Di 10’emîn Festîvala Şehîd Bêrîtan a li Mexmûrê de pêşangeha hunerî hat vekirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), 10’emîn Festîvala Çand û Hunerî ya Şehîd Bêrîtan bi vekirina pêşengeheke rengîn berdewam dike.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 10’emîn Festîvala Çand û Hunerî ya Şehîd Berîtan ku bûye kevneşopiyeky îro bi vekirina pêşengeha çand û hunerî ya di bin pêşengtiya Weqfa Jin a Şehîd Şevîn de berdewam dike. Şênî û saziyên wargehê berê xwe dan cihê pêşengeha ku rastî eleqeyek mezin tê.

Pêşengeha ku li Parka Şehîd Aryen Cûdî hate lidarxistin, bi rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îştarê Nurê Kara axivî.

‘Şehîd Bêrîtan jineke şoreşger, têkoşer û leheng bû’

Nûrê Kara di destpêka axaftina xwe de li ser têkoşîn û berxwedaniya Şehîd Bêrîtan got: “Şehîd Bêrîtan jineke şoreşger, têkoşînvan û leheng bû. Xwedî kesayetek wisa bû ku bi lehengî û biryardariya xwe, li hemberî xeta xiyanetkar û radestbûnê, xeta berxwedaniyê bi ser xistiye. Di têkoşîna azadiyê de, di encama lehengtiya Şehîd Bêrîtan de jinên şoreşger di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bûn hêz û artêşbûna jinê ava kirin.”

‘Em ê di jiyan û pergala komînal de israr bikin’

Nûrê Kara bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha domand: “Emê li hemû qadan têkoşîna xwe li ser bingeha siyaseta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin. Emê di jiyan û pergala komînal de israr bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Em 10’emîn Festîvala Çand û Hunerî ya Şehîd Bêrîtan di serî de li rêhevalê jinan ê azadiyê Rêber Apo, hemû jinên têkoşînvan, şehîdên azadiyê, tevahî jinan û şeniyên wargeha Mexmûrê, pîroz dikin.”

Piştî axaftinê kurdele hat birîn û pêşengeh ji gel re hat vekirin.

Di pêşengehê de 30 tabloyên cangoriya bi navê Bêrîtan, karên destan û berhemên çandî hatin nîşandan. Her wiha dayîkan bi çêkirina nan, Koma Meryemxan jî bi stranên xwe yên gelêrî reng dan qada pêşengehê.