Bi riya perwerdeyê çanda xwe diparêzin

Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê dewreyên perwerdeyê yên muzîk, govend, şano, wênexêzî û hînbûna alavên muzîkê ji bo siberojên xwe vekirine.

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê erka sereke girtiye ser milên xwe û ji bo ku çanda wan qir nebe xebatên parastina çandê didomînin. Ev navend çanda civakê diparêze û dide jiyîn. Hemû derfetên heyî xistine meriyetê ji bo ku siberojên wan ango zarok hînî çanda xwe bibin. Bi awayekê rojanê jin, zarok û kesên temenê wan mezin berê xwe didin navendê û li gorî daxwaz û xeyalên xwe hînî alavên muzîkê ango beşên din ên çandê dibin. Girêdayî mijarê Rêveberiya Jin a navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê Tizyal Mihemed nêrîna xwe parve kir. 
"Perwerdeya hemû beşên hunerê tê dayîn"
Ji bo ku qabiliyeta jin, ciwan û zarokan derkeve holê navenda Çand û Hunera Cemîl Horo hemû derfetan vekirine, Tizyal bi van gotinan perwerdeyên ku didin anî ziman: "Em di navenda Çand û Hunera Cemîl Horo de hemû kar û xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin. Her wiha niha me dewreyên perwerdeyê vekirine û hemû kesên ku daxwaz û xeyalên wan hene tên li vir xwe bi pêş dixin. Beşên ku em didin mîna govend, şano, wêne û alavên muzîkê ne. Ev perwerdeyên ku tên dayîn bi awayeke rojane didomin, ji zarokan bigire heta kesên temenê wan mezin tên xwe perwerde dikin. Em gelek girîngî didin zarokan, ji ber ku zarok pêşeroja me ne û yên ku çanda me berdewam bikin zarokên me ne. Gelek beşdarbûyîn heye û gelek kes bi dildarî tên beşdar dibin û ev yek me dilşad dike. Em bi tevlibûna wan hîs dikin ku gelê me gelek girêdayî çanda xwe ye. Gelê me di aliyê hunerê de piştgiriya zarokên xwe dike. Ne tenê pêkhateyên Kurd, di heman demê de pêkhateyên Ereb, Xirîstiyan û Tirkmen jî tên. Em li gorî daxwaz û xeyalên wan perwerde didin wan."
"Perwerdeya hunerê ji aliyê mamosteyan ve tên dayîn"
Tizyal diyar kir ku li gorî her beşê mamoste û hunermend hene û wiha berdewam kir: "Çand hest e, dema mirov behsa ruhê çandê dike yekser kevneşopiyên civakê tên bala me. Her beşek mamosteyek heye. Dema malbat tên zarokên xwe tomar dikin, em gelek alîkarî û piştgiriya wan dikin. Ji ber ku armanca me parastina çanda me ye û zarok jî hîn bibin. Niha zarokên ku tên perwerde dibînin dema xwe bi pîşe û bi hevalên xwe re derbas dikin. Em naxwazin zarokên me bi tiştên cuda re mijûl bibin, em her tim dixwazin bi çanda xwe re girêdayî bin. Niha dijmin bi zanebûn ciwanên me bi riya şerê taybet hedef digre û dixwaze bi riya ciwanan, civakê birûxîne. Ji bo ku em ciwanên xwe biparêzin û hînî çanda wan bikin, em perwerdeyên çêker didin wan."
"Zarok çanda xwe hîn dibin"
Tizyal girîngiya perwerdeyê wiha rave kir: "Perwerde zanebûn e û çavên mirovan di her aliyê de vedike. Dema mirov zane tevbigere dikare her tiştî çareser bike. Zanebûn ronîbûn e loma armanca me jî ew e ku di riya perwerdeyê de em zarokên xwe hînî çanda xwe bikin. Niha derfetên fêrbûnê di navenda me de hene û hemû alavên muzîkê û beşên din hene. Loma ciwanên bi xwestek divê werin xwe hîn bikin. Ji ber şerê ku niha didome çanda me hedef digre. Em dikarin bi perwerdeyan van şeran vala derbixin. Zarokên me çi bixwazin em ê her li kêleka wan bin û wan hîn bikin. Ji bo ku çanda me bijî em ê siberojên xwe fêrî çanda xwe bikin."