Bi firçeyên xwe li dijî cudakariyê têdikoşin

Hunermendên jin ên Mexribî ku bi sansura civakî, piştgiriya saziyî ya lawaz û temsîlên stereotîpîk ên laş û jinan re rûbirû ne. Ew ji bo azadiya derbirînê û îspatkirina statuya xwe şerekî dualî dimeşînin.

HENAN HERÊT

Mexrib –  Tevî pêşketina hebûna jinan di hunerên dîtbarî yên Mexribî de di dehsalên dawî de jî, ji cudakariya li ser bingeha zayendî bigire heya astengiyên avahîsaziyê di nav qada hunerê de hunermendên jin hê jî bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin.

Humermendên jin di navber kêşe û îspatkirina hebûna xwe de ne

Hunermend û lêkolînerek di civaknasiya hunerê de Lubna Benrabah dibêje ku rewşa hunermendên wênexêz ên jin li Mexribê li gorî demên berê guheriye û got: "Berê hejmara wan ne zêde bû û qada hunerê bi navên mêran serdest bû. Lê di salên dawî de guhertinek berbiçav tê dîtin. Hebûneke hunermendên jin heye ku xwe bi hêz pêşkêş kirine û karîne cihê xwe di nav qada hunerê de ferz bikin. Lê nayê înkarkirin ku cudakarî hê jî heye. Hunermendên jin bi cudakariyê re rûbirû dimînin, ku ji aliyekî ve bi zayenda wan ve girêdayî ye û ji aliyê din ve jî ji ber nebûna piştgiriyê û zehmetiya gihîştina qadên pêşangehê yên guncav. Lê şopa jinan eşkare û mezin bûye, bi saya hişmendiyeke zêde di nav civaka hunerî de."

Laşê jinan di navbera afirînerî û sansorê de

Lubna Benrabah şîrove kir ku di hunera dîtbarî de li Mexribê laş hê jî mijarek hesas e, mirov dikare bibêje ku ew qedexe ye. Lubna Benrabah got ku ev ne tenê laşên jinan eleqedar dike heta laşên mêran jî dikarin di hin galeriyan de werin redkirin û wiha dewamî da gotinên xwe: "Ev sansûr ne tenê ji rayedarên fermî tê, lê pir caran ji hêla saziyên çandî bi xwe ve, an jî ji hêla ramanên civakî yên ku tama giştî birêve dibin ve tê kirin. Hin sazî red dikin ku berhemên li ser laş dixebitin qebûl bikin, ev jî hesasiyeta civakî û çandî nîşan dide. Ez laş xêz dikim ji ber ku ew fikr bala min dikişîne, ne tenê mijar. Ger hola pêşangehê red bike ku vî rengî xebatê mazûvan bike beşdarî wê nabim, lê ez xêzkirinê berdewam dikim. Ji ber ku huner ji bo min amûrek ji bo fikirînê ye, ne tenê ji bo pêşandanê ye."

Di navbera jêhatîbûn û bazara hunerî de

Li gor Lubna Benrabah laş ne tenê asteng e, hunermenda dîtbarî bi astengiyeke din a kûrtir re jî rûbirû ye wek naskirin û pêbawerî. Lubna Benrabah wiha axivî: "Gelek jin dixwazin hunerê bikin û jê debara xwe bikin, lê ev ne hêsan e. Huner amûr, dem û materyalan hewce dike û debara xwe bi hunerê bi xwe jî zehmet e, ne tenê li Mexribê lê li seranserê cîhanê. Ji ber ku qada hunerî her vekirî nîne û pêşbaziya di nav wê de ne tenê bi jêhatîbûnê ve girêdayî ye. Jin herî zêde bi gefan re dimînin ku ew bi navê hunermendan dixebitin û hilberên wan ne rast in. Ji ber vê yekê hunermendên jin neçar dimînin ku du qat ji mêran zêdetir hewl bidin da ku xwe û nirxa xwe îspat bikin."

