Bi rizgarkirina Minbicê re jin bûn xwedî derfetên hunerê

Piştî ku bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, pir rengiyên çandan ji nû ve hatin vejîn kirin.

DILUCAN BOZÎ

Minbic- Çand, huner, ziman, exlaq bi hev re girêdayîne û hevdû temam dikin, bi awayekî giştî em dikarin têgîna çandê weke yekparebûna tevahiya manedan û avahiyên civaka mirovan, di pêvajoya dîrokî de pêk aniye bidin naskirin. Mirov avabûnê dikare weke çerçoveya berbiçav a avahiya madî, manewî jî weke qanûna wê ya bi fikir, bi his naveroka ber bi çav a çerçoveyê û ya wê dilebitîne diyar bike. Her çiqas mirov behsa têgîna çandê bike jî wê neghêje rastiya wê, ji ber ku çand bi avabûna mirovan re derketiye holê û li gor pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyê çand tên guhertin. Di nava têgîna çandê de mirov dikare gelek tiştan bîne ziman wek amurên muzîkê, deq, helbest, şano, dengbêjî, govend û hwd. di nava xwe de dihewîne. Çand û exlaq herdû hevdû temam dikin.

Dewleta tirk her tim bi rêya êrîşan dixwaze çanda gelê herêmê tune bike, dema tu bixwazibî civakekê xirab bikî bi rêya çandê re tê qîrkirin. Her pêkhate bi rêya çandê xwe pênase dike û xwe dide îfadekirin, ji bo ku çand hîn zindî bibe û neyê windakirin, li tevahî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava navendên çand û hunerê hatin vekirin û her pêkhate li gor çanda xwe tevdigere. Li bajarê Minbicê pêkhateyên kurd, ereb, tirkmen û Çerkez bi awayek wekhev dijîn. Di demên Osmaniyan de çanda pêkhateyên tirkmen ber bi tunebûnê ve çûye, lê tirkmenan hewildanên parastina çanda xwe kirine da ku neyê qirkirin.

Bi saya şoreşa Rojava çanda tirkmenan ji nû ve zindî bû

Sîdra Demercî yek ji pêkhateyên tirkmene. Temenê wê 18'e saliye, Sîdra 14 saliya xwe de bûye endama çand û hunera bajarê Minbic û gundewarên wê, refa 10 bi bi zimanê Erebî dixwîne. Beriya ku Sîdra derbasî çand û huner bibe, di malê de sitran bi zaravayî tirmenî û erebî distira. Heval û malbata Sîdra bi wê re bûne alîkar da ku Sîdra dengê xwe yê heyî derxe û li pêşiya civakê vebêje, piştgiriya heval û malbatê bû sedem ku Sîdra bi cesaret muzîkê bistre. Di civaka mêr-dewletê de jin neçarî nava çar dîwaran hatiye kirin û hemû derfetên hûnerî ji jinan re weke şerim hatine vegotin. Lewma Sîdra jî stran gotin ji xwe re weke şermeke civakî dîtiye û bi wê dengê xwe yê zîz stran di mal de gotiye. Di şahiya 8'ê Adara 2017'an de cara yekemîn Sîdra cihê xwe di nava şahiyê de girtiye û stran gotiye û beşdarî gelek mehrîcanan bûye.

Di vê çarçovê de jina ciwan Sîdra Demercî ji ajansa me NUJINHA re axivî.

Çand nasnemey e

Kesên ku di nava civakê de mafên wan binpê dibe jinin, ji jinan re her tişt şerm hatiye dîtin û jin di nava sînorekî de hiştin e, yek ji wan jî Sîdra ye. Sîdra hunerê wiha pênese dike:  "Dema ku mirov bixwaze çand an huner pênase bike, divê wiha bigre dest, çand rastiya civakê pênase dike, têgîna çand netenê stran ango govende, dema ku mirov lêkolîn bike li peyê çandê bikeve wê demê em ê bizanibin ku çand gelek tiştan di nava xwe dehewîne, huner bi xwe îlham û heste. Heta em dikarin bi gelek tiştan hunerê pênase bikin. Peyva çand ji çandiniyê hatiye. Em wek tirkmen di gelek êrîşan re derbas bûne, herî dawî çeteyên DAIŞ'ê ku tenê jin ya malê didît, ji ber dagirkirina çeteyan me nikaribû serê xwe ji derî derxista, wê demê tu derfet li pêşiya jinê tune bûn. Piştî bajarê Minbicê hat rizgarkirin, êdî derfet li pêşiya hemû jinan vebû ku jin di her qadên jiyanê de cih bigre, rola rizgarkirina bajar ji çeteyan gelekî girîng bû, bi saya şoreşê, me çanda xwe ji nû ve zindî kir û me wek tirkmen komên xwe yê govend, muzîk, helbest û şano avakirin. Derbasbûna min di nava çand û hunerê de hişt ku ez qeyd û bendên civakê bişkînim û min ew şerim şikand û hêviyên min ewe ku ez bibim hunermed. Banga min ji tevahî jinên ciwan re heye ku xwedî li çanda xwe derkevin, ji ber ku çanda me rojane ji aliyê dijmin ve tê pişaftin."