Berxwedana Zeriyan qêrîna bi hezaran çîrokên ku nayê zanîn e

Pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ a ji aliyê rojnameger Rojbîn Denîz ve hat nivîsandin ronahiyê dide êşên ku jinên Êzidî bi fermana 74’an jiyan kirin. Rojbîn Denîz dibêje “Her çîrokek bandorek pir mezin li ser min hişt.”

BÊRÎTAN ZINAR

Navenda Nûçeyan – “...Tirkekî DAIŞ’î yê li Helebê me sitendibû, bi şev û roj weke koleyan me dişxuland. Rojekî xwarina birinc dan me. Piştî demekî dirêj yekem car meyê xwarin xwaribûya. Timî nanê hişk ango nanê kufikgirtî didan me. Ew roj pirinc dabûn me. Me xwarin da pêşiya xwe. Kurê min li birincê mêze kir, paşê serê xwe rakir li min mêze kir. Ji min re got, ‘Dayê were em ji vê dinyayê koç bikin. Destpêkê tu min û xwişka min bikuje û paşê xwe bikuje em ji vê cehenemê rizgar bibin. Ger tu nikaribî ez bikim. Ez destpêkê te û xwişka xwe û piştre xwe bikujim.’ Kurê min dema vê tiştê got hê 5 salî bû. Lê tiştên ku jiyabû bi qasî ku van gotinan pê bide gotin giran bû. Min kurê xwe hembêz kir. Em ê ji vê derê bireviyana. Em ê bi înada wan bijiyana. Min her du zarokên xwe hembêz kir. Me bi hev re dua ji Tawisê Melek re kir, me jê re got were me rizgar bike. Min dil neda, nexwe gelek caran ez jî pê fikirîm, bi tiştên ku kurê min got. Li pêş çavên min bi dehan jinên Êzidî xwe kuştin. Ez bûm şahida gelek ji wan. Lê ez ê ruxmê wan, bi înada wan bijiyama, ji destê DAIŞ’ê rizgar bibûma û bi jiyana Êzidatiyê min ê tolê hilgirta...”

Di pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ a ji aliyê rojnameger û nivîskar Rojbîn Denîz ve hatiye nivîsandin de beşeke ji çîroka Sitî ya ku di femana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de tevî keç û kurê xwe di 22 saliya xwe de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatiye girtin e. Di pirtûkê de jinên Êzidî bi çîrokên xwe yên vegotine dibin dengê jinên Êzidî yên winda ku piştî fermanê 9 salan jî hê çarenûsa wan ne diyar e. Jinên xwediyên çîrokan bi qalkirina tiştên ku jiyane, tarîtiya ku bi Fermana 74’an hat jiyîn ronî dikin.

Rojnameger û nivîskara pirtûka Berxwedana Zeriyan – Çîrokên jinan ên qewmê rojê, Rojbîn Denîz der barê pirtûka xwe ya bi gotina xwe ‘Ew diyarî jinên Êzidî kiriye’ bersiva pirsên me da. Rojbîn Denîz ku dibêje di nivîsandina pirtûkê de ked û piştgiriyeke mezin a Nagîhan Akarsel çêbûye, destnîşan dike ku her gavekî pirtûkê bi keda tevahî jinan hatiye nivîsandin û amadekirin. Rojbîn Denîz li ser çîrokên jinan û jinên bi serpêhatiyên xwe bûne çîrok wiha dibêje: “Tiştên ku wan jiyane weke ku min jiyabe yek bi yek li ber çavên min derbas dibûn. Her jinek, her çîrokek bandorek pir mezin li ser min hişt.”

*Pirtûka we ya bi navê Berxwedana Zeriyan – Çîrokên jinan ên qewmê rojê hat weşandin. Di pirtûkê de çîrokên jinên ku bi fermana 74’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine dîlgirtin û ji aliyê şervanên YPG-YPJ hatine rizgarkirin cih digrin. Ya rast her çîrokek, qêrîna bi hezaran çîrokên ku nayê zanîn jî penase dike. Destpêkê we çawa biryara nivîsandina pirtûkê da, di pêvajoyên weke rojnameger hûn li Şengalê bûn tiştê ku hişt hûn pirtûkê binivsînin çi bû?

