Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Berdevkê Dadweriya Îranê, ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê di 23’ê Hezîranê de li dijî Girtîgeha Evînê de 2 jê girtî 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Di encama êrîşa hewayî ya ku Îsraîlê, 23’ê Hezîranê li dijî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê ku piranî girtiyên siyasî lê dimînin de, 71 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê Saziya Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr, ragihand ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 2 girtî jî hene.
Berdevkê dadweriyê, di daxuyaniya ji ajansa Mîzan a dewletê de, diyar kir ku di êrîşê de karmendên îdarî yên girtîgehê, leşker, girtî, xizmên girtiyan û sivîlên derdorê jî hatine hedefgirtin. Hat ragihandin ku di êrîşê de avahiya rêveberiya girtîgehê zirarek mezin dîtiye û girtî sewqî girtîgehên din hatine kirin lê ji hinek girtiyên siyasî ên li hundir mane, agahî nayê girtin.
Aqûbeta girtiyên welatiyên Fransî Cêcile Kohler û Jacques Paris ên ji aliyê civaka navneteweyî ve ji nêz ve tên şopandin jî nayê zanîn. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşê de, wiha got: "Ev êrîşa ku welatiyên me yên Fransî dixe bin xeterê, nayê qebûlkirin." Cecile Kohler û Jacques Paris, 3 sal in li Îranê bi sûcdariya "sîxurî" û "derxistina aloziyê” tên girtin.
'Nasnameya 47 kesan eşkere bû’
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA), ragihand ku ji 30’ê Hezîranê ve ji 71 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, tenê nasnameya 47 kesan eşkere kirine. Hat ragihandin ku di navbera kesên nasnameya wan hatiye eşkerekirin de karmendên girtîgehê, karkerên tenduristiyê gardiyan, leşker û sivîl jî hene.
Lê HRANA’yê, bal kişand ser îhtîmala ku di nav kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane de girtiyên siyasî hebin. Agahînegirtina têkildarî hinek rojnamevan, rêveberên xwendekaran û muxalifan ên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin jî dibe sedema metirsiyan. Aktîvîstan, agahînegirtina ji Girtîgeha Evînê mîna nîşanek zirardîtina hin girtiyên tên nasîn dinirxînin. Tê diyarkirin ku bikaranîna medyayê û agahdarkirina raya giştî ya hinek malbatan bi awayekî pergalî hatiye astengkirin.