Zarokên perwerda enstrûmanan bi dawî kirin li sazê dan

Zarokên Mexmûrê yên bi perwerdeyên Navenda Çand û Hunerê ya Stêra Zêrîn fêrî sazê bûn û duyemîn dewreya perwerdê bidawî kirin, ji bo ajansa me li sazê dan.

Mexmûr –  Navenda Çand û Hunerê ya Stêra Zêrîn ruxmê şertên penaberiyê û rêgiriya li ser Wargeha Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûrê) hewl dide bi xebatên xwe zarokan fêrî hunerê bike. Navenda Stêra Zêrîn li ser navê Şehîd Şoreş Arjîn werza havînê de bi tevlîbûna hejmarek zêde ya xwendevanan dewreyeke perwerdê ya enstrûmanan dabûn destpêkirin. Piştî perwerdeya 3 mehan a havînê qediya bû, duyemîn dewreyekî ku bi 12 kesan pêk tê perwerdeya enstrûmanan dabûn destpêkirin.

Xwendevanan dewreya duyemîn a perwerdeyê de fêrî lêdana 4 stranan bûn û bi kelecaneke mezin stranên xwe pêşkeş kirin. Bi vî awayî dewreya duyemîn jî qedandin.

Zarokên Mexmûrê ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin, ji bo ajansa me li sazê dan.