Di Atolyeya Xezayê de tuwalên jinan tên rengkirin
Atolyeya Xeza hunermendên pêşerojê di warê hunerên dîtbarî de perwerde dike. Jin pirsgirêkên xwe yên civakî û hêviyên xwe yên ji bo azadiyê li ser tuwalên xwe vedibêjin.
RAFÎF ESLEEM
Xeza – Atolyeya Xezayê ya ku bi beşdariya gelek hunermendan di warê hunerên dîtbarî de hatiye çêkirin, ji jinan re dibe alîkar ku jêhatîbûna xwe pêş bixin û pirsgirêkên ku neçar dimînin li ser wan bêdeng bimînin, bînin ziman. Koordînatora fikra Atolyeya Xezayê Dalîa Abdulrahman diyar kir ku li Şerîda Xezayê ji bo hunermendên jin ên plastîk cihekî taybet tune û diyar kir ku fikra atolyeyê li vir çêbûye.
Dalîa Abdulrahman got: “Gelek jinên ciwan ên ku vê nû ji Fakulteya Hunerên Bedew mezûn bune, beşdarî studyoyê bûn û salekê serpêhatiyên xwe veguhestin. Jinên ciwan destpêkê fikrên xwe derbasî kaxez û piştre jî derbasî nîgarê kirin. Gelek ji wan piştre di pêşbirkên navneteweyî de xelat wergirtin. Xwendekar hemû hewldanên xwe didin ku bi beşdarbûna çalakiyan xwe li cîhana hunerê vekin.” Dalîa Abdulrahman, diyar kir ku gelek jinên ku bi hunerê re eleqedar bûne, atolye ziyaret kirine û wê biryar daye ku hunerê bi terapiya derûnî re bi qursên peykersaziya ji gil, seramîk û xêzkirinê re li hev bikin û ev perwerde bi nav û deng buye. Dalîa Abdulrahman da zanîn ku ew dixwazin ev çalakî bi rojên taybet ên jinan re wek Roja Jinan a Cîhanê were hev û got ku ew dixwazin di 8’ê Adarê de bi beşdariya jin û zarokan pêşangeheke nîgarî li dar bixin û serkeftina jinan nîşan bidin.
Dalîa Abdulrahman amaje bi wê yekê kir ku eleqeya jinan bi vî rengî bi demê re zêde bûye, lê ji ber nebûna fînansê û nekarîna maliyeta buha ya madeya xam bi dest bixin nikarin bi pêş ve biçin û diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkên fînansî derbas bikin.
‘Tabloyên min li derveyî Filistînê tên firotin’
Hunermend Fîdaa El-Hasanat, diyar kir ku ew bi zihniyeta desthilatdariyê re di nava şerekî berdewam de ye, diyar kir ku ew tevlî Atolyeya Xezayê bûye, ji ber ku weke jineke Filistînî dîtiye ku wê qadeke ku xwe têde îfade dike ye. Fîdaa El-Hasanat a ku naxwaze mafê jiyanê ji destê wê bê standin wiha got: “Hinek tabloyên min wek ‘neguncaw’ tên nirxandin. Ji ber vê yekê ez di belavbunê de tengasî dijîm. Ez ji hin rexnegirên li ser medyaya dîjîtal piştgiriyek mezin distînim û tabloyên min li derveyî Filistînê têne firotin.”
‘Jin dixwazin ji qedexeyan rizgar bibin’
Fîdaa El-Hasanat diyar kir ku cihê ku atolyeyê dabîn dike, di dema pêkanîna ramanan de ji bo nîgariyê bigihêje kamilbûnê û diyar kir ku hemû hunermend piştgiriya hev dikin û şîretan dikin da ku berhem bi awayekî herî baş derkevin holê. Fîdaa El-Hasanat got: “Mehê 8 civîn tên lidarxistin. Civîn di nav de ramanên mejî, xêzkirina gelale û gelek nîqaşên li ser madeyên xav ên maqûl û teknîkên serîlêdanê yên rast hene. Jinên ciwan bi xebatên xwe naxwazin fikrên xwe di xalekê de bihêlin. Jinên ciwan dixwazin ji sînorkirinên civakê yên ku afirîneriya jinan sînordar dike û ji astengên ku heqaretê qebûl dike an serî li her cûre tundiyê didin, rizgar bibin.”
‘Hunermend bi zextan re rû bi rû ye’
Lamîs El-Şerîf got ku jin afirîner in û girîng e cihek ku hunermendên jin tê de ramanên xwe pêş bixin û hewl bidin rêbazên cuda ji bo fêrbûna hunerên cuda peyda bikin. Lamîs El-Şerîf bal kişand ser wê yekê ku yek ji wan zehmetiyên herî girîng ew civak wan neçar dike ku li gor qanûnên wan serê xwe bitewînin û got: “Hunermend bi zextê re rû bi rû dimîne û xwesteka xwe ya îfadekirinê di bin kontrolê de digire tevî rewşa ku tê de dijî. Jin li bajarên ku lê dijîn bi pirsgirêkên civakî re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê min nîgarek li ser bajar û jinê xêz kir. Di nîgara min de kaktus û avahî li derdora wê hene. Ez her tim sembolên mûzîkê di tabloyên xwe de cih dikim da ku zindîtiya hunera xwe zêde bikim. Girîng e ku hunermendên jin ên ciwan bi nifşên pêşerojê re bibin yek. Ji ber ku nifşên nû wê bi hunerê pirsgirêkên jinan bînin ziman û bigihînin nifşên pêşerojê.”