“Armanca me ew e ku em di her qadê de tora nûçegihanên jin ava bikin”

Rojnameya jinên karker bi şîara ‘Li her derê bi hemû halê xwe yê kedê’ dest bi weşanê kir. Ev rojname heta ku şertên pandemiyê ji holê rabin wê bi bi rêk û pêkiya xwe ya heyî weşana xwe bidomîne. Jinên ku amadekariya pirtukên serlêdanê dikin ev pirtûk ji tacîzên zayendî bigre heta li dijî şîdetê rêbazên têkoşînê digrin nava xwe û dibêjin; “Ji bo jinên karker xwe bigihîjînin me, ji bo em xwe bigihîjînin jinên karker, weke jin ji bo em mafên xwe yên xebatê bi dest bixin, ji bo keda me ya ku nayê dîtin were ditîn em ê têkoşîna wê bi hevre rêxistin bikin.”

  
EKÎN ARDA
Navenda Nûçeyan- Ji bo ku di jiyana xwe ya kar de berhemên keda wan were dîtin, bi vê boneyê di 17’ê Mijdara 2020’an de jinan rojnameya dîjîtal a bi navê “Jinên Karker” dest bi weşanê kir. Ev rojname ji aliyê komek jinên femînîst ku di qadên cuda de kar dikin hatiye avakirin. Bi şîara ‘Li her derê bi hemû halê xwe yê kedê’ jinên ku ketine rê armanca wan ew e ku hemû keda xwe ya îro û di demên borî de belge bikin û bidin dîtin. Armancek din a jinan ew e ku li her qadê zincîreke ku ji nûçegihanên ji jinên karker pêk tê ava bikin. Jinan bal kişandin ser ku di medyaya Tirk de habûna jinan gelek kêm e, ji bo jin di her qadê de werin dîtin girîngiya yekitiyê pêşniyar dikin. Em jî wekî ajans hem der barê karên jinan de hem jî der barê yekitiya wan de me hinek pirs amade kirine. Necla Akgokçe û Serap Gure li ser navê rojnameyê bersiva pirsên me dan. 
Destpêkê hûn dikarin behsa malpera xwe ya bi navê Jinên Karker bikin? Çawa hat avakirin? Ev hizir çawa derket holê û ji bo avakirina malperê kê pêşengî kir?
Bi keda komek jinên Femîniîst ku di qadên cuda yên weke sendîka û akedemiyan de xebat didan meşandin ev koma jinan di sala 2019’an de li hev kom bû û me civîn pêk anîn. Sendîka der barê mafên  jinan de xwedî siyaset nîn e, yên hildiberînin jî qada bê heq a jinan nabînin. Halbukî dema ku em dibêjin xebatên jinan di qada bê heq de pêwîstî bi derdorek ku ji ber çavan neyê windakirin heye. Karên ku li malê tê kirin, ên rojane kar dikin bi bangawaziyê ve girêdayî di sendîkayên heqê qada xebatê de nayên dîtin, yan jî tên dîtin û di xebatek bi awayê ku tiştek nekin de kar dikin, pêwîstî pê heye ku ev jî werin dîtin.  
“Cih nedidan me”
Ew sendîkayên ku bi salan mêr bûne endam xebatên weke ‘Sendîka rêxistinên têkel in û divê bi têkelî jî di avahiyan de xebat were meşandin, der barê mafên jinên karker de qet pêşketinek nayê qeydkirin. Li gel vê jî em her tim li cih geriyan. Rê li me girtin û vê yekê me pir aciz kir. Halbûkî ew sendîkayên ku ji wan re digotin têkel, ne têkel bûn hemû ji mêran pêk dihat. Ango jin wê di sendîkayên mêran de bi kotekî bixebitiyana û wê qet li ser sendîkayên jinan nehata axaftin.  
“Me di 17’ê Mijdara 2020’an de dest bi weşanê kir”
Em weke jinên ku bi salan e li van qadan de tên dîtin biaxivin, li dinyayê nîqaşkirina şêweyên cuda yên rêxistinên jinan, di bazarên hêza kar û di qada kedê de ger, xebat, heq, mafên civakî û têgehên hwd. bi perspektîfên femînîst ji nû ve pêwîstiya me bi naskirinê heye. Ev demek bû ew mijarên ku me nîqaş dikirin van mijaran bikşînin raya giştî ya femînist, ji bo ew keda jinan a ku nayê dîtin were dîtin û bibe mijara siyasetê em hatin gel hev. Me biryar da ku em weşanê bikin. Pandemî ket navberê pêvajo hinek dirêj bû. Di dawiyê de sala derbasbûyî di 17’ê Mijdara 2020’an de me dest bi weşanê kir. Ji zêdekirina pêşengiyê zêdetir ew axaftinên ku me ji xwe re dikir û şerm dikir derbasî derve bikin û hinek  meseleyên din jinên cuda dihizirin me dîtin, hemûyan ji hev hêz girtin ji tiştên ku behsa wan nedikirin axivîn. Yek ji van mînakan sendîkayên jinan bûn.  
