Çîrokên ku bûne yek

Klîba "Leheng" a ji aliyê Hîlala Zêrîn û Studyoya Mizgîn ve hatiye amadekirin, ne tenê berhemeke muzîkal e, pêvajoya kişandina klîbê, rêwîtiyên manewî yên Xalya û Gulbahar Botan nîşan dide.

FERÎDE RAPO

Qamişlo – Tevgera Çand û Hunera Jinan a Hîlala Zêrîn an jî Stûdyo Mizgîn klîba muzîkê ya "Leheng" derxist, ev klîp ji bo bîranîna hemû şehîdên di dema dawî de hatine ragihandin, di salvegera şehadeta Şehîd Berîtan (Gülnaz Karataş), yek ji kesayetên sembolîk ên berxwedana jinan de hatiye weşandin. Ev berhema ku encama kedeke kolektîf e, ne tenê bi asta xwe ya muzîkal, bi çîroka hevgirtineke manewî ya di dema kişandinê de jî balê dikşîne ser çîrokeke hevgirtina manewî ya ji têkiliyên xwînê wêdetir e.

Di kişandina strana “leheng” a ku têkoşîn û fedakariyên jinan di vê riyê de dane diteyîsîne de, çîroka Xalya tê vegotin. Tevî ku têkiliyeke xizmatî tune ye jî di navbera dayîkên ku bi wêneyên xizmên xwe hatibûn qada kişandina stranê de, xwedî li bîranîna şehîdekî derketiye mohra xwe lê da.

Manewiyateke ku ji têkiliyên malbatî wêdetir e

Di kişandina klîba bîranîn şehîdan û berxwedana jinan de, di nava dayîkên şehîdan ku bi wêneyên zarokên xwe hatibûn cem hev de, hebûna Xalya balê dikşîne.

Malbata Gulbahar Botan (Batta Şexmuz) a di sala 2009’an de li Garê jiyana xwe ji dest da û navê wê di demên dawî de di lîsteya fermî ya şehîdan de bû, ji bo girtina sîcîl û xwedîderketina bîranîna wê, nehatin. Ev çîroka Gulbahar a bêxwedî ma, bandoreke kûr li Xalyaya ku jiyana xwe fedayê xebatên Meclîsa Malbatên Şehîdan kiriye kir.

Xalyaya ku di Meclîsa Malbatên Şehîdan de xebatê dimeşîne, piştî şehadeta destgirtiya xwe ya ku tevlî Tevgera Azadiyê bûye, careke din nezewicî û jiyana xwe fedayê parastina bîranîna şehîdan kir. Xalya, bi demê re beşdarî xebatên malbatên şehîdan bû. Di vê pêvajoyê de bi çîrokên şehîdan û malbatên wan re eleqedar bû, bi vî awayî beşdarî parastina bîranîna wan bû. Di roja kişandina klîba "Leheng" ku ji bo bîranîna şehîdan hat amadekirin de, dayîkên şehîdan hatin cem hev û wêneyên xizmên xwe girtin destên xwe. Di navbera kesên hatine de Xalya jî hebû. Lê wêneyê ku di destê wê de bû, ne yê endameke malbata wê bû, yê Gulbahar Botan bû. Bi hilgirtina wêneyê Gulbaharê, xwedî li bîranîna wê derket. Xalyaya ku Gulbaharê weke keça xwe ya manewî hesiband, di dema kişandina klîba "Leheng" de, bi wêneya Gulbahar di nava dayîkên din de rawestiya û têkiliya manewî ya di navbera wan de çêbûye teyîsand.

Stranek û jiyana du kesan

Dema ku malbata Gulbahar, nehat, Xalya wêneyê wê girt û biryar da ku xwedî li bîranîna wê derkeve. Bi vî awayî, di navbera du jinên ku tu têkiliya wan a xwînê nîn e de, girêdaneke manewî çêbû. Xalya, Gulbahar wekî keça xwe ya manewî hembêz kir û di dema kişandina klîba stranê de, di nav dayîkên şehîdan de rawestiya û wêneyê Gulbaharê di destê xwe de girt. Hevdîtina wan, bû sedem ku du çîrokên jiyanê yên cuda di stranek de bibe yek. Çîroka Gulbahar, piştî salên dirêj bi saya xwedîderketina jinek re ji nû ve hat nivîsandin bibîranîn. Çîroka Xalya jî bi têkiliya ku bi domandina jiyana xwe ya piştî windahiyeke mezin û têkiliyên wê yên bi malbatên şehîdan re, watedar bû.

Jiyana kesên ku di stranek de digihîjin hev

Xebata "Leheng", tenê qala qehremaniyên rabirdûyê nake, di heman demê de mîna nîşaneya girêdanên kûr û manewî ye ku îro di navbera jinan de hatine avakirin. Ev her du çîrokên jiyanê yên cuda yên bi stranek re bûn yek, nîşan dan ku carna hilgirtina wêneyek û bîranîna navekî, dikare jiyana ku ber bi jibîrkirinê ve diçe, ji nû ve zindî bike.

Klîba stranê ya bi navê "Leheng" ji aliyê Stûdyoya Mizgîn ve hat amadekirin û çîroka xwe ya bi bandor a bîranînê, bi riya platformên çandî yên jinan û medyaya dîjîtal digihîjîne temaşevanan. Em careke din guh bidin vê stranê ku bû sedema eşkerebûna vê çîrokê û du çîrokên ji jiyana mirovan kir yek.