Çînîkariya ku wekî hobî dest pê kir, bû pîşeya wê

Hêvîdar Belek a ku bi salan e hînî hunera çêkirina çîniyê bûye gelek berhem hildiberîne, armanc dike ku atolyeyek veke. Hêvîdar Belek, anî ziman ku hilberîn wê motîve dike û da zanîn ku huner bi mirov bêhnê dide girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Hêvîdar Belek a ku bi hunera çînîkariyê ku wek hobiyê fêrî bû û bi pêş xist, armanc dike ku bi berfirehkirina karê xwe atolyeyek veke. Hunera çînî ku bi şêwekirin û rengdayîna tebeqên seramîk, guldank û fîncanên din tê zanîn, lênêrînek mezin hewce dike. Hêvîdar Belek a ku 4 sal in bi vê xebatê xwe bi pêş xistiye, dixwaze hunera çêkirina çînî fêrî hemû jinan bike.
"Hilberandin ji bo mirovan dibe terapî.”
Hêvîdar Belek ku bi kursên dixwîne re eleqeyê ji hunera çînî re nîşan dide, piştî perwerdeyên ku dîtiye êdî bi xwe hildiberîne. Hêvîdar Belek ji ber ku atolyeya wê tune ye karên xwe li malê dike, bi riya kanala ku li ser medyaya dijîtal vekiriye berhemên xwe nîşan dide. Li ser vê yek got; “Di demeke ku bêkar mam de ketim nava lêgerînê. Min wê demê dest bi vê hunerê kir. Ez çûm kursê û fêrbûna vê hunerê ji xwe kir hobî. Min ev huner gelekî nêzî xwe dît, pê re bûm yek. Bi kirina vî karî, xwe pir baş hîs dikim. Ez bi vî karî dikarim ji bo paşeroja xwe û zarokên xwe mîrateyeke hunerî bihêlim. Ew hesteke hêja ye. Hunera çînî ji bo min terapî ye. Hûn li wir li dengê dilê xwe guhdarî dikin û tenê hunerê dikin. Ev der ji bo min cîhaneke pir cuda ye.”
"Min hobiya xwe veguherand pîşeyê" 
Hêvîdar Belek diyar dike ku ew ji bo hunera ku weke hobî bi dest xistiye veguherine pîşeyekê xebatan meşandiye û wiha didomîne: “Ez li ser amûrên ku di nav de guldank, tebeq û fîncan ji hene bi boyaxê wêneyan çêdikim. Em karoyan tinîn li gel hev û tabloyan çedikin. Ev karê ku dikim, bi min re pir meraq ava kir. Dema min dît ku ez dikarim bikim, jêhatîbûna min heye, min ev kar parast û ev çar sal in ez vî karî dikim. Ez bawer dikim ku karên pir xweş dikim. Min wekî hobî dest bi vî karî kir lê ji ber ku pir jê hez dikim dixwazim wê veguherînim qadeke berfirehtir. Di pêşerojê de ez hêvî dikim ku di vê wateyê de atolyeyek min hebe û karê xwe bi awayekî xweş bikim. Di her wateye de avakirin û pêkanîna karên xweş ji bo min pir baş te.”
“Divê jin di navbera çar dîwaran de nemînin” 
Hêvîdar Belek, diyar kir ku ew di dema xebatên xwe de di nava boyax û şêweyan de dikeve nava cîhaneke cuda û got ku ew dixwaze hunera ku pê bêhnê dide girtin bigihîjîne hemû jinan. Hêvîdar Belek diyar kir ku divê jin di navbera çar dîwaran de nemînin û got; “Em dizanin ku bi hezaran jin hene li malê tenê bi zarok û mala xwe re eleqedar dibin. Huner ji mirovan re li cîhanên cuda derî vedike. Mafên jinan heye ku çi bixwazin bikin. Ez dixwazim heta ji destên min tê vî karî bigihîjînim jinan. Ev hewldan wê jinên me ji tengasiyên rojane dûr bixe û bêhnê bi wan bide girtin.”