Dengê berxwedanê ya ji Rojava heta Koysancaqê: Lavîn Elî

Li Navenda Ciwanan a Koysancaqê, bi saya kursên hunerî yên ku bi hevrêziya Ajansa Parastina Zarokan a Kurdistanê têne lidarxistin re, ciwan û zarokên keç ên ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, jêhatiyên xwe bipêş dixin.

ŞILÊR KOYE

Koysancaq – Huner, her tim bûye zimanekî hevpar ê mirovahiyê û pirekî ku êşên mezin ber bi hêviyeke ronîtir ve dibe. Ji bo zarok û ciwanên ku ji ber karesat û bêaramiyê neçar mane, welatê pîr û kalên xwe biterikînin, muzîk û stranbêjî ne tenê kêfek hunerî ye, di heman demê de ji bo parastina nasnameya xwe û îfadekirina hestên xwe yên neteweyî zimanekî zindî ye.

Mînakek zelal a vê yekê ciwan û zarokên keç ên ji Rojavayê Kurdistanê koçber bûne û li Koysancaq a yek ji bajarên dostane û mêvanperwer ên Başûrê Kurdistanê, dûrî welatê xwe dijîn e. Ew bi stran û amûrên lê dixin re jêhatiyên xwe bipêş dixin û peyamên azadî û berxwedanê tînin ziman.

‘Bi deng û jêhatiyên xwe yên xweşik kursan tijî dikin

Di nava sînorên Koysancaqê de ji bo ciwan û zarokên keç, kursa muzîk û stranbêjiyê hat vekirin. Navenda Ciwanan a Koysancaqê, her sal ji bo ciwanan gelek kursên cûda vedike. Yek ji van kursan, kursa muzîk û stranbêjiyê ye. Ji bilî vê yekê kursên din ên hunerî yên wekî wênesaziyê jî tên dayîn. Kurs bi piştgiriya Ajansa Parastina Zarokan a Kurdistanê tên meşandin. Beşdarbûna kursên hunerî bi taybetî ji Rojava, di nava jinên ciwan û zarokên keç ên ji beşên din ên Kurdistanê de zêde ye. Ew bi deng û jêhatiyên xwe yên xweşik kursan tijî dikin. Ji bo jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê, koçberî û dûrketina ji welatê bav û kalên wan eleqeya wan a ji bo huner û stranbêjiyê kêm nekir. Berovajî vê, ew xurtir kirin; ew bi rêya stran û muzîkê hestên xwe yên neteweyî tînin ziman.

Beşekî mezin a kursan, ji jinên ciwan pêk tê

Xwendekara Dibistana Amedeyî Lavîn Elî, nêzî 13 sal berê di dema şerê Sûriyeyê de koçî Koysancaqê kir. Ji bo Lavîn, Koysancaq êdî mîna welatê wê ye. Lavîn Elî, beşdarî kursa muzîkê ya her sal ji aliyê Navenda Ciwanan a Koysancaqê ve bi hevkariya Ajansa Parastina Zarokan a Kurdistanê tê lidarxistin dibe. Beşekî mezin a kursan, ji jinên ciwan pêk tê.

‘Ez stranan dibêjim û amûrên muzîkê lê dixim’

Lavîn Elî ya ji nûçegihana ajansa me re axivî, wiha got: “Ez ji Rojava me û niha xwendekara pola 11’emîn im. Du sal in li Navenda Ciwanan im. Ez stranan dibêjim û amûrên muzîkê lê dixim. Em li vir bi saya mamosteya me Sefîna Abdulrezaq, pir baş fêrî muzîk û stranbêjiyê dibin. Ez gelek spasiya mamosteya xwe dikim. Her tim hewl dide perwerde bide me ku em muzîk û stranbêjiyê bi awayê herî baş fêr bibin. Dema ku destpêkê ez hatim, eleqeya min bi muzîkê re hebû, lê piştî hatina vê navendê, min xwe di stranbêjiyê de bipêş xist.”

‘Ev nêzî 13 sal in em li Koysancaqê dijîn’

Lavîn Elî ya tevger û awayê axaftina wê dişibe ya gelê Koysancaqê, axaftina xwe wiha domand: “Ev nêzî 13 sal in em li Koysancaqê dijîn. Ji ber ku ez ji zarokatiyê ve li vir dijîm, bi gelê Koysancaqê re mezin bûm û min perwerde dît. Lewma heta awayê axaftina me jî dişibe ya wan. Ew pir piştgiriyê didin me û bûn dostên me yên baş. Em pir kêfxweş in ku li vir in. Rast e ez ji Rojava me, lê êdî ji vir jî hez dikim.”

Ev jina ciwan a ji Rojava, di bûyerên Rojava de rolek girîng lîst. Bi stran û hunera xwe re zilm û komkujiyên dijminên Kurdan û birîna keziyên jin û zarokên keç vegot. Ev êrîş di bîra wan de zindî man. Lewma, Lavîn Elî strana "Dîlan" ji bo şopînerên JINHA’yê vegot.