Çîroka Hunermenda Iraqî Zehra el-Rubayî

Hunermenda navdar a Iraqê Zehra el-Rubayî, ku di 13 saliya xwe de dest bi lîstikvaniyê kiriye, qonaxên girîng ên kariyera xwe, zehmetiyên sektora hunerî ya berê û îro, bandora bûyerên 2003'an a li ser hunermendan û evîna xwe ya kûr a ji bo hunerê vedibêje

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Hunermenda Iraqî Zehra el-Rubayî, kêliyên girîng ên kariyera xwe ya hunerî ya di zarokatiya xwe de dest pê kir, tîne bîra xwe. Hunermenda ku gavên xwe yên destpêkê yên lîstikvaniyê, berhemên xwe yên girîng û serpêhatiyên xwe vedibêje, pêşveçûnên di hunera Iraqê ya ji rabirdûyê ve heta roja me ya îro, zehmetiyên ku hunermendên pêşeng bi wan re rûbirû mane û koça hunermendan a ji welat piştî sala 2003’an dinirxîne.

Hunermenda navdar Zehra el-Rubayî, behsa qonaxên girîng ên kariyera xwe ya hunerî ya bi dehsalan kir, gavên xwe yên destpêkê yên di cîhana lîstikvaniyê de, şert û mercên derketina ser ekranê û nêrînên xwe yên der barê rewşa niha ya hunera Iraqê de anî ziman. Hunermenda ku bal kişand ser pêşveçûna warên nivîsandina senaryoyê, derhênerî, hilberîn û heqdestê lîstikvaniyê, zehmetiyên ku di tevahiya kariyera xwe de kişandine vegot. Zehra el-Rubayî, da zanîn ku coşa wê ya ji bo lîstikvaniyê hê jî berdewam dike û heya îro ji bi hunerê ve girêdayî maye.

Gavên destpêkê yên ber bi lîstikvaniyê ve

Zehra el-Rubayî behsa salên xwe yên destpêkirina hunerê kir, bi van gotinan behsa zarokatiya xwe kir: "Ez xwendekara dibistana seretayî bûm, beşdarî her çalakî û aktîvîteyên hunerî dibûm. Her gava ku em ji bo çalakiyên li derveyî dibistanê dihatin vexwendin, ez beşdar dibûm û di lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan dihatin amadekirin de min rol digirt.”

Hunermend Zehra el-Rubayî, diyar kir ketina nava cîhana lîstikvaniyê di salên dibistana navîn de pêk hatiye û got ku bi xwişka xwe, lîstikvan Fatma El-Rubayî re çûye studyoyek û li wir hunermendê hêja Xelîl Şewqî nas kiriye. Zehra el-Rubayî, da zanîn ku piştre Xelîl Şewqî ji bo roleke taybet gazî wê kiriye. Zehra el-Rubayî, destnîşan kir di destpêkê malbata wê piştgirî nedaye lê piştî ku destûra malbata xwe girtiye bi çoşeke mezin dest bi kar kiriye.

Zehra el-Rubayî, di sala 1964’an de, bi lîstika televîzyonê ya bi navê “Sabriye” ya derhêneriya wê ji aliyê Husên El-Tikrîtî ve dihat kirin re, di 13 salî xwe de gava yekem avêt cîhana hunerê. Performansa wê ya di berhemê ku bi awayekî reş û spî hatibû kişandin û piştî weşandinê bala gelek kesan kişand, ji bo malbata wê jî bûbû surprîzek.

‘Hawirdora kar a berê bi temamî ji ya îro cudatir e’

Zehra El-Rubayî, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hawirdora kar a berê bi temamî ji ya îro cudatir e û wiha got: "Berê me senaryoyên televîzyonê digirtin, hemû endamên tîma hunerî li dora heman maseyê rûdiniştin û her roj bi hev re tevahiya rêzefîlmê dixwendin. Lê îro rêbazeke wiha ya kar nîn e. Derhêner, rola taybet a her lîstikvanek dide û em bi awayekî takekesî dixwînin. Derhêner guh nade me û dema em dikevin studyoyê lîstikvan tenê rolên xwe dixwînin."

