Derfetek ji bo pêşxistina xwendinê: Pirtûkxaneya Şilêr

Di demeke ku telefonên nûjen hişê ciwan û zarokan dagir dikin de, pirtûkxaneya Şilêr armanc dike ku çandeke xwendinê di nav civakê de pêş bixe.

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Pirtûkxaneya Şilêr, bi armanca belavkirina çanda xwendinê, di destpêka Îlonê de deriyên xwe ji bo xwendevanan vekir. Ev, gaveke bi qalîte yê ber bi bilindkirina asta çandî ya civakê ve ye. Ew projeyek nûjen e ku xwendinê teşwîq dike û bi sedan pirtûk û quncikên xwendinê yên taybet dihewîne. Her wiha kafeyek piçûk jî ji bo kesên ku dixwazin di atmosferek û hawîrdorek teşwîqker de bixwînin, hatiye veqetandin.

Cihek taybet ji bo xwendinê ye

Rêvebera pirtûkxaneya Şilêr Fîdan Muhemed diyar kir ku armanca vekirina pirtûkxaneyê veqetandina cihek ji bo xwendinê ye û wiha domand: "Amadekariyên ji bo pirtûkxaneyê 6 meh berdewam kir. Pirtûkxane xebata xwe bi baldarî domandine. Em ê gelek çalakiyên wêjeyî, şevbuhêrkên wêjeyî, çîrokbêjiyê û dersan li dar bixin. Her wiha ji bo baştirkirina jêhatiyên xwendin û nivîsandinê, rûniştin dê pêk bên. Pirtûkxane ne tenê pirtûkên ji bo mezinan dihewîne, her wiha pirtûkên ji bo zarokan jî hene ku çîrok û defterên rengîn dihewînin. Fikra destnîşankirina goşeyek ji bo zarokan, li ser daxwaza dê û bavan hat. Xwestin ku çandeke xwendinê di demeke ku têlefonên nûjen di nav zarokan de her ku diçe gelêrî dibin de, di nav wan de bipêş bixin."

Xwendin di pêşketina ramanan de dibe alîkar

Li gor Fîdan Muhemed pirtûkxane pirtûkên bi çend zimanan ku di nav de Erebî, Kurdî û zimanên biyanî hene, dihewîne û ev agahî dan: “Pirtûkên Kurdî ji 7 hezarî zêdetir in û pirtûkên Erebî jî ji 7 hezarî zêdetir in. Di heman demê de hejmarên pirtûkên biyanî nêzîkî 70'yî ne. Li gorî cûreyên pirtûkan di 30 beşan de hatine dabeşkirin. Refikên kafeyê 8 hezar pirtûkan dihewînin. Xwendin xwarina giyan e, beşdarî pêşveçûna xwe û ramanan dibe û deriyê fêrbûna li ser çand, dîrok û cîhanên cûda vedike."

Pêwendiyên bi pirtûkxaneyên din re

Fîdan Muhemed destnîşan kir ku pirtûkxaneya Şilêr bi Çapxaneya Herkol re di nava pêwendiyê de ye û pirtûkan seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çap dike. Fîdan di  dawiyê de wiha got: "Bi weşanxaneyên li Misir, Îran û Herêma Kurdistanê re jî têkiliyên me hene û li gorî daxwazan, em hemû lêçûnên çapkirina pirtûkan didin."