Di bin siya şer de şanoya Rojhilat
Şer li ser çand û hunerê bandorên kûr û texrîbatên mezin dihêle. Şer tenê çend roj bidome jî zirarê dide ruhê çand û hunerê. Şerê 12 rojan û pevçûnên kurt nîşan dan ku pevçûneke demkurt jî dikare hunerên li ser dikê û jiyana hunerî serûbin dike.

ŞEBNEM RAHÎMZADEH
Bukan – Bi şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, bandorên giran li ser şanoya Rojhilat û Îranê çêbûn. Tiştên ku jinên hunermend dibêjin, êş û zoriyên ku hatine kişandin nîşan didin.
Salonên ku ji nişkave hatin girtin pêşandan û provayên ku hatin rawestandin
13’ê Hezîrana 2025’an Muduriyeta Karên Hunerî yên Wezareta Çand û Îrşadê, li ser salonên şanoyê û konseran belavokek weşand. Piştî vê belavokê, di dema şerê 12 rojan de hemû salonan xebatên hunerî rawestandin, projeyên ku provayên wan bi mehan bû dihatin kirin nîvî man.”
Lîstikvana şanoyê Ferûzan K. wiha dibeje: “Beriya pêşandana şonayê provayeke me ya 25 caran hatibû kirin hebû lê bi destpêkirina şer re her tişt serûbin bû, prova nîvî man. Vê rewşê hem ji aliyê madî, hem jî derûnî ve bû sedema zirarên mezin. Lewre ji bo ku rol baş were lîstin, her dem prova hewce dike. Ev rewş ne tenê ji bo koma me, wiha bû, hemû komên şanoyê ketin heman rewşê.”
Piştî agirbestê jî gelek kom derneketin ser dike. Piştre ji ber hatina meha Muheremê jî di xebatên şanoyê de navberek dirêj çêbû. Dîzaynkera dekor û dike Şîda X. wiha dibêje:
“Hemû amadekariyên me temam bûn lê piştî agirbestê jî me derfet nedît em derkevin ser dike. Ji ber nêzbûna meha Muheremê pêşandan çênebû lewre diviyabû amadekariyên ji bo temaşevanan, reklam û medyaya dîjîtal bihatina kirin. Her wiha di meha Muheremê de pêşandan qedexe ye. Di endamê de jî tenê zirarên mezin man.
Riya teng a Şanoya Rojhilat
Li baharên Rojhilat ên weke Mahabad, Sine, Bukan, Urmiye, Maku, Seqizê şano bi derfetên kêm û bi fedakariyeke mezin, êşên gel vedibêje û weke perçeyek jiyanî ya çanda Kurd tê dîtin lê piştî şer, li vê erdnîgariya ku atmosfera zextkar serdest e, şanoya Kurd jî bi bandor bû.
Nivîskar Leyla E. wiha dibêje: “Rewşa şanoyê ya li Rojhilat, li gorî ya Tehranê zêdetir di bin zextan de ye. Şano li paytextê, perçeyek ji hevsengiya aborî ye lê li Rojhilat awayekî berxwedanê ye. Her dem ji aliyekî ve zext, cudakariya li ser bingeha çandî û zayendî, ji aliyekî ve jî em bêderfetî û pirsgirêkên madî re rûbirû ne. Piştî şer van pirsgirêkan qat bi qat zêde bûn.”
Leyla E. diyar dike ku atmofera civakî jî demek dirêj e ji van zoriyan bi bandor dibe û gotinên xwe wiha didomîne: “Rewşa ruhî ya temaşevanan baş nîn e, daxwaza çûyîn an jî temaşekirina şanoyê nemaye. Di pêvajoya krîzê û piştî şer de, ji bo qada çand û hunerê tu protokul nayê avakirin. Halbukî ji bo jinan huner her dem çavkaniya debarê ye lê li Rojhilat rewş her diçe xirab dibe. Vê derbeya ku rejîmê li hunerên dika Kurd daye, ji bo wan weke pêşketineke kup ê kêfxweş dibin xuya dike.”
Veger hebûn û berxwedan
Tevî van hemû zextan jî komên şanoyê hêvî dikin ku piştî meha Muheremê derkevin ser dike lê dizanin ku vê carê dê riya wan zortir be. Şîda wiha dibêje: “Em ê piştî meha Muheremê careke din hewl bidin derkevin ser dike lê ev yek dê ji berê zortir be lewre li Rojhilat şano; hewldaneke ji bo jiyandina dengê ku tê xwestin were birîn e. Îro ev deng ji her demê zêdetir daxwaza berxwedanê din ava xwe de digre.”