Dema fermana 74’an çêbû, dema DAIŞ’ê her derê Kurdistanê dabû pêşiya xwe li Kobanê, Mexmûr û herî giran jî li Şengalê, wê demê weke rojnameger me rewşê dişopand. Nûçeyên gelekî giran dihatin ji qadê. Çîrokên jinên ku hatin destên DAIŞ’ê, yên ku li wan çiyayan bûn, yên ku zilmekî gelek mezin didîtin dihatin ziman. Weke rojnamegerek min jî dixwest biçim Şengalê. Min dixwest ew fermana ku hatiye jiyîn şopeke çawa li pey xwe hiştiye, êş û azarên ku hatine jiyîn û her wiha hêviya ku piştî vê çêbûye çi ye min dixwest bişopînim. Dema ku ez hatim Şengalê min çîrokên wan jinan guhdarî kir. Di fermanê de çi qewimî bû, sala 2014’an çi bûbû min bi hevokên wan guhdarî kir. Tiştên gelekî bi êş derketin. Min berê jî li van tiştan guhdarî kiribû ango bihîstibû lê dema ku bi kesên bi xwe jiyane re yekser ez ketim nav pêwendiyê, dema ku wan bi xwe qala wan çîrokan kirin ev ji bo min hê bi êştir bû, hê girantir bû. Piştî demekî ez her di wê fikrê de bûm, rabûm û rûniştin her tiştê min li ser wan çîrokan bû. Min nikaribû tiştên ku ji min re qal kiribûn ji bîr bikim. Min nûçe dinivîsand, dosya amade dikir lê dîsa jî ev têra min nedikir. Yanî weke ku kêm dima gelek tişt.

Her gaveke pirtûkê bi keda hevpar a jinên Êzidî bû

Wê demê bi hevala Nagihan Akarsel re jî nîqaşek me çêbû. Ew jî berê hatibû Şengalê û hinek lêkolîn kiribûn. Dema ez hatim Şengalê min jê re got ‘Ez diçim Şengalê.’ Wê demê ji min re vê tiştê got, ‘Jinên Êzidî di felsefeya Êzidatiyê de gelek kûrbûnê dijîn lê divê mirov riya vê bibîne ku xwe bigihîjîne van jinan û bi fermana rabû jî xwestin vê felsefeyê vê kokê tune bikin.’ Her wiha ji min re got ‘Biçe xwe bigihîjîne wan jinan.’ Ev gotinên wê her tim di bîra min de bûn. Min qet ji bîr nekir. Dema ku min li çîrokan guhdar dikir jî ji bo min tiştekî pir mezin bû. Piştî dema ku ez ketim nav lêgerîna ku divê ez tiştek çêbikim, wê demê yekem çîroka ku min nivisî min ji hevala Nagîhan re şand. Mi jê pirsî ‘tu çawa dibînî?’ Çîrokê xwend û paşê nîqaşên me li ser çîrokê çêbûn bi hev re. Ji min re got, ‘Ev çîrok bi min re kelecaneke pir mezin çêdike, pêwîst e ev çîrok kom bibin û bibin pirtûkek.’ Wê demê min biryar girt ku ev çîrok bibin pirtûk. Cesareta ku hevala Nagîhan da min ji bo min pir girîng bû. Riya ku nîşanî min da ji bo min alîkariyek pir mezin bû.

Piştre ez ketim rê, min li çîrokan guhdar kir, kom kir. Gelek çîrok bûn. Dema ez ketim navê, min dabeşkirinek wiha jî çêkir. Min xwest di vê fermanê de tiştên ku hem li çiyayên Şengalê, hem Til Efer, Mûsil, Reqa, heta Tebqa, Dêrezor cihên ku jinên Êzidî çûnê hemûyan komî ser hev bikim. Êşên ku hatine kişandin bînim gel hev û min xwest bi van çîrokan êdî her kes kitekita vê fermanê bizanibe. Ji ber tiştên heya wê demê me bihîstibû ew bû ku fermanek bû, li ser jinên Êzidî rabûbû û gelek kitekit hebûn. Lê wan jinan çi jiyabûn, hestên wan di wê kêliyê de çawa bû ew pir nedihat zanîn. Min jî xwest vê bi hemû kitekitên wê, çi hatibe jiyîn bi halê wê yê herî tazî, herî vekirî binivîsînim. Ew ne pirtûka min bû, pirtûka jinên Êzidî hemûyan bû. Ji ber ku hemû jin bi min re bûn alîkar. Em dikarin bibêjin ku karekî me yê hevpar bû. Tenê dawiyê min nivîsand, nexwe berhemek giştî bû.

