Bi helbestên xwe qala lehengiya jinên Mexribê dike
Hunermenda Mexribî Fatma Miêzî, bi helbestên xwe li ser pirsgirêkên jinan û mirovahiyê disekine û di vê serdemê de bûye yek ji dengê ku folklor û çanda Mexribê ya resen diparêze.
RECA XEYRAT
Mexrib- Fatma Miêzî yek ji wan jinan e mijara azadiya jinan û pirsgirêkên mirovahiyê bi riya helbestan vedibêje.
Tecrubeya helbestî ya Fatma Miêzî belegeyek e ji dîroka Mexribê ya nû re. Ew bi riya helbestên xwe rola jinên leheng li hemberî dagirkeriya Fransayê tîne ziman. Bi taybetî dîwana wê ya bi navê “Eyûtî Ela Xerbûşa”, di kesayeta hunermenda gelêrî "Xerbûşa" ya ku li hemberî zilm û çewisandina "Sî Îsa" li herêma Esefî têkoşiya ye.
Ji dayika xwe ya ku helbestan dixwend bandor dibe
Fatme Miêzî di maleke sofî de mezin dibe, dayika wê helbestên pesindayînê di şahiyan de digot û wê ji dayika xwe gelek helbest ji ber kirin. Ji vê yekê bi bandor bû, dest bi nivîsandina helbestan kir.
Der barê destpêkirina helbestê de Fatme Miêzî got: "Têkiliya min bi helbestan re di dema beşdarbûna min a mihrîcana Komeleya Rîhab li bajarê El-Yûsifiye, dest pê kir. Min helbestvanên jin û mêr dîtin, dema dor hat, min bi Erebiya resen helbestek xwend, ji wê demê ve min xwest binivîsînim."
‘Dayika min di dema amadekirina şêraniya eydê de helwestên pesindayînê dixwend’
Der barê wan şahiyan de jî Fatma Miêzî wiha pêde çû: "Dayika min di dema amadekirina şêraniya eydê de helbestên pesindayînê dixwend, ew di wî warî de pir pispor bû."
Piştî ku Fatme vedigere Merakeşê dest bi nivîsandina helbestan dike, yekem dîwana wê bi navê "Defayir Lale" derket, dîwana wê ji folklora gelêrî û çandî ya dayika wê li pey xwe hiştine ye.
Fatme Miêzî difikire ku helbest bedewbûna ziman derdixin holê û dibîne ku jin çawa keziyên xwe dihûnin wisa dikarin helbestan jî bihûnin.
Di helbestên wê de rola jinên Mexribî tê xuyakirin
Hemû bûyerên bi dayik û bavê Fatme Miêzî re di dema dagirkeriya Fransayê û daxwaza serxwebûnê de çêbûne, bûn helbest û ketin dîwana wê. Fatme di vê mijarê de xwe bi pêş xist û niha helbestên wê der barê azadiya jinan û qeydên civakê yên li ser wan de ne.
Fatma Miêzî çîroka Xerbûşa di nava helbestên xwe de dibêje ji ber wê weke lehengek dibîne, dîwana wê ya "Eyûtî Ela Xerbûşa" jî lehengiya wê şîrove dike. Xerbûşî jineke hatibû girtin û bi destên Îsa Omer El-Ebdî hatibû îşkencekirin.
‘Qonaxeke nû di tecrubeya min a helbestan de’
Fatma Miêzî wiha dibêje: "Dema min dest bi nivîsandina helbestan kir, helbestên min normal bûn lê piştre min xwe bi pêş xist û ketim mijarên azadiyê, min dîwana "Teweyt Elma" (qonaxeke nû di tecrubeya min a helbestan de) derxist."
Fatma Miêzî ne tenê bi helbestan bi sînor ma, di demên dawî de romaneke bi sernavê "Ma tebeqa min remad el-zakîre" derxist, ew seroka Yekitiya Helbestvanên Mexribî ye. Her wiha seroka encumena Lebab a çand pêşketin û pêşveçûnê ye ku her sal mihrîcaneke çandî li bajarê Marakeşê li dar dixe.
‘Jin di warê helbestê de xwedî hest û îlham in’
Der barê hêjahiya helbestvanên jin û rola wan a di pêşxistina civakê de Fatme Miêzî dibêje ku jin ji nivîsandina helbestan fam dikin ji ber ku xwedî hest û îlham in.
Di warê zehmetiyên ku helbestvanên jin dikşînin jî Fatma Miêzî got ku bi giştî jinên jêhatî li gorî hêjahiya xwe qedir nabînin, tên paşguhkirin. Her wiha diyar dike ku mijarên çandî heta niha bi mêran tenê ve girêdayî ne tevî ku jinan xwe di nivîsandina helbest çîrok û romanan de îsbat kiriye jî rewş neguherî ye.
Fatma Miêzî di dawiyê de daxwaz kir ku rê li pêşiya jinan vebe ji bo berhemên xwe derxin, piştgirya jinan were kirin û azadiya wan misoger bibe.