Çîroka şiara we ya ‘Li her derê bi hemû halê xwe yê kedê’ çi ye?
Li malê, baxçe, li firoşgeha bavê xwe, di atolyeyên tekstîlê de gelek deman ji bo malbatê em karê bê heq dikin. Li fabrîka, ofîs, zanîngeh, şaradarî, karên paqijiya malan, em bi heq dixebitin, di heman demê de jî karê malê jî li ser pişta me ye. Erê em li her derê dixebitin. Bi heq bê heq halê me yê kedê heye. Ev şiar ji derveyî jinan ên tên dîtin û nayê dîtin û di şêweyên cuda de halê kedê derdikeve holê di nava xwe de digre. Şîar weke navê xwe kurt, cewherî, bandorker û berfireh e û divê balê bikşîne ser heqê keda jinan. Em dihizirin ku naveroka kovarê baş hatiye îfadekirin. Çîroka wê di heman demê de çîroka me ya hevpar e.  
Mînak tora we ya nûçeyan an jî nûçegihanan heye, we polîtîkaya xwe ya weşanê çawa ava kiriye? 
Armanca me ew e ku em di her qadê de tora nûçegihanên jin ava bikin. Ji ber vê jî me armanc kir ku em der barê mijarên rojnamevanî, nûçegihaniya keda jinan û nûçegihaniya femînîst de dest bi perwerdeyê bikin. Me gelek deverên sanayiyê hilbijart lê ji ber sedema pandemiyê me nexist meriyetê. Komek jinên ku em dibêjin û komîteya nivîsê ku weke komeke tovik bi civînên zoomê em hatin gel hev. Niha polîtîkayên weşanê ev kom diyar dike. Hemû ew kesên ku nivîsan pêşniyar dikin, dema em guncaw dibin û bi xwe jî bikarin çêbikin, çêdikin. Du kes hinek caran sê kes karê edîtoryayê dikin. Hinek caran ên ku nûçe çêdikin û niha em wisa berdewam dikin. Ji ber erkek diyar ê niha nîn e.
Di amadekirina weşanê de hûn zoriyan dikşînin û ew zoriyên ku hûn rast tên çi ne?
Erê di xwegihandina nûçeyan de em zehmetiyan dikşînin. Ji derveyî van, du havalên me yên ku nûçeyên taybet çêbikin hene, yek ji wan jî nûçegihana sendîkayê ye. Divê jinên ciwan ên ku bikarin çalakiyan bişopînin hebin. Koma me ya ku navbera temenê me zêde ye, di şertên pandemiyê de me bê tevger dike. Hûn bi xwe jî dizanin piraniya nûçeyan li derve ne, em bi xwe di mal in. Havalên me yên ku di sendîkayan de kar dikin di van mijaran de bi me re dibin alîkar. Ew hinek caran ji qadan nûçeyan dişînin ji me re. Dema ku me tora jinên nûçegihan xist meriyetê wê pirsgirêkên me yên wisa ji holê rabin.
Têkiliyên we bi torên din ên jinan an jî bi ajansên jinan re heye?
Em dixwazin bi ajansên jinan re bikevin nava têkiliyan, di medyaya Tirkiyeyê de hebûna jinan gelek kêm e lê belê qet cih nadin tecrubeyên jinên kedkar. Medyaya alternatîf di demên dawî de hebûna jinan ên bi tevgerên femînîstî ve girêdayî zêde bûne. Jinên karker ên ku herî kêm tên dîtin in. Lê belê di malperên nûçeyên jinan û di ajansên nûçeyên jinan de pirsgirêkên jinên kedkar ji bo ji holê werin rakirin hin zêdetir cih ji keda jinan re hatiye veqetandin. Li cihên kar tacîzên ku li ser jinan tê kirin êdî dikarin werin axftin û bikevin rojevê. Gaveke girîng e ku di vê qadê de hatiye avêtin. Pêwîstiya me bi karê jinan heye, ji ber ku jinan ew kar kiriye nirxên wî karî, heqê jinan e. Em xwedî wê cewherê ne ku di navbera jin û mêrên di fabrîkayan de dixebitin û polîtîkayên jinan em di van qadan de ava bikin. 
Di nûçeyên ku we çêkirine û gotarên ku digihîjin we jin çi zehmetiyan dibînin? Kîjan daxwaz an jî pirsgirêk derdikevin pêşiya we?
