Dayik û keça ji hev îlhamê digirin: Şeker û Semra Tunç

Şeker Tunç stranên ku bi salane dixwest çêbike, cesaret ji keça xwe ya muzîkjen digre û pêşkeş dike. Ew xwesteka xwe ya yekem, "Vare Varena" bi keça xwe Semra Tunç re bi zimanê xwe yê zikmakî dumilî dibêjin û ji bo vê stranê klîbek dikşînin.

 
ZEYNEP PEHLÎVAN 
Îzmîr - Şeker Tunç, li Gimgim a Mûşê ji dayik bûye. Ji zaroktiya xwe ve herî zêde ji dengbêjiyê heskiriye. Dema ciwanbûye, di dawetan de bi demjimêran stran dibeje û li ber dengê wê govend tê gerandin. Piştî dizewice ji ber nêrîna derdorê dest ji strangotinê berdide. Di wê deme dê, du zarokên wan çedibe û di sala 1985’an de ji Mûşê têne Îzmîrê. Şeker li Îzmîrê zaroka xwe ya sêyemîn tîne dinê. Ew çiqas bixwaze dûr bimîne jî nikare pêşî li wê azweriya muzîkê ya di hundirê de bigre û bi hêsanî bikare jê xilas bibe. Bi qasî wê ji hewesa muzîkê ji Şeker Tunç derbasî keça wê Semra Tunç dibe. Eleqe û jêhatiya Semra ya di Mûzikê de, alîkariya Şeker dike ku çîroka xwe ya nivî mayî temam bike.
"Piştî ku ez zewicîm, min demek dirêj navber da. Di wê demê de min nikaribû qet stranbêjî bikim. Sê zarokên min çêbûn. Min dît ku keça min Semra jî wekî min pir dildara mûzîkê ye. Min bavê wê me ji keça xwe re sazek kirî. Dema ku ew di temenê dibistanê de bû hem dilîst û hem stran digotin, bi demê re ew bû muzîkjenek baş. Hewesek min jî ya kû salanê nemiriye heye; lê ez nikarim binivîsim an bibêjim. Hewesa min a muzîkê bi keça min a ku bû muzîkjen vejiya. Min kaxez û pênûs hilda û dest bi nivîsandinê kir, li ser telefona xwe qeyda deng çêkir. "
Stranên xwe, bi xwe dihilberîne
Ev girêdana xurt a ku dayik û keç bi muzîkê saz kirine bi rastî jî hunera ku mirovan bi hêz bi jiyanê ve girêdide û motîve dike; Wê careke din anî bîra min ku ew diyardeyek ji dem, temen, zayend an cîh serbixwe ye. Şekera ku runiştiye dest bi nivîsandina stranên bi zimanê dayikê dumilî dike û li şûna stranên hazır dubare dubare dixuyne, hewildana wê ji bo hilberîna stranên nû heye ji bo wê jî rêzdariyê pir heq dike. 
“Destpekê min bi peyvên Tirkî nivîsand. Wê hingê min xwest ku ez bi zimanê xwe yê zikmakî bi dumilî xwe îfade bikim. Min bi vî rengî nêzikî pazdeh stran nivîsand. Mixabin min wan winda kir; lê ez netirsiyam. Min dîsa dest bi nivîsandin û hilberînê kir. Piştî ku keça min bû hunermend, min jî pêre wêrekiyek mezin girt. Heya wê çaxê, min nedikarî binivîsim. Her weha min pir dixwest ku ew bi dumilî stranan bêje. Gava ku min dest bi nivîsandinê kir, wê dest bi gotina stranên ku min nivîsand kir. Her çiqas çend xeletiyên wê hebûn jî, ji bo ku ez  wê teşvîkê mûzîke bikim, min  hertim jêre di got pir xweşe. Naha jî ji bo ez stranan binivîsim min motîve dike. Heya niha nêzîkê bîst berhemên min hene.” 
"Min qîmeta zimanê zikmakî li derveyî welêt baştir fêhm kir"
Piştî Şêrînê min rûyê xwe  ber bi Semra ve zivirand, ku aliyek din a vê çîroka bedew ava dike.  Semra ya ku zanebûnên dayika xwe yên di mijara muzîkê de, bi nêzîkatî û behreyên xwe re têkildar dike, di vî warî de di astek nisbetên profesyoneltir de hebûna xwe nîşan daye dibêje:
"Dayika min her gav piştgirya min a herî mezin bû. Di heman demê de ez ji ciwaniya xwe ve li ser rê bûm ku bibim muzîkjen. Min albuma xwe ya yekem di 2012’an de çêkir. Di albumê de stranên ku min nivîsandî jî hebûn. Gava min demek li derveyî welêt derbas kir, min dît ku mirovên li wir çiqas girîngiyê didin zimanê xwe yê dayikê. Min li wir dest bi famkirina nirxê zimanê xwe yê zikmakî kir. Bi rastî, dema ku ez li welatê bûm haya min ji vî tiştî tunebû."
Di stranên xwe de dumilî didin jîn
Zimanê dumilî, li gorî UNESCO hate ragihandin ku wekî yek ji 15 zimanên li Tirkiyeyê di xetereyê de hatiye raporkirin. Parastina dumilî, ku wekî Kırmançki an Zazaki jî tê binavkirin, nemaze bi hêza ku ji hêla hunerê ve hatî afirandin, pir hêja ye. Stranên ku ji hêla Semra û Şeker ve bi zimanên xwe yê zikmakî hatine nivîsandin û gotin, divê çarçoveyê de werin nirxandin.
“Min û dayika xwe me ji hev dû cesaret girt. Dema ku dayika min dest bi nivîsandina stranên bi zimanê dumilî kir, min hizirkir ku gelo ez dikarim wê jî binivîsim. Min fahm kir ku zimanê  dumilî bi rastî çiqas dewlemend e. Bi rastî dema min û dayika xwe bi hev re nivîsand û dest bi stranbêjiyê kir, min pir baş his dikir. Ez dixwazim zimanê xwe yê dumilî bi gelek şêwazên muzîkê yên ji çar aliyên cîhanê ve bikim yek û biçim mihrîcanan. Min her gav bi dayika xwe re şêwirmendî dikir û ji wê îlham girt. Piştî ku min dest bi nivîsandina tiştek kir, ew di berhevdana bi zimanê xwe yê zikmakî de bi ser ket. Em dixwazin bi hev re em gelek besteyên din hilberînin. Em li ser bingeha çîrokên jiyana jinan a ku şansê dayika min bû ku wan zanibe an bibîne, beste çêdikin û em ê wiya jî berdewam dikin "