24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yûksel Mutlu di Festîvala Munzurê de axivî û bi gotina “Em komareke demokratîk û hemwelatîbûna wekhev dixwazin”, bang kir ku hemû kes berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Dersîm – 24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê ya bi dirûşmeya “Em ji bo Bîranîn û Jiyaneke Azad Xwedî li Xweza, Ziman, Çand û Baweriyên xwe Derdikevin” li Dersîmê, li navçeya Qisle dest pê kir. Komeleya Bawerî û Çandê ya Duzgun Baba û Şaredariya Qisle di çarçoveya festîvalê de bernameyek li dar xistin.
Di bernameyê de ku destpêkê serdana gora Duzgun Baba hat kirin, panelek li ser bawerî û çandê hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji aliyê dîroknas û nivîskar Namik Kemal Dînç ve hate kirin û Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Seroka Giştî ya Yekîtiya Jinên Elewî yên Elman Ozgur Demîr, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî û Bektaşî (ABF) Mustafa Aslan û Dîroknas û Nivîskar Doç. Dr. Yalçin Çakmak beşdar bûn.
‘Di ziman û duayên dayîkan de baweriya me heye’
Seroka Giştî ya Yekîtiya Jinên Elewî yên Elman Ozgur Demîr, di panelê de axivî û behsa têgeha “ruh” ya di baweriya Elewî de kir û bal kişand ser wekheviya di navbera jin û mêran de. Ozgur Demîr destnîşan kir ku di baweriya Elewî de jiyana komunal pêşîniyek e û wiha got: “Di rêya me de jin qet temaşevan nebû. Jin parêzvan û veguhezkarên vê rêyê bûn. Di bîra me de jin heye. Di ziman û duayên dayîkan de baweriya me heye. Gelo çima di mekanîzmayên biryargirtinê de nûnertiya wekhev nayê mîsogerkirin?”
Ozgur Demîr da zanîn ku jin di guhertina civakî de di navendê de ne û got: “Ger ‘ruh’ were jibîrkirin, wê jin were jibîrkirin û eslê rê zirarê bibîne. Divê ev pirsgirêk di roja me de bên derbaskirin. Bîranîna rê tenê bi êşê derbas nebû, di heman demê de bi berxwedanê jî derbas bûye.”
‘Gelê Dêrsimê jî li dijî vê zilma rêxistinkirî serî netewand’
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî sernavê “Pêvajoya Aştiyê û Elewî Çawa Pêvajoya Aştiyê Dinirxînin” pêşkêş kir. Yuksel Mutlu diyar kir ku herêma Dêrsimê bi salan e di bin zilm û zordariyê de ye û wiha axivî:“Li Dêrsimê ji zehmetiyên ku tên jiyîn re pirsgirêka Elewiyan jî zêde bû. Elewîtî baweriyeke rizgariya jinan û ekolojîk e. Divê em wek Kurd û Elewî, ji bo hemwelatîbûna wekhev bi hev re têbikoşin. Gelê Dêrsimê li hember zilmê serî netewand.”
‘Em hemwelatîbûna wekhev dixwazin’
Yuksel Mutlu diyar kir ku divê hemû kes di pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha got ku daxwazên Kurd û Elewiyan komara demokratîk û hemwelatîbûna wekhev e. Yuksel Mutlu da zanîn ku pêvajo gihîştiye qonaxeke krîtîk û diyar kir ku gel li benda encamên berbiçav e.
Yuksel Mutlu tekez kir ku divê girtîgeh bên valakirin, Elewî mafên xwe bi dest bixin û zilm û zordariya li ser zimanê dayikê bi dawî bibe. Wê diyar kir ku pêvajoya aştiyê divê tenê bi partiyeke siyasî ve neyê hiştin û divê hemû beşên civakê berpirsiyariya pêşveçûna wê bigirin ser xwe.
Panel, piştî pirs û bersivan, bi parvekirina loqmeyan bi dawî bû.