Çanda axa xwe li ser xalîçeyan dineqişîne

Halîme El-Ehmed a ku li derdora Kela Necm a dîrokî ya Minbicê ji mûyê pez xalîçeyên destçêkirî çêdike, bi gotina "Xalîçe çanda van axan e, serpêhatiyên vê axê ne” bal dikşîne ser girîngiya parastina çandê.

SILVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Jinên gundê Necm ku Keleha Necm a dîrokî lê ye, li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê; bi hirî, mohir, pembû, nebatên qamîş û hevrîşimê çêkirina xalîçeyên destçêkirî didomînin. Li hember xalîçeyên ku di kargehan de têne çêkirin, her şêweyên ku li ser xalîçeyên ku di her santîmeyekê de afirîneriya destên jinan hildigirin, xwedî çîrokek cûda ye.

Welatiya gundê Halîme El-Ehmed ku di 15 saliya xwe de ji dayika xwe fêrî xalîçeçêkirinê bûye, ji zarokatiya xwe ve bêhejmar xalîçe hûnandiye. Halîme El-Ehmed a ku dibêje xalîçeyên hişk ji xalîçeyên makîneyî estetîktir, demdirêjtir û bikêrtir in, hilgirê mîraseke çandî digire ser xwe.

'Ev xalîçe çand û serpêhatiya van axan e'

Halîme El-Ehmed ku mûzexaneyeke biçûk a xalîçeyan bi daliqandina xalîçeyên mînyaturî li dîwarên mala xwe çêkiriye, dibêje ku beriya şerê li Sûriyeyê yê di sala 2011’an destpê kir mêvanên ku ji bo dîtina Kela Necm dihatin xalîçe û çenteyên ku wê çêkiriye distendin. Halîme El-Ehmed balê dikişîne ser wê yekê ku hejmara jinên ku xalîçeyên destçêkirî çêdikin roj bi roj kêm dibe û dibêje ku xalîçeyên ku ew çêdikin çanda gelên li ser axa ku lê dijîn hildigirin û ji ber vê yekê jî divê çanda rîstina xalîçeyan zindî bimîne.

Halîme El-Ehmed da zanîn ku serpêhatiya mûyê pez veguherandina xalîçeyên rengîn ên di destê jinan de nêzî 3 mehan didome û wiha got: “Bi salan e min hewl da ku vê mîrateya çandî biparêzim û bigihînim nifşên pêşerojê. Eleqeya li ser hunera tevnkariyê kêm bû. Lê dîsa jî erka me ya dapîran e ku em ciwanan teşwîq bikin û ez jî di vî warî de çi ji destê min tê dikim. Ev xalîçe çand û serpêhatiya van axan e.”