Şîlan perçeyên daran vediguherîne tabloyên nîgarî

Xwendekara Hunerên Bedew Şîlan Akbudak xêzkirina li ser lewheyên darin vediguherîne tablo yên nîgaran û ji telaşan peyker çêdike.

Xwendekara Hunerên Bedew Şîlan Akbudak xêzkirina li ser lewheyên darin vediguherîne  tablo yên nîgaran û ji telaşan peyker çêdike.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Xwendekara Hunerên Bedew Şîlan Akbudak bi atolyeya "Dar û Pel" a li navçeya Sûr a Amedê, hunera xwe bi tabloyên nîgarî ku li ser perçeyên daran çedike.  Şîlan li ser tabloyên ji daran ên ku ji makîneya xalîçeyê derdikevin bi cîh dike. Şîlan di heman demê de telaş û peykeran jî li ser qamçî diafirîne. Di temenê 20 salî de eleqeya Şîlanê bi wêneyan re dest pê kir. Ew baldarî û mereqa xwe veguherand pêşiyê akademîk û paşê jî veguherd pêdawîstiyên debarê. Şîlan ji derveyî wêneyên li ser tuwalan çedike, heman demê tiştê ku kes li ser ne xebiti li ser perçeyên daran wêneyan çedike û armanca ew e ku bi vekirina atolyêk xwe di warê peyker û wêneyan da pêş bixe.
“Di tabloyên min de cûr zêde bûn”
Şilan pêvajoya çêkirina tabloyan bi van gotinan tîne ziman: “Ez niha li ser atoloyekê de dixebitim. Li ser darên ku li vir tê hilberandin, bi gîrak( tutkal) û mirekeban ji daran tabloyan çêdikim. Her weha tabloyên ku ez rasterast li ser tuwalan xêz dikim jî hene. Ew wêneyên ku li ser darikê darî yê paqij xêz kiriye, di forma qalibekê de datînim û wî wêneyî bi gîrak ve datinin li ser darê. Mirov gava ku ew yekem dît pir jê fam nedikir, lê paşê, her ku meraqa min zêde bû, di tabloyên min de cûr zêde bûn. Teknîka çapkirinê ya li ser darê bêtir balê dikişîne. Mirov ji tabloyên nîgaran bêtir hez dike ji ber ku ew di forma boyax û xetkêşanê de têne çêkirin."
"Ez ji kewşan peyker çêdikim"
Şîlana diyar kir ku di nava xebatê de hêj nûye wê dest bi firotina tabloyên xwe kiriye û wiha domand: "Ji xeynî tabloyên darîn, ez ji kewşên darê yên ji dikana daran mayî jî peykeran çêdikim. Ez kewşên ku berhev dikim teşe didimê û wan dizeliqînim. Bi rastî ez ji vê karsaziya ku têde pir nû me hez dikim. Dixwazim di her warên vê karsaziyê de xwe baştir pêşbixim. Her çend min nû dest bi karê şêwedayîna daran kiriye jî, min dest bi firotina tabloyên xwe kir. Ev meraq ji temenê zaroktiyê ve hatiye. Meraqa min a ku wekî hobiyekê dest pê kirî êdî bûye debara jiyana min. Ez wêne û tabloyên ku çêdikim li gorî daxwazê difroşim."
"Dixazim di peyker û seramîkan de pêş bikevim”
Şîlan diyar kir ku ew li şûna bibe mamosta dixwaze xwe di warê hilberînê de baştir bike û wiha  dom kir: "Ger ev xebatên min bidome, armancên min ên mezintir hene. Ez niha li atolyeyekê dixebitim, di pêşerojê de dixwazim ji xwe re atolyeyek tabloyên nîgar çekirinê vekim. Heya wê demê, ez ê her tiştê dixwazim bikim. Ez naxwazim mamostetiyê bikim, dixwazim di xebata xwe de hilberînerbim û karên xweşiktir bikim. Armanca min ew e xwe  di warê peyker û seramîkan de pêşbixim.”