî bûn.
Festîvala ku dê heta 2’ê Gulanê berdewam bike, dê sibê bi performansên şanoyê û nîqaşan berdewam bike.