Diyarkirina navê pirtûkê bi jinên Êzidî re çêbû

Dawiyê piştî ku me çîrokan hemû kom kirin û amade kirin em hatin ser mijara navê pirtûkê. Em ketin nav lêgerîneke ku ‘divê navê pirtûkê çi be.’ Destpêkê min got navê wê bila ‘Min ji porê xwe yê hinekirî hêlîna çûkan çêkir’ be. Ji ber li Şengalê di Sûka Kevin de dema ku jinan kom dikin û dibin, li wir porê wan kaş dikin û dibin. Porê wan ta bi ta hemû ketibûn erdê. Çûkan jî wan porên li erdê kom kiribûn û ji xwe re kiribûn hêlîn. Wê demê çûkan ji wan jinan re hevaltiyê kiribûn. Ev ji bo min pir watedar bû. Lewre min jî got bila navê pirtûkê ev be. Lê paşê hinek sohbetên me çêbûn bi hinek jinan re li ser nav. Wisa fikir derket ku navê pirtûkê bila bibe ‘Berxwedana Zeriyan.’ Zerî di civaka Êzidî de tê wateya jin, koka pêyvê ji zayînê tê. Hevala me ya Suham Şengalî û Dayê Berfê herî zêde bi vê navê bi israr bûn. Pêşniyarkirina vê navê ji bo min tiştek pir xweş bû. Ji ber ku min dixwest ev pirtûk hemû bi rengê jinên Êzidî be. Ji bo wêneyê li ser rûpela pêşîn jî hewldan bi heman awayê bû.

Fîgurên ku min dixwest ji bo rûpela pêşîn bi kar bînim min digot divê felsefeya Êzidatiyê diyar bike. Jinên Êzidî tenê ji ber jin bûn, bedena jinan bû hatin revandin û rastî destdirêjiyê hatin. Yanî min nexwest hinek tişt tenê bi vê werin penasekirin û şîrovekirin. Ev nêrînek pir rast nebû ji bo jinan. Di pirtûkê de jî jixwe min li ser felsefeya Êzidatiyê lêkolînên ku min kirine bi cih kirin. Min xwest bê zanîn ku jinên Êzidî ji ber wê felsefeyê dijîn û didin jiyandin qirkirin li ser wan çêbû. Bi wêneyê rûpela pêşîn jî min xwest vê destnîşan bikim. Jixwe di wêneyê de keziya jinek heye, di nav de tiberk heye, basimbar heye ku di Êzidatiyê de sembolek girîng e. Her wiha berê jin ji bo xweşikbûn, ji bo estetîka xwe bi tiştên zîv fîgurên Teyrê Tawis, tiştên girêdayî xwezayê û bedew in bi cih dikirin di nav keziyên xwe de. Min jî xwest bi vê şêwazê ez vê hinek zindî bikim. Bazdana jinekê ber bi rojê ve jî wateya hêviyê, wateya avakirin û berxwedana jinên Êzidî. Pirtûk bi vê şêwazê derket.

Dîroka fermanan dîroka me hemû jinan e

Tiştê herî girîng jî ew bû ku dîrokek hatiye jiyankirin ne ya îro ye, ne ya duh e ne jî ya sedhezaran salan e. Dîroka fermanan dîroka me hemû jinan e jî. Her veşartî mabû her sergirtî mabû. Tiştekî nivîskî jî tunebû. Ev ferman bi riya ragihandina azad hineke din aşkere bû. Rûyê wê yê rast derket holê. Ji ber wê pêwist bû ku hinek din belgeyê wê bên çêkirin. Bi riya sînemayê, bi riya wêje û hunerê diviyabû were belgekirin. Pirtûka Berxwedana Zeriyan jî beşek vê ya wêjeyî, lêkolîn weke belgeyek wê ji dîrokê re bimîne. Wê bîrekê jî were avakirin. Li ser vê armancê hat nivîsandin.

