Şano êrişan nas nake: Berxwedana gel li ser dikê ye
Şanoya Çiya li ser dikê vegotina berxwedanê didomîne. Şanoya Çiya bi boneya salvegera 24’emîn a şehadeta şanoger Yekta Herekol dê li ser dikê be.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Navenda Nûçeyan – Li Rojavayê Kurdistanê ku şoreşa jinan bi hunerê re dibe yek, xebatên hunerê di tu serdeman de ranewestiyan. Şanoya Çiya ruxmê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya seferberiyê ya ku hat ragihandin jî li ser dikê ye û berxwedanê li ser dikê vedibêje. Şanoya Çiya ya ku bi performansa xwe ya ‘Peykera Zindî’ ya 47 deqîqeyan li hemu bajarên Rojavayê Kurdistanê pêşkeş kir û bi vê performansê deng veda, ji bo bibîranîna şanoger Yekta Herekol a ku di sala 2004’an de jiyana xwe ji dest da li ser dikê ye.
Performansa ku di nava xwe de gelek xebatên hunerî dihewîne dê 25’ê Adarê yekem car li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê û 27’ê Adarê jî li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bê pêşkeşkirin.
Têkildarî performensa ku dê di salvegera şehadeta şanoger Yekta de bê pêşkeşkirin, şanoger û endama Şanoya Çiya Sema Zîlan axivî.
‘Îsyanekî bû’
Sema Zîlan anî ziman ku ew performansek amade dikin ji bo salvegera şehîd Yekta Herekol ku di heman demê de Roja Şanoyê ya Cîhanî ye. Sema Zîlan wiha got: “Em li ser mîrateya şehîd Yekta dimeşin. Ger em niha dikarin xwe weke Şanoya Çiya binav bikin, gavên vê yên destpêkê şehîd Sarya, şehîd Baran, şehîd Yekta û şehîd Hêvî avêtin. Şehîd Yekta di sala 2004’an de li bajarê Helebê di Roja Şanoya Cîhanî de agir berda bedena xwe. Helbet ev îsyanek bû li hemberî zextên dijmin ên li ser gelê me û çanda me. Weke şanogerekî wê rojê çalakiya xwe kir. Jixwe her du salan carek festîvala şehîd Yekta tê lidarxistin. Lê her sal jî em wê bibîr tînin. Carna bi şano carna jî bi performansên bi vê rengî. Par festîval bû. Îsal jî em ê bi performansek wî bi bîr bînin.”
Têkildarî performansa şanoyê ya ku ji bo îsal hatiye amadekirin Sema Zîlan wiha got: “5 komên me yên şanoyê hene. Hem ji solo dans pêk tên, hem dengbêjî di wan de heye û hem jî ji vegotinên şehîd Yekta pêk tên. Bîranîna şehîd Yekta jî îsal em bi vê rengê pêşwazî dikin.”
‘Şano berxwedana herî mezin e’
Di şert û mercên ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe de xebatên hunerê ranawestin, berevajî vê yekê huner dibe qadeke berxwedanê. Li ser vê yekê Sema Zîlan wiha dibêje: “Gotineke şehîd Yekta hebû, digot; ‘Ez li Enqereyê fêr bûm ku şano berxwedana herî mezin e. Bi rastî jî dibe ku di her nirxandinek û parvekirinek de em neçarî rewşa ku em tê de ne tînin ziman bibin. Bi taybetî weke Rojavayê Kurdistanê em di nava şerekî dijwar de derbas dibin. Em di kêliyên pir zehmet de derbas dibin. Weke netew em bîranînên xwe jî çalakiyên xwe jî û hunera xwe jî di şert û mercên asayî de derbas nakin. Di milekî de em di nava şer de ne, ji bo hebûna xwe di nav têkoşînê de ne. Di heman demê de di warê hunerê de jî ruxmê ku em di nava dorpêçeke pir alî de ne dîsa li gel me jiyan ranaweste. Çalakiyên me yên hunerî ranawestin. Di nava şertên zehmet de hunera me ranaweste. Berxwedana gelê Kurd, ruhê gelê Kurd ruxmê her tiştî ruhekî xwedîderketina li mîrateyê ye.’’
‘Xwedî li çalakiyên hunerî derbikevin’
Sema Zîlan bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vê esasê em li bendê ne ku gelê Kurd jî di 25 û 27’ê Adarê de bi wî ruhê xwedî li çalakiyên xwe yên hunerî derbikeve. Bangawaziya me bi taybetî ji bo gelê Rojava ev e. Carek din em Roja Cîhanî ya Şanoyê li hemu gelê xwe pîroz dikin.”