Banga nivîskara Tûnisî ji bo jinan: Binivîsin, ne tirsin
Rojnamevan û nivîskar Butheyna Ghribî ya ku li ser hunermendên jin dinvîse, jiyana Şalîha ya yek ji dengên jin ên bêhempa ya di dîroka muzîka Tûnisê de ye, nivîsand. Butheyna bang li malbatan dike ku ji bo nivîsandina jinan ji wan re bibin alîkar.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Rojnamevana Tûnisê Butheyna Ghribî, derbarê Şalîha (Şalouha bîn Ibrahim bîn Abd al-Hafiz) a yek ji kesayetiyên girîng ên muzîka Tûnisê ye de, pirtûkek nivîsand. Pirtûk, ji zarokatiya wê ya dijwar bigre heta hevdîtina wê bi muzîkê re û navdariya wê, tevahiya jiyana hunermend vedibêje.
Buthayna Ghribî, li ser jiyana hunermendên jin ên ku bîra hunera Tûnisî diafirînin, dinvîse. Buthayna Ghribî, niha pirtûkek nû ya jiyana Hebîba Misika vedibêje, amede dike. Hebîba Misika, yek ji stranbêj û lîstikvanên herî girîng ên nîvê ewil ê sedsala 20’an e. Buthayna her wiha der barê mirina Hebîbaya ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin de lêkolînan jî dike.
Buthayna Ghribî, derbarê sedema nivîsandina Şalîhayê de wiha axivî: "Şalîha, di dîroka muzîka Tûnisî de ne tenê dengek jin a bêhempa ye, di heman demê de xwedî çîrokekî jiyanek girîng a ji zarokatiyek nazik veguhere hunermendek bi heybet e. Jiyana wê, mînakek ku bandora çarçoveya civakî û siyasî li ser karakterê mirovan nîşan dide ye.”
‘Şalîha li dijî gelek zehmetiyan têkoşiyaye’

Buthayna Ghribî, destnîşan kir ku hilkişîna Şalîha ya ji bo cîhana hunerê ne hêsan bûye û her tim rastî tundiya derûnî û fîzîkî hatiye. Buthayna ragihand ku Şalîha li dijî gelek zehmetiyan têkoşiyaye û ji bo di qada hunerê de li ser lingan bimîne fedakariyên mezin kiriye.
‘Şalîha temsîla jinên me û nifşên pêşerojê dike’
Buthayna Ghribî, bi van gotinan balkişand ser girîngiya dîrokî û çandî ya hunermed Şalîha: "Ez wê tenê mîna hunermendek nabînin, di heman demê de mîna berxwedêrek jî dibînim. Şalîha, di destpêka sedsala 20’an de û bi taybetî di damezrandina Raşidiye ya li Tûnisê de û di parastina mîrateya muzîkê de, tevkariyek mezin kir. Di vê pêvajoyê de cihgirtina jinê ya di cîhana hunerê de zehmet bû. Şalîha temsîla jinên me û nifşên pêşerojê dike. Şalîha, di navbera salên 1930 û 1950’an de, di heyama metînkariyê de û di demekî ku rêxistinên parastina mafên jinan tunebûn de, li Tûnisê jiya.”
‘Şalîha dîrok û çîroka civakê ye’

Buthayna Ghribî, di berdewama axaftina xwe de diyar kir digel ku Şalîha di 44 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye jî, li ser gelê Tûnisê şopeke kûr hiştiye û got: “Tevî ku em îro dirêjtir dijîn, pirî caran bêyî ku şopek bihêlin derbas dibin. Jiyana Şalîha serkeftina jinekî ku di şert û mercên pir dijwartir ên serdema xwe de jiyan kiriye, nîşan dide. Sedema min a nivîsandina têkildarî Şalîha heye. Her belgeyekî nû ku min dîdît, Şalîhayê ji nû ve şêwe dikir û lêkolîna min kûrtir dikir. Min hîs kir ku ew êdî ne tenê ferdek e, fîgurek ku tevahiya civakê temsîl dike ye.”
Buthayna Ghribî, destnîşan kir ku konsera dawî ya Şalîha bûye sedema nivîsandina wê û axaftina xwe wiha domand: “Di sala 1953’an dema konsera dawî ya Şalîha de, ew li nexweşxaneyê bû û bijîşkê wê jê re digot strangotin dê jiyana te bixe xeterê. Lê belê, ji bo ku beşdarî konsera yekem a Magrîbê ya ku li Tûnisê hat lidarxistin bibe, nexweşxaneyê terikand û tevî westandina xwe derket ser dikê û performans pêşkêş kir. Dîmêna Şalîha ya vê demê, di nava temaşevanan de pirsa “Şalîha stran got an giriya?" anî rojevê.”
‘Xwendina dîrokê ya li ser bingeha jinan pir watedar e’

Buthayna Ghribî, fikrên xwe yên derbarê rewakirina tundiyê de jî anî ziman: “Di lêkolîna min a li ser mirina Hebîba Misika de, gelek jinan li ser vê cînayetê gotinên mîna ‘Heq kir, xiyanet li hevjînê xwe kir û kuştina wê rast bû’ bikar anîn. Nêrinên bi vî awayî, nîşan didin ku divê em avahiyên xwe yên derûnî û civakî lêpirsin bikin. Gelo çima jin dighîjin xala rewakirina tundiyê?”
Buthayna Ghribî, da zanîn ku wê demê hunermendên jin ne tenê deng bûn, di heman demê de di çarçoveya civakî û siyasî de jî kesayetên girîng bûn û got: "Huner, li Tûnisê bi tiştên diqewimî re ne îzole bû. Rolên jinan ên di vê pêvajoyê de pir girîng bûn. Lewma, xwendina wê heyamê ya li ser bingeha jinan pir watedar e.”
‘Nivîsandin pêvajoyek fikirandinê ye’
Buthayna Ghribî, diyar kir di temenê xwe yê biçûk de bi nivîsandinê re eleqedar bûye û rêyên xwe îfadekirinê kifş kiriye. Buthaynader barê xwe de wiha got: "Nivîsandin ji bo min ne tenê şêweyek îfadekirinê ye, di heman demê de pêvajoyek fikirandinê ye jî. Ew qonaxa arambûnê û hewildana hiştina şopek e. Di Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Tûnisê de jinekî ciwan diyar kir ku ew di mijara nivîsandinê de zehmetiyan dikşîne. Min jî jê re got ku binivîse, tenê binivîse û weşanxane an jî zivîrandinan nefikire. Hestên xwe derxe holê û nivîsek rast dê rêya xwe bibîne.”
‘Alîkariya malbatan ji bo zarokan pir girîng e’
Buthayna Ghribî, di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir ku zarok di temenê biçûk de bên şêwekirin û bi van gotinan balkişand ser girîngiya alîkariya malbatan a ji bo kefşkirina zarokan a jêhatibûnên xwe: “Ez bi şans bûm, ji ber ku bavê min her tim min dibir şanoyê û min teşwîq kir ku ez bixwînim û beşdarî klûbên çandî bibim.”