‘Her jinek, her çîrokek bandorek pir mezin li ser min hişt’

*Piştî fermanê ez jî hinek bûm şahida tiştên ku jin jiyan kirin. Ya rast mirov dikare bibêje ku mîna gelê ku fermanê jiyaye û mîna jinên ku qirkirinê bi kûrahî jiyane her jinek çîrokek e, her zarokek çîrokek e û ev çîrok dibin parçeyên ku bi hevgirtinê heqîqetekê ava dikin. Di pirtûka xwe de jî we cih daye çavderiyên xwe yên der barê jinên ku hûn bi wan re hevpeyvînê dikin. Di wateyekî de we hestên wan ên ku dibe ku tu caran nikarin bilêv bikin aniye ziman. Di nav van tevahî çîrokan de yên herî zêde we bandor kirin çi bûn?

Girtina van çîrokan wisa hêsan çênebû. Milê xwe yê zehmet hebûn. Ji ber tu tiştekî pir giran jiyan dikî û penasekirina wê, bilêvkirina wê wiha hêsan nabe. Yan jî yekser dê kesek derkeve pêşberî te û ji te re bêje qala çîroka xwe bike. Ev ne tiştekî hêsan e. Ji ber wê jî heya îqnakirina wan jinan zor û zehmetiyek mezin jî çêbû. Demek jî girt ev. Lê dema ku min digot ev ji bo dîrokê dibe belgeyek ku dê bimîne dê bibe wesîleya ku divê lêpirsîna vê fermanê bê kirin jin îqna dibûn. Ya din ev jî heye yanî dema tu wê jinê hîs dikî, ew jî dixwaze çîroka xwe parve bike, dilê xwe û tişta ku jiyaye bi te re parve dike. Ji ber wê jî ev ji bo min kêliyekê pir girîng bû. Bi rastî min hewl da her jineke ku lê guhdar dikim ji dil hîs bikim. Tiştên ku wan jiyane weke ku min jiyabe yek bi yek di ber çavên min de derbas dibûn. Her jinek, her çîrokek bandorek pir mezin li ser min hişt.

Êşên ku nayên penasekirin...

Ez vê bibêjim yanî her çîrokek min pir bi bandor kir lê mijarek heye dixwazim li vir bînim ziman. Dema ku ez nû hatim Şengalê, min ji dayikan jî dipirsî bê ka bi fermanê re çi jiyane. Timî vê bersivê didan ‘Ji vê wêdetir tiştek nabe, goştê zarokên wan dabûn dayikan.’ Ji ber wê digotin ji vê girantir tiştek nabe. Ji bo min ev tiştekî pir ecêb bû, bi êş bû. Min digot em di qirna 21’ê de ne, erê rast e DAIŞ hov e, zalim e, dijminê kok e, berê Osmanî bûn îro dewleta Tirk e ew jî zilm dike û ev rastî jixwe tên zanîn. Lê goştê zarokek dayîna dayika wê, karesatek bi vê awayê tiştek cuda ye.

Di çîroka Bêrîtan de ev heye. Dayikek bi erebî nizane. DAIŞ’î her carê tên li ser dayikê zext dikin dibêjin zaroka xwe bêdeng bike. Zarok jî 40 rojî ye û birçî ye, xwarinê dixwaze. Bi awayeke xwezayî ji bo xwarinê digirî. Ew DAIŞ’î her carê tên zextê li dayikê dikin, bi Erebî gotinan dibêjin. Lê ew dayik ji ber Erebî nizane, fam nake ku ew çi dibêjin. Bêrîtan jî ji kunekî biçûk li bûyerê temaşe dike. Paşê DAIŞ’î tên zarok digrin, dibin serjê dikin û piştî demekê goştê wê tînin didin dayikê. Zarok li ber çavên wê tê parçekirin. Ev êşeke pir cuda ye. Yanî mirov nikare pênaseya vê bike. Bi taybetî ji bo dayikek ez bawer im tu penaseya vê nîn e.