Di dema pandemiyê de, em hewl didin keda jinan ragihînin û di hemû çîrokên ku ji me re hatine ragihandin de, pirsgirêk û hewcedariyên vê pêvajoyê derdikevin pêş. Di qonaxên destpêkê yên pandemiyê de rewşa bêkariyê pir cidî ye, wekî mînak jinên ku diçin paqijiya malan. Ev tê wateya ku bê dahat mane. Di vê pêvajoyê de jin ketin nav xizaniyek mezin. Negirtina cihên kar, jinên karker bi xetera Covîd 19 re rû bi rû dihele. Ev metirsî ji bo xebatkarên jin ên tenduristiyê bi dehan qat zêdetir e. Lênêrîna zarokan pir girîng e, li cihên kar ên sendîkayî jî ev pirsgirêk hîn nehatiye çareserkirin. Destûra bê mûçe, ji bo jinan yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e, gelek jinên ku destûra bê mûçe digrin hene. Dema ku mirov karê jinan dihesibîne dibîne ku hejmara xebitandina jinan jî zêdetir e. Ev wekî pirsgirêkek gelemperî tê hesibandin û pîvanên keda jinan nakevin rojevê.
"Em pêvajoya  herî mezin a bêkariya jinan dijîn”
Em bi karkerek jin a ku di sektora firoşgehê de dixebitî re peyivîn, cîhekî kar ê sendîkayê ji bo wan di van demên dawî de destûra bê mûçe dane, sendîkayê tiştek li ser vê yekê nekir, her tiştê ku serleşker bêje ew qebûl dikin. Pirsgirêka herî girîng a ji bo jinên ciwan bêkarî ye.
Em di pêvajoya herî mezin a bêkariya jinan de dijîn. Jinên koçber ên ku di çandiniyê de dixebitin ji ber nexweşiya pandemiyê nikarin biçin cihek dûr, ji ber vê yekê wan jî zirarê dît. Keda nava malê û keda venêrînên ku ji aliyê rêxistinên kapîtalîst ên navneteweyî ve hat pejirandin, di van deman de zêde bûye û li xwe mikur hatin ku piranî li ser milên jinan tê birêvebirin. Bi eşkere xuya dike ku bêkariya jinan û keda jinan, ji xwe kêm e hîn zêdetir hatiye kêmkirin. Di kar û pîşeyên ku li malê tên kirin de, pirsgirêkek cidî heye ku kar li malê têne were kirin. Ev yek nîşanî me dide ku şert û mercên pir bi xeter li benda keda jinan e lewre di hundirê xaniyan de ji serweriyê bêpar dimînin.
Jinên karker, dikarin bibin dengê jinên karker û kedkaran?Asta îdiayê li ser vê mijarê çi ye?
Em di destpêka rê de ne, derfetên me yên cih û sektorên ku em digihîjin wan kêm in. Em dikarin, bi forma xwe ya herî jêhatî û pêşketî, bibin dengê jinên karker û kedkar? Ez nizanim… Ev dê bibe îdiayek mezin, her dem jiyan û serpêhatiyên ku negihîştine me hene. Ma em armanc dikin? Bêguman, kî naxwaze bigihîje gelek karkerên jin? Beriya her tiştî, beşên ku hûn dixwazin bibin deng divê bêguman hûn hilbijêrin.
Jina karker, ji niha û pê ve çawa plan dike ku riya xwe bidomîne? Der barê tora nûçeyan an malpera we de projeyên we yan jî projeyên nû yên cuda hene?
Em di demên li pêş de weşana xwe heta ku mercên pandemiyê ji holê rabin bi vî rengî bidomînin. Dema ku em bi jinên karker re werin gel hev, em ê bi jinên li kargeh, taxên karkeran, atolye û buroyan dixebitin re hevdîtinan bikin. Di demên taybet de, em ê civînên zoomê yên wekî 8’ê Adarê, 1’ê Gulanê û 25’ê Mijdarê saz bikin û bi jinên karker re di medyaya dîjîtal de werin ba hev. Em li ser mijarên wekî damezrandina avahiyên karkerên jin ên bi perspektîfa zayendî ji hêla sendîkayan ve, rêbazên têkoşîna li dijî mobîngî, tacîz û zordariya cinsî li kargehan û lihevkirinên kolektîf ên ku ked û mafên civakî yên jinan tê de ne, pirtûkên referansê amade bikin. Em ê bi hev re têkoşîna ji bo gihîştina jinan a bi me re, gihîştina me ya ji bo karkerên jin, bi rêxistin bikin û wekî jin windakirina mafên xwe yên kar bi dest bixin û xuyakirina keda xwe ya nayê dîtin bi dest bixin. Bi çîrokên jinan, em dixwazin ew bi belgekirina her cure rewşên keda îro û berê jî li her derê werin dîtin. Em hêvî dikin ku karkerên jin çîrokên xwe binivîsînin û ji me re bişînin.