‘Hunermendên berê tên paşguhkirin’

Hunermend, balê dikşîne ser nebûna edaletê ya di dabeşkirina rolan û koordînasyonê de û da zanîn ku wê û gelek lîstikvanên din ên berê di Civata Şanoyê ya Neteweyî de cih girtine êdî nikarin bixebitin. Zehra el-Rubayî, axaftina xwe wiha domand: "Zêdetirî 53 salan tecrubeya min a lîstikvaniyê heye. Ez li seranserê cîhana Ereban têm naskirin li Iraqê û derveyî welat gelek berhemên min hene. Tevî vê yekê jî em tên paşguhkirin.”

Yekem berhema şanoyî ya Zehra el-Rubayî, şanoya bi navê “Piştre Hatin Bajêr” bû. Piştre jî di sala 1975’an de di şanoya “Axa û Ajokar” de rol girt. Her wiha Zehra el-Rubayî di gelek berhemên şanoya zarokan ên wekî “Hemû Zarokên Min in” û “Partiya 5’ê Hezîranê” de rol girt.

Senaryo derhênerî û lîstikvanî

Zehra El-Rubayî, bal kişand ku di salên dawî de di warê nivîsandina senaryoyê û berhemên hunerî de guhertinên girîng çêbûne û destnîşan kir ku berê berhemên hunerî digihîştin girseyên mezin lê îro hejmara berhemên ku tên weşandin û rolên ji bo lîstikvanan tên pêşkêşkirin gelek kêm in. Her wiha bal kişand ku ew cudahiya zelal a ku berê di navbera lîstikvanên xwedî ezmûn û yên nûhatî de hebû, êdî nemaye.

Zehra El-Rubayî, paşguhkirina derhênerên pispor bi hinceta heqdestên bilind rexne kir û da zanîn ku berê li avahiya Radyo û Televîzyona Iraqê lîsteyek dihat dalîqandin û di lîsteyê de lîstikvanên Sendîkaya Hunermendan li gorî pir baş, yekemîn, duyemîn, seyemîn kategoriyên A, B û C dihatin diyarkirin lê îro dabeşkirinek bi vî awayî nemaye.

Zehra El-Rubayî, destnîşan kir ku Sendîkaya Hunermendan tenê dikare li gorî derfetên xwe mafên hunermendan biparêze û diyar kir ku her çendî sendîka dikare bi riyên fermî destwerdanê bike jî bi zêdebûna kanalên satelîtê yên taybet re sendîka dikare çavdêriya hemûyan bike.

‘Bûyerên sala 2003’an bandoreke kûr li ser hunermendên Iraqê kir’

Zehra El-Rubayî, behsa bûyerên sala 2003’an kir û destnîşan kir ku bûyerên sala 2003’an bandoreke kûr li ser hunermendên Iraqî kiriye û wiha domand: “Fikarên ewlehiyê bûn sedem ku gelek hunermendên pispor welat biterikînin, gelek bernameyên radyo û televîzyonê hatin girtin û hinek wezaret jî hatin rakirin.”

‘Ez dixwazim karakterên jinên pêşeng zindî bikim’

Zehra El-Rubayî, der barê rolên ku dixwaze dilîze de wiha got: "Ez pir dixwazim rola El-Xensaa jina mezin ku zarokên xwe winda kir, bilîzim. Her wiha dixwazim rola Umm El-Banîn a zarokên xwe winda kir bilîzim. Ez pir dixwazim yek ji van karakteran bilîzim, ji ber ku ew xurt û xwedî aliyên pirreng in. Ev rolên pir hêja ne, hewce ye bi jineke wêrek, xurt û bi îrade re hebe."

Hunermend Zehra El-Rubayî, tekez kir ku ger derfeta ji nû ve jiyanê bihata dayîn dê dîsa cîhana hunerê hilbijarta. Zehra El-Rubayî, diyar kir ku ew nikare xwe ji bilî hunerê di warên din de xeyal bike û evîna wê ya ji bo lîstikvaniyê di ser her tiştî re ye.

Zehra El-Rubayî, gelek xelatên ku di dirêjahiya kariyera xwe ya hunerî de girt, wekî destkeftiyeke girîng dibîne û xelatan wekî qonaxên girîng û sembolên dîrokî dibîne ku rêwîtiya wê ya afrîner belge dikin. Her wiha Zehra El-Rubayî, xelatên xwe wekî şahidên kariyera xwe ya dirêj û serkeftî dihesibîne.