3'emîn Mihrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aşitiyê ye destpê kir

Mihrîcana şano ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê li navenda Çand û Hûnera bajarê Kobanê bi coşeke mezin destpê kir.

Kobanê- 3'emîn mihrîcana şano ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye bi serperiştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û TEV-ÇAND li bajarê Kobanê ya kantona Firatê destpê kir.

Mihrîcana ku ji 2021'an de bi armanca pêşxistin û xwedî derketina li şanogeran tê birêxistinkirin, îsal bi dirûşma "Şano nasnameya hişmendiya civakê ye" li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Hêjayî bîrxistinê ye ku ev mihrîcan xwe dispêre navê fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî li dijî çeteyên DAIŞ pêk anî û bû yek ji têkoşerên ku mohra xwe li serkeftina Kobanê da.

Mihrîcana îsal ku dê 8 rojan dewam bike, bi beşdarbûna komên şano yên Kurd, Ereb û Ermen ji tevahî kantonên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê birêve biçe. Divyabû ku ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî şanoger beşdarî mihrîcanê bibûna, lê careke din PDK’ê rê neda û astengî ava kir. 

Deriyê hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido bi amadebûna dehan şanoger, derhêner, nivîskar, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, malbatên şehîdan, partiyên siyasî û şêniyên Kobanê bi jêkirina rîbana ji aliyê dayîka têkoşer Arîn Mîrkan ve hat vekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, cîgira Encûmena Cîhbicîhkar ya kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.

Mizgîn Xelîl di kesayeta Arîn Mîrkan de hemû jinên pêşeng bibîr anî û got: “Mihrîcana ku ev demeke amedekarî jê re tê kirin, veguherî çavkaniya pêşandan û hevgirtina hemû çandên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwna pirojeya Netewa Demokratîk de tên gel hev. Bi taybet jî di vî warî de şano ku di dîrokê de xwedî girîngî û rola ronîkirin, pêşxistin û parastina hebûnan civakan. Her wiha mirov dikare bi riya şanoyan rastiyên hatine veşartin û berovajîkirin, ji nû ve lêbikole û heqîqeta wê pêşkêş bike. Em di vê asta girîngiyê de, mihrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê digirin dest. Em mihrîcanên xwe wiha bikin ku li dijî hişmendiya netew-dewlet ya yek ziman, çand û reng dipejirîne û dide jiyankirin, bibin bersiv û altirnatîfa ku mûzayîka çand û nasnameyan ava bikin.”

Pişt re ji koma bajarê kantona Reqayê şanoya bi navê Komîdya 7 Rojan hat pêşandan.

li gor bernameya mihrîcanê hat payîn  ku dê sibe jî koma bajarê Hesekê Serpêhatiya Mamluk Cabir pêşkêş bike.