Belgefîlma ‘Çavê Çavdêr’ a li ser çîroka Kewser Îftixarî li Meksîkayê xelat girt

Belgefîlma bi navê ‘Çavê Çavdêr’ ku behsa jiyana şanogera Kurd a di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de çavekî wê hatibû korkirin dike, di 14’emîn Mîhrîcana Navdewletî ya Meksîkayê de xelat girt.

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma bi navê ‘Çavê Çavdêr’ di 14’emîn Mîhrîcana Navdewletî ya Meksîkayê de xelat girt. Naveroka belgefîlmê li ser jiyana jineke ku di xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de çavên wê hatine korkirin e.

Xelata ji bo belgefîlma ‘Çavê Çavdêr’

Li gorî daxuyaniya 14’emîn Mîhrîcana Navdewletî ya ‘Li dijî bêdengiyê, hemû deng’ a Meksîkayê, belgefîlma bi navê ‘Çavê Çavdêr’ xelat girt. Li gorî daxuyaniyê, mîhrîcanê ev belgefîlm di beşa ‘sînor, koç û penaberiyê’ de wekî fîlmê dirêj hilbijartiye. Senaryoya fîlm ji aliyê Ebas Xezalî ve li Îspanyayê hatiye amadekirin û ji aliyê kompanyaya ESCAC Films ve hatiye kişandin. Belgefîlm 28 deqe ye û bi zimanên Farsî û Spanî hatiye çêkirin.

Çîroka şanoger kewser îftixarî

Şanogera bi navê Kewser Îftixarî di dema serhildanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de di encama gulebarana rasterast a hêzên îstîxbarata Îranê de ji çavê xwe birîndar bû, çavekî wê kor bû. Belgefîlma ku hatiye çêkirin, li ser jiyana Kewser Îftixarî ya piştî vê bûyerê ye. Fîlm pirsa wê yekê dike ku gelo ew ê biryar bide li şûna çavê hatiye korkirin çavekî destkird bi kar bîne ji bo ku sîmayê wê wekî berê lê bê, yan dê jiyana xwe bi wê birîna ku bûye beşek ji nasnameya nerazîbûnan berdewam bike.

Rûyê berxwedanê

Kewser Îftixarî piştî birîndarbûnê, bûye yek ji rûyê herî naskirî yê wan kesan ku di dema nerazîbûnan de çavên wan hatine korkirin an jî zirar dîtine.