Bi fîlmkartonên ku ji kaxezan çêdike zarokan perwerde dike
Hunermend Ula Berekat bi riya fîlmên karton gelek zarok perwerde kirine da ku bikaribin çîrokên xwe yên cihêreng ên jiyana rojane vebêjin.
RAFIF ESSLEEM
Xeza – Ula Berekat saetên dirêj di odeya xwe de rûdinê ji bo xêzkirina wan karekteran û boyaxkirina wan. Ji bo dîmenê yekem ji fîlmekî xwe kartonî re bi teknîka ‘stop motion’ çêbike û pê re dîmen 5 deqeyan berdewam dike mijarên civakî cuda li Xezayê bi taybetî yên jin û zarokan nîqaş dikin.
Çîroka Ula Berekat a 18 salî dema komek karekter li ser kaxezan xêz dikir ku dîmenek temam bi afrîneriya xwe şareza ava dike, wê bi xwe rastiya afrîneriya xwe hunerî nizanibû karê ku gelek roj pêwîst dikir temam bibe di çend saetan de bi dawî dikir.
Malbata wê kêrhatiya wê dîtibûn û xwestin bi pêş bixe. Li Xezayê wê demê çêkirina fîlmên karton nizanibûn lewma pisporên wê jî nebûn ku alîkariya wê di pêşxistina kêrhatiyan de bi awayekî zanistî bikin. Ew tevli perwerdeyên xêzkirinê dibû û xwe bi xwe fêr dikir, li berhemên Erebî û cîhanî temaşe dikir.
‘Hunermend di bajarên dorpeçkiri de xwe dispêrin hunera xwe’
Ula Berekat diyar kir ku piştî demeke dirêj bihîst ku ji bo perwerdeyên taybet şandeyek biyanî tên Xezayê, di perwerdeyên hefteyekê, yan du – sê rojan de ji bo kêrhatiyên xwe bi pêş bixe bi lez xwe tê de tomar dike, wê demê têr nekir jî lê zanîna xwe kom kir û wiha behsa hunera xwe dike: “Gelek salan min hewl dida bingehên zanistî ji bo vê hunerî ava bikim ku hunermend li bajarê dorpêçkirî xwe bispêrinê, kêrhatiya xwe tevlî hunerê kir û bi dehan fîlm çêkirin. Ez beşdarî xwendina multîmediya di kolîjek bajarê Xezayê de bûm, min xwe tê de bi pêş xist, bingeh û prensîbên karê pispor di çêkirina fîlmên karton de hîn bûm, min karê xwe cuda çêdikir ji bo xwe bigîhîjînim hemû welatên cîhanê. Piştî çend salan ji perwerdeyê ku gelek ked û dema min dibir dest bi projeya xwe ya taybet wek wêne û çîrok kir. Bi armanca mijarên civakî cuda bi riya hunerê nîqaş bikim lehengên min jî jin û zarok in.”
‘Em hewl didin êşên xwe yên şer veşêrin’
Ula Berekat li ser êrîşa 2014’an axivî û wiha pêde çû: “Ew şerê ku weke hunermend û hemû gel jê bi bandor bûn û heya roja îro hewl didin vê êşê veşêrin, dijberî prensîbên ewlekarî û aştiyê çawa em ê bikarbin ji tirsa şer û bîranînên wê birevin ku di kêliyekê de mirov ji aramî diçe nava agirê bê rawestandin. Encama keda min beşdarbûna festîvala sînema Terra di Totti (Erd ê hemûyan e) li Îtalyayê bû ku salane li Polonyayê li dar dikeve, fîlmê min Here û Bê yê li ser mijara wekheviya navbera herdu zayendan de li Xezayê bû. Dê de çîroka keçek, rastî û pirsgirêkên wê yên bi birayê wê re hene. Yê ku wê weke xizmetkar tenê dibîne û ji pêşketina wê di xwendinê de bêzar dibe vedibêje.”
Ula Berekat diyar ku ku di fîlm karton de rûbarek fireh ji bo hizrên xwe û nîqaşkirina mijaran dibîne. Balê dikşîne ser hemû çîrokên di fîlmên xwe de derxistine rastin û li pêş wê çêbûne xwestiye wan derxe holê ku ji bo hişyarî çêbibe û guhertinê di hin kiryarên civakî şaş de bi riya hunerê çêbike
‘Armanca min a sereke ew e ku berhemên xwe bi pêş bixim’
Ula Berekat der barê çêkirina fîlmên karton de wiha dibêje: “Madeyên ji bo berhemdayîna vîdeoyekî bi kar tînim, madeyên xam, qumaş û her tiştên din weke dar, hirî û pê fîlm çêdikim lê ji ber hin made biha ne carna ji bazarê demek dirêj qut dibim. Kamerayê bi kar tînim dema dîmenan digrim pişt re ji bo fîlm baş derkeve bi kompîtorê montaj dikim. Tê de pêvajoya deng jî heye û zêdekirina tevgerên deng û promoya fîlm jî tê amadekirin. Ev hemû gav jî bi birîna kehrebê re astengiyan derdixin hole. Her deqeyek ji fîlm du-sê rojan an hefteyekê pêwîst dike ew jî li gorî dîmenkişandina çîrokê, diyaloga nava fîlm de û carna karekterên flîm zêde ne yan çîroka fîlm dirêj e lewma fîlm mehek heta du mehan dirêj dike. Armanca min a sereke niha ew e ku berdîlek enerjiyê baş bibînim û cihekî baş berhemên xwe bi pêş bixim.”