‘Rojava di dilê Rojhilata Navîn de keleha demokratîk e’
Elehe Sadr, da zanîn ku bêdengiya dewletan tenê bi Îranê re sînordar nîne û got: “Rojava li Rojhilata Navîn keleha dawî ya pergalek demokratîk a li ser bingeha meclîsê ye û îro di bin êrîşan de ye.”
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan- Bi berfirehbûna serhildana li Îranê re, hêzên hegemon êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Hêzên pêşverû yên li cîhanê piştgirî didin şoreşa gelê Îranê û Şoreşa Rojava û dixwazin ku pergala meclîsê ku keleha dawî ya têkoşînê ya dilê Rojhilata Navîn e bê parastin.
Me vê mijarê bi aktîvîsta jin Elehe Sadr re nîqaş kir. Me sedemên êrîşên li dijî serhildana gelê Îranê û Şoreşa Rojava û çima dewletên hegemonîk li Rojhilata Navîn piştgiriyê didin faşîzmê, pirsî.
‘Azadî ji îradeya kolektîf çêdibe’
Elehe Sadr, bal kişand ser raporên nûçeyan ên derbarê sedem û çarçoveya tepeserkirina xwepêşandanên li Îranê de û wiha got: “Li gorî min Komara Îslamî ev 47 sal in ku dikuje û serhildana Çileyê berdewamiya têkoşîna bênavber a 47 salan a gelê Îranê ye. Ev pêvajo bi serhildana 2017’an dest pê kir û di sala 2022’yan de bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewletê ve veguherî serhildana şoreşgerî ya 'Jin, Jiyan, Azadî'. Vê serhildanê fêrî me kir ku azadî ji îradeya kolektîf çêdibe û tenê civakek hişmend, yekgirtî û rêxistinkirî dikare vê çerxa zordariya dewletê rawestîne.”
Elehe Sadr, derbarê sedemên ji nû ve destpêkirina xwepêşandanên li Îranê de jî wiha axivî: “Pergal, nêrîn û kiryarên alîgirên Monarşî, di têkoşîna gelê Îranê de şikestinek kûr çêkir. Bûn sedem ku di navbera mirovên ku ji ber hêrsa kombûyî derketin kolanan de dûrbûn çêke û Komara Îslamî vêya mîna yek ji bo pêkanîna komkujiyan bi kar anî.”
Elehe Sadr, balkişand ser daxwazên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" û axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza vê tevgerê ew bû ku ji bo Komara Îslamî têk bibe, yekbûna hemû tevgeran ava bike. Lê vê carê me ev dirûşm di civakê de nedîtin. Di beşek civakê de tenê dirûşmeyên piştgiriya monarşiyê dihatin bihîstin. Bê guman hejmara wan pir kêm bû û piraniya van vîdyoyan dublaj bûn û medya di vî alî de bibandor bû. Mixabin, em li derveyî welat ji bo piştgiriya Reza Pehlewî rêzên pir dirêj dibînin.”
‘Dewlet hebûna pergala demokratîk ji bo xwe mîna gefek dibînin’
Elehe Sadr, bêdengiya cîhanî ya li dijî bûyerên li Îran, Rojhilat û Rojava û piştgiriya dewletên hegemon a ji bo faşîstan şermezar kir û hêrsa xwe ya li hember vê bêdengiyê bi van gotinan anî ziman: “Mesele ne tenê Îran e, tevahiya Rojhilata Navîn e. Emrîkayê, kesekî ku ji bo serê wî xelat hatiye danîn, kir serokê Sûriyeyê. Ji dema hatina Colanî heta niha, li Sûriyeyê nêzî 10 hezar kes hatin qetilkirin. Destpêkê bi komkujiya Durzî dest pê kir, piştre komkujiya Elewiyan û niha jî li Helebê komkujiyek tê pêkanîn. Ev ne tenê pevçûnek an jî bûyerek e; ev komkujiyek e jî.”
Elehe Sadr, axaftina xwe wiha domand: “Ez difikirim ku dewletên Rojavayî, Emrîka û Îsraîl, bi tu awayî li Rojhilata Navîn hebûna pergalek demokratîk naxwazin. Pergalekîdemokratîk ji bo xwe wek gefek dibînin û dixwazin vê gefê demildest ji holê rakin. Binhêrin ka Tirkiye çawa Colanî xurt dike û piştgirî dide!”
‘Komên cîhadîst li dijî şoreşger û alîgirên azadiyê amûrek zextê ye’
Elehe Sadr, di berdewama axaftina xwe wiha got: “Komên mîna Colanî û Heyat Tehrîr el-Şam mîna amûrên zextê tên bikaranîn; ango li dijî gelê şoreşger zilmê dikin. Ji ber ku ji aliyekî ve ji Rojava û ji aliyê din ve ji Komara Îslamî ditirsin. Li Rojava jî rewş wisa ye. Destûra bingehîn a li Rojava tê nivîsîn û rêveberiya bi pergala hemû rêgezên demokratîk di nava xwe de dihewîne û bi rastî di dilê Rojhilata Navîn de kelha dawî ya konseyî û demokratîk e. Niha vê kelehê dikin hedef. Dixwazin vê pergalê ji destê hemû şoreşgeran bigrin û ev jî peyamek pir xeter e.”
Elehe Sadr bal kişand ser xwepêşandanên li Almanya hatin lidarxistin û ew bi xwe jî beşdar bûye û wiha got: “Di van xwepêşandanan de du dirûşme hatin berzkirin, ‘Ji bo gelê Îranê Azadî’ û ‘Ji bo Rojava Azadî’. Pirsgirêka Rojava ne tenê pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Ji bo têkoşîna mafê hemû dinyayê kelehek e. Çav li Rojava bû û ji bo ev keleh bikeve, hemû kes amade bû ku çi ji destê wan bê, bikin. Ev ne tenê jinên Îranê, pirsgirêka hemû jinên herêmên Rojhilata Navîn û Ewropa ye.”
‘Piştevenî ji bo vê kampanyayê lazime’
Elehe Sadr têkildarî kampanayaya destekên ji bo xwepêşandanên li Îranê û Rojava ji aliyê Platforama Jinên Demokratîk ên ji netewê wêdetir û tiştên ku divê dema krîtîk de were kirin wiha got: “Ev kampanya piştevaniyê dixwaze. Piştevaniya di nava jinên ku di sed salên dawî de di dema çerxa modern de tu deman nebûna xwedî maf û azadî. Ji ber vê ev mijar pirsgirêkek giştî û hevpar e. Divê ev pergala ku van hemûyan dike hedef bala hemû kesan bikşîne. Bi rêya vê kampanyayê, em dixwazin hemû kesên dilê wan ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovan lê didin, destekê bide Rojava. Pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye. Ger me destek bidaya û em li her cihê zilm lê hebûya bûna, îro emê nebûna şahidên vê faşîzma ku mezin bûye.”