*Pirtûka ku we nivîsandiye di heman demê de dibe belgeyek ji bo ronîkirina qirkirinê. Bi pêşwazîkirina 9’emîn salvegera Fermana 74’an em dibin şahidên êşên ku mîna duh zindî ne. Berpirsiyarên vê yên yekemîn jî polîtîkayên qirkirinê yên bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê li dijî civaka Êzidî pêş dikevin e. Der barê vê mijarê de hûn dikarin çi bibêjin?

Yê ku DAIŞ’ê ava kir û berê wî da Şengalê diyar e. Dijminek heye, li kok e, ji kokê heya roja me ya îro hatiye. Duh navê wî Osmanî bûn, îro navê wê dewleta Tirk e, faşîzma AKP-MHP ye. Ew vê tiştê kirin. Dijminatiya li hemberî Kurdan, li hemberî koka Kurdan heya ber bi vê fermanê ve çû. Ji wan jî ya ku dijminatiya esasî kir dewleta Tirk bû. Ya din li vê derê PDK’ê hevkariyek mezin ji dewleta Tirk re kir. Hevkariyek li ser bingeha ku Kurdan û koka wan tune bike. Ev hevkarî heya roja me ya îro jî berdewam dike.

Fermana 74’an rûyê rast ê PDK’ê raxist ber çavan

Lê em vê jî bizanibin, Şengal, fermana 74’an rûyê PDK’ê yê rast derxist holê. Nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberî Kurdan, koka Kurdan, civaka Êzidî çi ye, di fermana 74’an de derket holê. Êdî tiştekî nîn e ku ser wê bigre. Berê siyasetên cuda yên qirêj dihatin meşandin. Bi riya huner û ragihandinê operasyonek taybet dida meşandin, dixwestin ser vê rastiyê bigrin. Lê di fermana 74’an de êdî her tişt ewqas aşkere ye, bi safî li ber çav e ku PDK’ê êdî nikare ser vê tiştê bigre. Bêguman divê em vê jî bibêjin ev ferman bi destên wan çêbû. Bi îxaneta wan çêbû. Hêzêke ewqas mezin li Şengalê di nav rojekê de dema ku DAIŞ’ê berê xwe dide Şengalê, bêguman berê amadekarî heye hemû çek tên komkirin, bêyî ku li pişt xwe jî binêrin Şengalê dihêlin û diçin. Di rê de kesên ku xwe davêjin ber wan û ji wan re dibêjin ‘Erê hûn diçin çeka xwe bihêlin em ê şer bikin’ wan jî dikujin. Piştî ku diçin jî deriyên diçin Başûr yek bi yek digrin. Ji bo xelkê ku bixwaze xwe xilas bike rê nebîne.

Ger PDK’ê erkê xwe pêk anî bûya dê jinan vê êşê nekişandana

Ger PDK’ê îxanet nekiribûya dê wan vê trajediya mezin nejiyana. Di wan çîrokan de jî jinên çîrokên xwe vegotine vê rastiyê bi aşkerayî dibêjin. Hevkariya PDK’ê aşkere dibêjin. Mînak di çîroka Rûken de tê gotin ku bavê Rûken berpirsiyarê pêşmergeyên li Şengalê ye. Dema ku pêşmegre diçin ji bavê Rûken re dibêjin ‘tu bimîne em ê biçin alîkariyê bînin.’ Bavê wê jî bi rastî bawer dike, heya deqeya dawî dema DAIŞ tê pêşiya wan digre jî ji vê tiştê bawer dike. Dema ku xwe xilas dikin jî ji Mûsilê heya Kerkûkê diçin, li Kerkûkê jî mesafeyek deh deqe di navbera PDK’ê û DAIŞ’iyan de heye. Heta Rûken dema qal dike dibêje ‘Dema ku ez û malbata xwe çûn gihîştin gel pêşmergeyan çarşefên reş li ser me bûn, wan ji me re negotin hûn kî ne, hûn ji ku derê tên jî.’ Di vir de jî ew hevkarî dixuyê. Ew jinên ku dîl ketibûn destên DAIŞ’ê wê hevkariya PDK’ê pir baş dîtibûn.

