‘Beriya pênûsê bigrim destê xwe helbest bangî min dikin’
Helbestvan Fayrouz Rishk bi rêzikên helbestî yên cuda êşên gelê xwe û jinan û rewşa wan a piştî şoreşa Rojava derdibirîne.
DELAL REMEDAN
Hesekê- Helbestvan Fayrouz Rishk dibêje ku pêdivî bi pênûsê nîn e ji bo nivîsandina helbestan. Carna helbest bang dikin ji bo ez binivîsînim, bêyî ku cih û dem diyar be û bi gotinên: “Nivîskar neynika gelê xwe ne lewre divê di êşên gelê xwe de kûr bibin ji bo binivîsînin û ji cîhanê re ragihînin” balê dikşîne ser rol û rista nivîskar û helbestvanan.
Şoreşa Bakur Rojavayê Sûriyeyê gelek derî û derfet ji bo pêşketina jinan di civakê de vekir. Di nav de tevlibûna jinan di warê wêjeyî û çandî de jî heye. Êdî hebûna jinan di hemû saziyan de li pêş e û çalakî û navendên çandî yên taybet ji bo jinan hatine diyarkirin. Weke hevbendiya jinên rewşenbîr û festîvala wêje û hunera jinan.
Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê beşdarî hemû çalakiyên wêjeyî bû
Fayrouz Rishk yek ji wan helbestvanan e ku li Bakur Rojavayê Sûriyeyê, piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê beşdarî hemû çalakiyên wêjeyî û çandî bûye. Helbestvan Fayrouz Hemîd Rishk ji gundê Tobo yê girêdayî bajarê Amûdê ye di sala 1972’yan de ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi taybetî di qonaxa seretayî de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Rayrouz dibêje: “Dema min mijarên derbirandinê li dibistanê dinivîsandin, min fam kir ku dikarim çîrok û helbestan binivîsînim. Di sala 1989’an de min dest bi nivîsandina helbestan kir. Bi saya malbata min a ku derfet da min ez pirtûkên wêjeyî bixwînim.”
‘Pirtûkên wêjeyî bala min dikişandin’
Fayrouz Rishk li axaftina xwe zêde dike û dibêje: “Herî zêde pirtûkên wêjeyî û roman û kurteçîrokan bala min dikişand. Piraniya helbest û nivîsên min bi zimanê Erebî bûn. Zimanê Kurdî di wê demê de qedexe bû. Em ne dikaribûn helbestan bi zimanê dayikê binivîsînin û ne jî pirtûkên Kurdî dihatin weşandin. Her wiha mijarên helbestên me jî bi baldarî dihatin hilbijartin. Em nikaribûn her tiştê ku bala me dikişand binivîsînin. Lê piştî şoreşa Rojava ya ku mîna volkanê bû, hemû tiştên dijberî hêviyên jinan û azadiya wan heland. Nivîskaran êdî helbestên xwe bi zimanê Kurdî belav kirin û derfet ji wan re çêbû ku hemû hestên xwe bi azadî derbirînin.”
Helbestên wê di kovarên Kurdî de hatin weşandin
Beriya şoreşê Fayrouz Rishk helbestên xwe di hinek kovarên Kurdî yên li derveyî Sûriyeyê de belav dikir li ser wê yekê dibêje: “Şevbihurkên helbestvanî û qenalên Kurdî li derveyî Sûriyeyê bûn hinek helbest û çîrokên Kurdî diweşandin. Lewre bavê min nivîsên min dişandin wan kovar û rojnameyan. Di nava Sûriyeyê de em nikaribûn beşdarî şevbihurkên wêjeyî yên ku ji aliyê navendên çandê yên girêdayî hikumetê dihatin lidarxistin bibin. Helbestvanên Kurd di helbest û hestên xwe de nikaribûn bi awayê azad û bê tirs binivîsandana.”
Çend pirtûkên helbestan
Der barê berhemên helbestvana me dibêje: “Beriya şoreşê min du pirtûk amade kiribûn yek bi nave “Di nava şewatê de ez bêriya te dikim” di sala 2013’an de hat çapkirin. Min bi zimanê Erebî nivîsandibû lê dîsa wê demê min nikaribû biweşanda. Ji ber ku mijar li ser rewşa gelê Kurd di siya sîstema serwer de bû. Pirtûka duyem jî kurteçîrokên bi navê “Çîroka dawiya biharê” çîrokên jinên ku zarok û hevjînên xwe di şer de winda kirine û rewşa zarok û dayikên têkoşer û êşa gelê Kurd bûn. Di sala 2020’an de pirtûka min bi navê “10 name û ewrek” li gel pirtûkeke din ku min hê nav lê dananiye hat çapkirin.”
‘Nivîskar neynika gelê xwe ne’
Di berdewamiya axaftina xwe de der barê rola nivîskar di derbirandina êşên gelê xwe ji bo cîhanê Fayrouz Rish dibêje: “Nivîskar neynika gelê xwe ne lewre divê di êşên gelê xwe de kûr bibin binivîsînin, nîşanî cîhanê bidin û girîngiyek zêde bidin mijara gel ji bo waneya xwe dewlemend bikin. Pêdiviya min bi pênûsê nîn e ji bo helbestan binivîsînim. Carna helbest bi xwe bangî min dikin bêyî ku dem û cih diyar be ji bo binivîsînim. Carna li kolanê ez dinivîsînim an di riya kar de yan jî dema ku zarokek dibînim, herî zêde êşa gel min ber ber bi xwe ve dikşîne.”
18 sal in beşdarî festîvalan dibe
Der barê beşdariya çalakiyên wêjeyî û çandî de Fayrouz Rishk dibêje: “Ez tevli festîvalên wêjeyî û çandî yên ku ji aliyê desteya çand û hunerê ve tên birêxistinkirin bûm. Weke festîvala Huner û Wêjeya Jinê di dewra çarem de. Her wiha ez tevlî komîteya tehkîmê ya nivîsandina Erebî du caran bûm û hatim xelatkirin. Ji 8 salan ve ez beşdarî festîvala helbestan dibim. Ev festîval ji aliyê nivîskar û rewşenbîrên Rojava ve tê lidarxistin û tevli şevbihurkên li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibim. Di 28’ê Tebaxê de jî ez ê tevli festîvala helbestan li bajarê Reqayê bibim ku ji aliyê desteya çandê ve tê lidarxistin.”
Der barê nêrîna civakê ya ji helbestvan û nivîskarên jin re beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê de Fayrouz Rishk dibêje: “Hejmara jinên di warê jiyanî yê giştî di civaka me de beriya şoreşê kar dikin kêm bû lê piştî şoreşê rola jinan di hemû waran de girîng bû, hebûna xwe îsbat kirin, bi taybetî di warê hunerî û çandî de.”
‘Her jin dikare pirsgirêkên xwe çareser bike’
Di dawiya axaftina xwe de Fayrouz Rishk peyamek ji bo jinan da û got: “Her jin dikare pirsgirêkên xwe derbas bike û ber bi lûtkeya ku dixwaze ve biçe, bibêje ez heme û dikarim her tiştî bikim. Ji ber ku jinên Kurd bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re bûn nimûne ji bo hemû cîhanê, têdikoşin da ku bigihîjin armanc û hêviyên xwe.”