Tîba Saed bang li jinan kir: Li dijî Îslama siyasî bibin yek

Endama Tevgera “Serî Hilde” ya jinan a Îraqê Tîba Saed xwest ku li dijî sîstemên desthilatiyê û Îslama siyasî hevbendên jinên Rojhilata Navîn bên xurtkirin da ku bikaribin rola xwe di cîhên biryardayînê de bilîzin.

Navenda Nûçeyan- Îraq dibe şahidê gengeşiyeke li ser pêşnûmeya guhertina Yasaya Rewşa Kesayetî ya Hejmar 188 a sala 1959’an. Ev yasaya herî pêşketî ya di dîroka herêmê de, tevî parastina zagonî ya kêm ya ji bo jinan tê hesbandin. Ji bilî standartên civakî yên serdest ku pirsgirêkên berdewam in zêde dikin, ev jî xebatên qanûnî yên kêmbûna mafên jinan nîşan dide.

Rewşa jinan di sala 1940’î de ji niha baştir bû’

Sekretera Tevgera “Serî Hilde” ya jinan û endama Hevbenda 188’an Tîba Sead bal kişand ser tevger û rewşa jinan a li Îraqê û wiha got: “Rewşa jinan di sala 1940’an de ji rewşa niha baştir bû. Desthilatdariyên di sedsalên borî de hinek sivîl bûn û tevî ku dagirkerî û du eniyên netewperest û komunîst hebûn, dîsa rewş ji niha baştir bû. Asta tundiyê ne zêde bû. Şerê ku piştî sala 2003’an destpê kir, şerek siyasî û civakî yê li dijî jinan bû. Ji ber ku çanda desthilatdar di van bîst salên dawî de di navbera partiyên siyasî û tevgerên netewperest ên eşîrî de heliyaye. Ev her du kategorî hemû amûrên kontrolkirin û tepisandina jinê dide pergala kapîtalîst.”

Tîba Sead dest nîşan kir ku dema eşîrê dest bi deshiladariyê kir, rewşa jinan xirabtir bû û wiha got: “Eşîr zû de li herêmê cihê xwe digirin. Lê hêza wan tunebû ku wek dema niha ku desthiladarî û hikimdariya li herêmê bidest bixin. Li Îraqê çi ji Şîa û çi ji Sunî, 72 aliyên çekdar ên tundrew hene. Dikaribûn bikevin nav civaka Îraqî. Ev kom gihîştin desthilatdariyê û di encamê de desthilatdarî dan eşîran. Ev bû çavkaniya hêzê ya di parlamentoyê de ku li hemû aliyên dewletê were belavkirin. Ew bû rêvebera civak, siyaset, aborî û rêveberiya Iraqê. Ji ber wê jî bû desthilata herî bilind a welat ku ev yek jî di guhertina rewşa jinan de diyar bû.”

‘Tevgera “Serî Hilde” ji bo êşa jinên Îraqê hat avakirin’

Tîba Saed dest da zanîn ku piştî serhildana Tişrînê li Îraqê gelek guhertin di tevgerên jinan de çêbûne û wiha got: “Piştî serhildana Tişrînê ku di sala 2019’an de çêbû, gelek guhertin di tevgerên jinan de çêbûn. Hişmendiya famînîst zêdetir bû. Gelek rêxistinên femînîst derketin holê. Tevgera “Serî hilde” ya femînîst ku ji ber êşa jinan derket jî di nav wan de bû. Ev tevger li 5 parêzgehên Îraqê tê peydakirin. Gelek çalakî û kampanyayên wê yên zanekirin û hiqûqî hene. Bi piranî jinên ciwan di nav xwe de dihewîne. Serhildana Tişrînê ji bo tevgerên femînîst hinek guhartinên baş ava kir. Îraq di bin serweriya melayan de ye, ji ber vê yekê hebûna jinê di nava siyasetê de qebûl nakin. Tenê ji bo nîşan bidin ku di navbera zayendan de wekhevî heye, di qada siyasî de jinên xwedî biryar hene, lê di destên partiyên ku mêr tê de serwer in de wekî amûr dimînin.”

‘Hewl didin di hilbijartinan de rengê jinê hebe’

Tîba Saed di nav pêlên gotinên xwe de bal kişand ser hilbijartinên ku tên çêkirin jî. Tîba diyar kir ku ev hilbijartin bi rengek ne wekhev dimeşe, ji ber vê yekê rola jinê di nava qada siyasî de kêm dibe. Tîba wiha berdewam kir: “Gelek hazirtî ji bo ku hilbijartinên parlamentoyê di nîvê vê salê de bên lidarxistin, tên kirin. Hê jî nûnertî û rola femînîstî di parlamentoya Îraqî de kêm e. Pirsgirêka meşandina hilbijartinan em bi rengek newekhev her tim dijîn. Heya ku jin bikaribe di nava sîwana parlamentoyê de cîh bigire, divê jin ji aliyê partî û eşîrên Îslamî ve bê destekkirin. Divê em ji bo pêşxistina femînîzmê gelek xebat bimeşînin, wek avakirina koalîsyonên mezin ku tê de tevgerên femînst hebin, di parlamentoyê de nûnertiya rast a jinan bikin. Em hewl didin ku di hilbijartinên pêş de nûnertiya jinan hebe ta ku em mafê xwe di civaka Îraqî de bidest bixin.”

‘Di şer û aloziyên navxweyî de jin dibe hedefa yekem’

Tîba Saed bal kişand ser rewşa ku niha li Rojhilata Navîn diqewime û wiha berdewam kir: “Di navbera Îraq, Sûriyê, Lubnan û gelek welatên cîran ên din de têkiliyên hevpar hene. Guhertinên sîstema desthilatdariyê û guhertinên civakî û demografîk, rasterast an ne rasterast bandorê li gelê herêmê dike. Di nav de rûxandina rêjîma Sûriyê ya berê jî heye. Ji ber ku rêjîma berê ya Sûriyê edaletek ji gel re ava nekir û Esad dîktator bû. Komên ku niha desthilatdariya Sûriyê bi dest xistine, yek ji wan, aliyê Îslama siyasî ya tundrew e. Ew zincîreke têkel a cîhadiyan e. Çi li Yemenê, Sûdan, Îraq û çi li Sûriyê, hemû jî heman ajandayan pêk tînin. Tiştê ku li Iraqê qewimî, li Sûriyê dubare dibe û wê destdirêjî li ser mafên jinên Sûriyê bê kirin. Ji ber vê yekê divê bi lez refên femînîst li hemû welatan ji bo parastina jinan bibin yek. Di hemû şer û aloziyên navxweyî de jin dibe hedefa wan a yekem.”

‘Senaryoya Îraqê li Sûriyê dubare dibe’

Di dawiyê de Tîba Saed diyar kir jin ditirsin ku DAIŞ vegere û senaryoya ku Îraqê di sala 2014’an de dît, dubare bibe. Tîda wiha got: “Gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li parêzgehên Îraqê hene. Heta, hewl dan ku di van demên dawî de ewlehiya herêmê têk bibin. Ji ber vê yekê divê em li hember van koman serî rakin û rê nedin wan ku di nav civakê de belav bibin. Ew dixwazin dawî li jinên ku di cihê biryardayînê de dixwazin pêşbikevin, bînin. Divê jin rola xwe di rêvebirina herêmê de bilîze.”