Şervanên YPG, YPJ û gerîlayan bûn hêvî

Dîsa ew ji bi xwe qal dikin şervanên YPG’ê û YPJ’ê, QSD’ê di xilaskirina wan de roleke mezin dilîzin û hêviyek mezin bi wan jinan re didin avakirin. Her wiha çûyîna Şengalê ya gerîlayên HPG û YJA-Starê, li pêşiya fermanê sekinandina wan hêviyek gelek mezin ava kiriye.

Ji bo PDK vê hêviyê bişkîne niha di nava hewldanan de ye. Mînak ew jinên ku ji destên DAIŞ’ê tên rizgarkirin yek bi yek revandin û birin Ewropayê. Hemuyan birin li welatên Ewropayê belav kirin. Ev jî siyasetek e, berdewamiya fermanê ye. PDK’ê ya bi fermanê nikaribû tune bike, xwest bi vê şêwazê qirkirinê bi encam bike. Niha binêrin, ew jinên ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin beşek wan a  mezin li welatên Ewropayê parçe parçe hatin belavkirin, di bin navê rehabîlîtasyonê de, di bin navê tedawiya derûnî de ji axa xwe hatin dûrxistin, dixwazin ji baweriya wan dûr bixin û her wiha rastiya ku wê fermanê de hatiye jiyîn jî dixwazin veşêrin û ser bigrin. Ango dixwazin şahidiya fermanê tune bikin û vê tiştê jî PDK dike.

Baweriya Êzidatiyê û fikrên Rêbertî hêviyên jinan şîn kir

*Jinên Şengalî yên êşên xwe vediguherînin ruhê têkoşer û berxwedaneke mezin, li dijî hemû êrîşan dihûnin. Hûn bûn şahida vê yekê jî û di pirtûka we de jî têkoşîna jinên ku bi çîrokên xwe êşên ku jiyane veguherandine soza tolhildanê derdikeve pêş. Der barê vê yekê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Jinên Êzidî dema ku di sala 2014’an de li wan çiyayên Şengalê dimeşiyan bêhêvitiyek gelek mezin dijiyan. Dema ku rastî gerîlayên jin hatin hêviyek pir mezin hat avakirin. Ev rastî di van çîrokan de jî tê vegotin. Ji xeynî çîrokan jî li Şengalê hûn biçin gel kîjan dayikê û qala Şengalê ji we re bike, di hundirê çavên wan de kelecan, coş û hêviyek diteyise. Vê hêviyê hişt ku Şengal xwe ava bike. Ev pir girîng e. Jinan xwe birêxistin kir, niha xwedî hêza xwe ya parastinê ne. Jinên Êzidî niha bi nasnameya TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî) xwe birêxistin kirine û li her derê kar û xebatê dimeşînin. Ev hêviya ku hat avakirin girîng bû. Jinên ku di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî bûn bi hêviya felsefeya ku pê dijîn a baweriya Êzidatiyê bi wan re hêviyek dabûn çêkirin. Wan jinan xwe bi vê hêviyê girtin ku dikarin xwe ji DAIŞ’ê xilas bikin. Berxwedana  wan bi vê şêwazê derket pêş. Li Şengalê ev her du rastiyên ku bûn sedema hêviyê bûn yek. Hêviya ku ji gerîla û fikrên Rêbertî hatiye girtin û hêviya ku bi felsefeya Êzidatiyê hatiye avakirin bûn yek. Pir nêzî hev in. Dema ku gihîştin hev êdî Şengal weke îradeyek derket pêşî. Vê yekê Şengalê ber bi koka xwe ve bir.

Ev pirtûk diyariya hemû jinên Êzidî ye

Herî dawî dixwazim bibêjim ku ev pirtûk a hemû jinên Êzidî ye. Jixwe ev pirtûk ji bo wan hat nivîsandin û ya wan e. Li vê derê dixwazim hevala Nagîhan Akarsel bi bîr bînim ku hem rê nîşanî min da, hem jî cesaretek mezin da min. Her wiha gelek hevalên din jî timî li gel min bûn. Hem cesaretê dan, hem bûn alîkar, hem di warê fikir de piştgiriyek mezin dan. Bi vê boneyê ez spasiya wan hevalan jî dikim. Herî dawî dixwazim bibêjim ku ev pirtûk diyariya hemû jinên Êzidî ye.