'Piştevaniyên saziyan demsalî û sînorkirî ye'

Lubna Benrabah di piştgiriya hunermendan de xwe dispêre rola saziyên çandî, lê ew qebûl dike ku ev piştgirî qels û demsalî dimîne. Lubna Benbarah wiha dawî li gotinên xwe anî: "Wezareta Çandê piştgirî peyda dike, lê ew kêm dimîne û hejmara hunermendên jin ên ku jê sûd werdigirin sînordar e. Saziyên çandî yên taybet, wek komele an însiyatîfên serbixwe, hewl didin ku beşdar bibin, taybet dema ku festîval an pêşangehan organîze dikin, lê piştgiriya wan pir caran ne daîmî ye. Ji ber vê em daxwaza vîzyonek sazî zelaltir û dadperwertir dikin ku şert û mercên mayînde ji bo hilberîn, pêşandan û pêşvebirinê bê mentiqa îstîsna û bûyerên demkî, garantî bike."

'Jin bûne xwedî amûrên îfadeyê'

Hunermend Halîma El-Furatî jî bawer dike ku hebûna jinan di hunera dîtbarî ya Mexribê de îro êdî ne paşguh an tesadufî ye, lê girîng û mezin bûye, ku pêvajoyek dirêj a veguherîn û berxwedanê nîşan dide. Halîma El-Furatî wiha vegot: "Jin êdî ne tenê mijarên estetîkî ne ku di tabloyan de wek sembolên kevneşopî an fîzîkî têne binavkirin. Ew bûne aktorên çalak, berhemên wêrek û bêhempa diafirînin ku pirsgirêkên kesane, civakî û siyasî nîşan didin. Jin êdî ji pozîsyona "mûza bêdeng" derbasî "hilberînera hişmend" bûne ku xwediyê amûrên îfadeyê ye û vîzyona xwe ya estetîk û rewşenbîrî ferz dike."

'Jinên Mexibî wek serhildêr li dijî stereotîpan derketine holê'

Halîma El-Furatî tekez kir ku bikaranîna dîtbarî ya laşê jinê pir caran di bin bandora perspektîfeke mêr de bû ku wê ji ezmûna jinan a subjektîf vala dikir û wiha domand: "Jin dikir semboleke kodkirî ya nirxên civakî yên wek paqijî, bereket, dayiktî, an tewra erotîzm, bê ku rê bide wê ku bibe amûrek serbixwe ya îfadeya hunerî. Hewcedarî bi xwendin û fêmkirina mîrata hunerî ya Mexribî û Erebî heye ji bo têgihîştina temsîl û şîroveyên wê. Ji nîvê duyemîn ê sedsala bîstan û vir ve, jinên Mexibî wek serhildêr li dijî qaliban derketine holê, ji rola xemilandin an sembolîzmê derbas bûne û berhemên ji ezmûnên wan ên kesane û fikarên civakî derdikevin, afirandine. Gelek ji van jinên pêşeng ketin qada hunerê ku riya hunerî ji bo jinan wek luksek nayê qebûlkirin, dihat dîtin. Ew karîn di nav perwerdeya Mexribî de dibistanek jinan ava bikin."

Hunermendên jin ji bo naskirin û afirîneriya azad têdikoşin

Halîma El-Furatî di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser nifşê nû yê hunermendan û got: "Ew ne tenê ji bo pêşkêşkirina vîzyonên hunerî dixebitin, di heman demê de ji bo naskirin û afirîneriya azad şerekî dualî jî dimeşînin. Di berhemên gelek hunermendên jin ên Mexribî yên îro de, em daxuyaniyek hunerî ya dualî dixwînin ku pratîkek afirîner e û kiryarek berxwedanek bêdeng li dijî paşguhkirinê û li dijî wesayeta sembolîk e ku her gav jinan di hunerê de tenê wek wêneyek kiriye, ne wek xwediyê firçeyê."