Bi çêkirina neqşên li ser cilan çanda xwe diparêze

Cemîla Musa ya 49 salî ya ji Kobanê ye bi çêkirina karên destan û neqşên rengîn ên bi motîfên Kurdî him debara xwe dike him jî parastina çandê dike. Cemîle Musa ji bo parastina çanda Kurdî bang li ciwanan kir.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Bajarê Kobanê yê li herêma Firatê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek pîşeyan navdar e. Weke karên destan û neqişandina cil û bergên folklorî yên li bajêr ku çand û nasnameya jinên Kurd e. Karên destan ji çalakiyên herî zêde jin li malê pê radibin e, bi riya van karan jin berhemên cuda ji bo xemilandina mala xwe bi kar tînin. Jinên herêmê karê dirûtin û neqişandinê dikin li gel neqişandina qumaşên ser maseyan û balîfan dantêlan jî çêdikin. Cemîla Musa ya 49 salî ku ji gundê Îdiq ê başûrî bajarê Kobanê ye karê dirûtina cilên gelerî dike û bi karê xwe çandê diparêze.

‘Min ji karên neqişandinê hez kir û dest pê kir’

Cemîla Musa ya ji ciwantiya xwe ve bi hezkirinê vê karê dike wiha dibêje: “Di 17 saliya xwe de ez li bajarê Reqayê tevî malbata xwe dimam, min ji pîşeya dirûtinê hez kir û ya neqişandinê dema min dît jinên din cil û bergan bi ciwanî dineqişandin, min ji karê wan hez kir û biryar da fêr bibim. Yekem berhema min, fistanek min ji xwe re çêkir wê demê dizanibûm êdî baş fêrî neqişandinê bûme û pişt re min ji xwe re kir pîşe.”

Destpêkê Cemîla Musa ev pîşe weke hobiyekê ji xwe re kike lê piştre bûye pîşeye wê.

Debara xwe pê dike

Cemîla Musa bi tenê li malê dijî zarokên wê nîn in lewre neqişandin û karên destan ji bo wê baş e wiha dibêje: “Ez fistanan û gelebiyan dineqişînim, berhemên baş û bedew dertînim. Ji 15 salan ve ye ez karê neqişandina destan dikim bi baldariyek mezin ku gelek neqiş û xêz tê de hene lewre ez li gorî daxwazan zibonan çêdikim.”

Cemîla Musa li ser qumaşan bi derziyên taybet dineqişîne ku hinek ji wan ji bo gelebiyan taybet in û hinek ji bo fîstanan. Bi vîn û hêza jinan dikare aboriya xwe bi dest bixe û dibêje: “Kesê min nîn e nanroja min derxe lewre min dest bi kar kir min ked da heta îro bûm xwedî pîşe di mala xwe ya biçûk de.”

Li gel xurtkirina rewşa aborî Cemîla Musa çanda bajarê xwe jî diparêze li ser vê yekê jî wiha dibêje: “Ji bo min çand û kelepora min nasnameya min e, lewre ez kar dikim ku biparêzim û çanda lixwekirina cilên Kurdî folklorî di nava jinan de belav bikim ji bo em veguhezînin nifşên li pey xwe. Ev kar dijwar e lê ez ê berdewam bikim.”

Hem cilan dineqişîne hem jî xaliyan çêdike

Li gel karê neqişandin û dirûtinê karên destan û xaliyan jî çêdike. Li ser wê yekê Cemîla Musa dibêje: “Ez ji dayika xwe fêrî çêkirina xaliyan bûm. Ev kar pêdivî bi baldariyek mezin heye ku nol deziyên hêriyê û herîr bi rengên cuda tevlihev dike neqşên taybet derdixe. Di salên dawî de karê bi nol û çêkirina xaliyên destan gelekî kêm bûye.”

Banga parastina çandê

Cemîla Musa bang li nifşên pêşerojê dike ku çand û kelepora bajarê xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: “Divê hemû çanda xwe û kelepora xwe ji windabûnê biparêzin ji ber ku çand û berhemdarî nasname û reseniya netewan e.”