Derhênera Mexribî bi filimên xwe rastî û edaletê radighîne

Derhêner Fatîma Aklaz diyar dike ku wê kamerayê ne tenê ji bo vegotina çîrokan, di heman demê de ji bo dengvedanê, vekirina pencereyek nû, her wiha ji bo xwegihandina rastiyan û edaletê girtiye destên xwe.

HANAN HARÎT

Mexrib – Rêwîtiya hunerê ya derhêner Fatîme Aklaz, li ser dika şanoyê dest pê kir. Wek lîstikvan û nivîskar derket ser dikê. Lê belê eleqeya ku daye hêza dîmen, wê ber bi cîhana sînemayê ve bir. Di sînemayê de jî ji bo xwe û rastiyê bi lênêrîneke femînîst keşif bik,e ji bo xwe qadek azad dît.

‘Sînema neynika taxên li derveyî bajaran e’

Derhênera Mexribê Fatîme Aklaz di fîlman de tenê çîrokan nabêje, di heman demê de bi çavên jinan hûrgiliyên êşê dide jiyîn. Bêdengiyê bi dîmenek, tenêbûnê jî ji zemanek ku hatiye dûrxistin, veguherandiye zimanekî dîtbarî. Ev ziman di cihê herî nexweş de jî hêviyê zindî dihêle.

Li pişt Kamerayê Fatîme Aklaz vegotinek dîtbarî ku ji rastiyê derdikeve ava dike. Madeya xam a vê vegotinê jinên li taxên ji derveyî Mexribê hatine veşartin in. Ev gotin hem gihîştiye asta hunerî û hem jî asta mirovî. Li gorî wê sînema ne luksek estetîk e, laboratuarek civakî ye û deng dide yên di siyê de dijîn û derzên di vehûnandina civakî de digre. 

Derhêner Fatîma Aklaz da zanîn ku sînema ne tenê neynikek e, di heman demê de amûrek lênêrînên jinan bi taybetî di rewşa şikestinê de biguherîne ye.

Bi riya fîlman bal dikşîne ser pirsgirêkên civakî

Fatîma derhêneriya gelek kurtefîlmên weke ‘Lîstika Ta’, ‘Deq’, ‘Gopal’ û ‘Jina şivan’ kiriye. Van fîlman hemû balê kişandine ser pirsgirêkên civakê yên nehatine ziman ên mîna xizanî, şikandin û cudiyên ku hatine tepisandin. Karekterên di fîlm de cih girtine, mirovên ku ji herêmên ji derveyî bajarê Mexribê hatine, bedenên westiyayî û têkoşîna xeyalên hatine paşxistin in. 

Kurtefîlma bi navê ‘Jina şivan’ xaleke werçerxê ya pîşeya hunera wê ye. Bi giştî fîlm ji şahidiya zarokên ku jiyana gundên ji derveyî Mexribê tê jiyîn hatiye vegotin. Fîlm çîroka zarokek biçûk ku pez û dewaran diçêrîne û neçar e li dayîka xwe ya nexweş binhêre vedibêje. Fatîma bi riya zarokek keç ku di nava xizaniyeke kûr de û ji şertên bingehîn ên tendirustiyê û perwerdeyê bêpar de, potreyeke taxên ji derveyî bajar dûrxistin û têkoşîna di nava hev de xêz dike.

Yek ji sehneyên fîlm a herî balkêş ew bû ku kêliya zaroka keç, ji bo dayîka xwe bi dar gopal çêdike. Fatîma Aklaz derbarê vê sehneyê de wiha got: “Dema xizanî vedigre amûra afirîneriyê, gopal tê halê çalakiya hezkirina bêdeng. Ev ne tenê amûrek e, di heman demê de sembola têkoşîna jiyana mirovî û hunerî ye.”

Jinên li taxên derveyî bajêr ji xizaniyê heta bingeha çîrokê

Fatîma hebûna jinan a di fîlman de wiha anî ziman: “Jin ne weke hêmana estetîk û sembolîk, weke eslê çîrok, çavkaniya êş û hêviyê ne. Dayîk bedena ku ki ber jiyanê westiyaye temsîl dike. Zaroka keç jî her çiqas zarokatî û perwerde ji dest were girtin be jî, her dem sembola namzediya ku hêza xwe ya xeyalkirinê winda nekiriye ye.”

Derbarê pirsa ku pirsgirêkên jinan di sînemayan de herî baş kî nîşan dide de, Fatîma vê bersivê da: “Em jin, ceribandinên bi êş di dilê xwe de vedişêrin. Em dizanin wê çawa hîs bikin, bi awayekî rast dîtbarî bikin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku hinek mêrên derhêner derbarê jinan de berhemên samîmî dernaxin holê. Pirsgirêk ne di zayenda derhêner de ye, girêdayî rastî, cesaret û aliyê mirovane ye jî.”

Nifşek nû ya derhênerên jin

Bi dehan salan di sînemaya Mexribê de hebûna jinan sînordar bû. Bi giştî bi lîstikvanî yan jî li pişt dikê di rolên alî de sînordar diman. Lê belê ji salên 1990’an ve bi navê wek Farida Benlyazid, Nargis Nejjar, Leila Marrakchi dest pê kir û piştre derhênerên bi cesaret ên ciwan weke Asmae El Moudir, Hajar Bennasser û Fatima Aklaz domiya, weke pêlekê derketin ser dikê. Ev guherîn jin ne tenê weke kirdeyek ku dibêje dînamîzma femînîst, ku ya bilind, ku wateya wê bi awayek xuliqkar bi cîh dike diteyîsîne.

Fatîme Aklaz balê dikşîne ser veguherînê, diyar dike ku jin êdî di qadên derhênerî, nivîs, senaryo, derhêneriya dîmen, derhêneriya ronahî û kamerayê ku bi salan di bin hakîmiyeta mêr de bû tê dîtin. Fatîme dawiyê dibêje ku “Ev hebûn ne tenê mukemeliyeta jinan, vegerên kûrtir ên di civaka Mexribê de jî diteyîsîne.”